Hevalên Endamê Meclîsa Giştî ya Bajar a Wanê Yildirim Ayhan ê ku ji bo li dijî operasyonên Tirkiyeyê yên li ser axa Herêma Federal a Kurdistanê bedena xwe kir mertal û li navçeya Çelê ji aliyê leşkeran ve hate qetilkirin, jiyana wî vegotin. Ayhan beriya ku bibe mertalên zindî ji hevalê xwe re got "Ez wekî mertalên zindî diçim ez dê şehît vegerim."
Hêzên Çekdarî yên Tirk di 17'e tebaxê de li dijî Herêma Federal a Kurdistanê operasyona hewayî pêk anî û hefteyekî berdewam kir. Di operasyonan de bi dehan malên herêma Qendîlê bûn hedefa bombeyên balafirên Tirkiyeyê. Di operasyonên hewayî de di 21'ê tebaxê de balafirên Tirkiyeyê derbasî Herêma Federal a Kurdistanê bûn û gundê Kortikê yê Ramya ya Silêmaniyê bombebaran kirin. Di bombebaranê de 4 jê zarok 7 welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dan. Ji bo operasyonên hewayî û bejayî yên li Tirkiye û dersînor bên rawestandin Înîsiyatifa Dayikên Aşitê ji milê Colemêrgê û milê Şirxenê ve dest bi meşa mertalên zindî kir. Piştî Kongreya Civaka Demokratîk civîya biryar da ku di 27'ê tebawê de ji gelek bajaran bi karwanên mezin piştgiriyê bişîne ji dayikan re. Li ser biryara KCD'ê milek ji serhedê û milek jî ji botanê ber bi sînor ve derketin rê. Di meşa karwanên mertalên zindî yên bi piştgirya dayikan ve çûn de gelek astengî hatin derxistin. Leşker û polîsan li gelek cihan karwan dan rawestandin û di kontrolê re derbas kirin. Li gelek cihan cezayê pereyan li maşîneyan birîn û maşîne desteser kirin. Herî dawî di 28'ê tebaxê de li navçeya Çelê ya Colemêrgê konvoya mertalên zindî ji aliyê cendirmeyan ve hate rawestandin. Piştî girsê dest bi meşê kir rastî mudaxaleya leşkeran hat. Di mudaxalmeya leşkeran de leşkerên ku li ser panzêrê rast e rast gule bera nava girsê dan, Endamê Meclîsa Giştî ya Bajar a Wanê Yildirim Erhan qetil kirin. Ayhan duh li Wanê ji aliyê 20 hezar kesan ve bigirseyî hate definkirin.

Hevalên Ayhan, gotinên Ayhan vegotin
Piştî ku Yildirim Ayhan ji aliyê leşkeran ve hate qetilkirin hevalê Yildirim Ayhan ên xebatê qala Ayhan kirin. Ji hevalê Ayhan ê ji sala 2009'an heta niha bi wî re dixebite Rafet Taş, ku herî dawî 2 roj berê xatir ji wî xwest vegot. Taş, behsa serpêhati û jiyana Ayhan kir û wiah got: "2 roj beriya ku bi rê bikeve ji min re got 'Hevalê min ez wekî mertalên zindî diçim. Lê ez dê şehît vegerim' û xatir ji min xwest. Em gelek caran bi hevre li taxan xebitîn. Hevalekî pir dildar û fedekar bû. Tu carî xwe nedida paş. Her tim di nava hemû xebatan de cih digirt. Di jiyanê de her tim parve dikir û tu carî hevalê xwe ji xwe aciz nedikir. Piştî ku di hilbijartina 29'ê Adara 2009'an de wekî endamê Meclîsa Giştî ya Bajar ji navçeya ELbakê hate hilbijartin gund bigund digeriya û tev li xebatan dibû. Hem li pirsgirêkên welatiyan guhdar dikir û hem jî ji aliyê gundiyan ve rastî hezkirinek gelek mezin dihat. Ji aliyê gelê herêmê ve pir dihat hezkirin û rêzgirtin."

'Ez dehît vegerim'
Taş, da zanîn ku piştî wan îsal dest bi xebatên mîtînga 1'ê Îlonê ya herêmê kirin, bi qasî hefteyekî bi hevre li taxan xebat meşandin. Taş, anî ziman ku roja ku biçe Çelê serê sibe hev ditin û wiha got: "Dema me serê sibê hev dît, ji min re got 'Ez wekî mertalê zindî diçim, lê ze dê wekî şehîd vegerim'. Wisa rast û durist bû dizanîbû ku dê şehît bikekeve."

'Bi biryar û bi coş tev li xebatê dibû'

Hevalê Ayhan Nazim Harmanci jî anî ziman ku Ayhan mirovekî bi coş, heyecan û bi biryar bû. Harmanci, da zanîn ku her tim di nava hewldana ku xwe pêş bixe de bû û digot 'Ez dê çawa xwe bêtir pêş bixim. Ez dê çawa bêtir ji gelê xwe û partiya xwe re bibim fêde.' Harmanci, destnîşan kir ku di hemû çalakiyan de di pêş de bû û wiha got: "Tu hêzê ew ji rastiyê bi paşve nedikişand. Di meşa mertalen zindî de jî dîsa di pêş de cih girt û ji aliyê leşkeran ve hate qetilkirin."
Hevalê Ayhan Vahdettin Polat ku darbesta Ayhan danî ser milê xwe jî destnîşankir ku ku Ayhan mirovekî pir têkoşer bû û wiha axivî: "Hevalê min ê 25 salan e. Di 4 salên dawî de ji bo têkoşîna gelê Kurd zêde lê hûr dibû. Her tim di nava hewldana ku kaibe bibe bersîva daxwaza gel de bû. Ji aliyê têkoşînê ve pir bi hêrs bû."

'Em dê wî bi kenê wî nas bikin'

Hevalê Ayhan ê ku 3 salin bi hevre xebata Meclîsa Giştî ya Bajar dimeşînin Senar Elter jî bal kişand ser kesayetiya Ayhan û wiha axivî: "Hevalekî pir hedekar bû. Bi ked û hewldana xwe dihat naskirin. Pir bi hestiyar û dildarî nêzîkî kar dibû. Di civînê meclîsa bajar de her tim pêşniyar û fikrên xwe bala her kesî dikişand ser xwe. Di meclîsê de di komîsyona Çandinî û daristanê, Komîsyona Perwerdehiya Ciwanan û Sporê, Komîsyona Plana Butçeyê û gelek xebatên din cih digirt. Bi ked û hewldanên xwe xwe îspat kiribû. Em dê her tim wî bi ruyê wî yê ken nas bikin."




Konê Şînê yê ji bo Ayhan bi girseyî tê ziyaretkirin


Konê şînê yê ji bo endamê Meclîsa Giştî ya Bajar a Wanê Yildirim Ayhan ê ku di 28'ê 'ê tebaxê de li navçeya Çelê di meşa mertalê zindî de ji aliyê leşkeran ve hate qetilkirin hate vedan, bi girseyî tê ziyaretkirin.
Pêr li taxa Cumhuriyetnê ya Wanê ji bo endamê Meclîsa Giştî ya Bajar a Wanê Yildirim Ayhan ê ku di 28'ê 'ê tebaxê de li navçeya Çelê di meşa mertalê zindî de ji aliyê leşkeran ve hate qetilkirin, konê şînê hate vedan. Kone şînê bi girseyî tê ziyaretkirin. Li konê şînê yê ji bo Ayhan posterê Yildirim Ayhan, alên PKK'ê û Konfedaralizima Demokratîk hatin daliqandin. Di ziyaretê de parlementerên BDP'ê yên Wanê, Hevseroka Giştî ya Kongreya Civaka Demokratîk (KDC) Aysel Tugluk, endam û rêveberên BDP'ê û welatiyên ji gund û taxan hatin, amade bûn. Bi taybetî ji gund û navçeyan kom bi kom tên kon ziyaret dikin û kuştina Yildirim şermezar dikin. Ji ber ku ji gelek gund û navçeyan hatin konê şînê ziyaret kirin, li ber konê şînê cihê wesatiyan nema û konvoyek mezin çêbû. Konê şînê ji serê sibê heta niha ji aliyê zêdeyî 10 hezar welatî ve hate ziyaret kirin û ziyaret bi girseyî didome. Her wiha ji Colemêrgê jî bi konvoya ku ji sedan wesayit pêk dihat hatin Wanê û konê şînê yê ji bo Yildirim hatiye vedan ziyaret kir.
Li Wanê ji ber ku cejn nehat pîroz kirin hemû kolan bêdeng in.


NAZAN SALA - DÎHA/WAN