Di 29’ê çile da çeteyen DAIŞ’ê xwestin bikevin navenda Kerkûkê û êrişen xwe li ser Kerkûkê zedekirin. Çeteyên DAIŞ’ê yen ku xwestin di eniya başurê Kerkûkê de êriş bikin rastî bersiva tund yên hêzên hevbeş yên Kurd hatin.

Gerîlayên HPG'ê û YJA Starê yên berşdarî şerê li eniya beşurê Kerkûkê bûne axivin:

Ezda Xelil: Rojeki beri êriş werê li darxistin me kefxweşiya rizgarkirina Kobanê jiyan dikir. Ji xwe du roj piştî rizgarkirina Kobanê êriş pêk hat, me texmin dikir ku ew di Kobanê de binketine wê li ciheki din êrişên xwe dijwar bikin. Saet 01:00’ê şeve bû ji me re agahî hat ku êriş li Tilwerdê hatiye li darxistin. Li ser vê yekê me xwe amade kir û saet 02:00 şevê bere xwe da herêma şer di çeperande bi cih kir.  Rewşa hewaye pir xirab bû, le tevi hemu şerten zor û zehmet em di çeperan de bûn. Ji xwe çeteyên daiş’ê ji heweya xirab sudwergirtibûn wisa vaşarti hatibûn sengere pêşmergan girtibûn. Şere heri dijwar li Mekteb Xalid peşket. Me bi tilili û sloganan êrişî çeteyan kir. Pirr nezî me bûn, yek kes ji piya sekinibû û li me meze dikir, gazi me kirin û gotin werin em pêşmerge ne. Hevala li keleka min got; ew ne pêşmergene bi zanebûn wisa dibejin lebixe. Dema heval ji min re wisa got li wan xist. Gelek cenazeyen wan di dest mede man û yen manji xwe bi zore xilas kirin.

Rojgrav Avesta: Destpêke êrişî Tilwerde kirin. Hedefa wan girtina şirketa bi navê Xaza Bakur bû û piştî wî jî bikevin navenda Kerkûkê. Şer di saeten sibehê de dijwar bû, çete ne li bendebûn ku we rastî berxwedana hezen hevbeş werin. Ji ber ku çeteyên DAIŞ’ê bi veşarti êrişî hinek sengeren pêşmergan kiribûn û girtibûn, moralê pêşmergeyan ketibû. Hinek ji wan di şoqê de bûn. Hinekan ji wan jî li gel me şer kirin. Ji xwe di despeka şer de fermandarê pêşmergeyan şehîd bû, vê bandoreke neyînî kir. Helwesta gerîlayan bandoreki ereni avakir. Serê sibehê me dît ku çete gelekî nêzî me ne. Ji ber rewşa hewayê ne baş bû me nedizani ewqasî nez bûne. Me çawa ferq kir ku ew pir nezîn me êriş kir û êdî şer geleki dijwar bû. Komek hevalên me di destpêka şer de li Mekteb Xalid bû, şer heta saetên nivro bi dijwarî dewam kir. Hevalên me tevî komek pêşmerge xwe ji dorpêça çeteyan rizgar kirin. Paşê yekîneyên taybet ên başûrê Kurdistanê jî gihiştin herêmê û bi êrîşeke xurt hêza çeteyan hate şikandin û tevî wendahiyên mezin vekişiyan. 

Rojîn Jiyan: Evarê dinya geleki tarî bû, tiştek xuya nedikir. Em li benda sihare man, serma û seqemek gelek dijwar hebû, lê me bawer dikir ku eme ve carê ji êrişên çeteyên DAIŞ’ê bişkînin û careke din Mekteb Xalid û Tilwerdê ji deste wan rizgar bikin. Koma me em sê hevalên jin û du hevalê xurtbûn. Hebûna hevalê jin li wir tirsek xiste nava çeteyan. Ji xwe wan piştî denge tilîliyên me bihîstin û şunde nekarin bi pêşde werin. Berpirsyara koma me hevaleke jin bû. Komek pêşmerge li gel me bû. Me ber bi saeten nîvro xwe ji êrişeke dijwar re amade kir. Bi alikariya hevalên me yên herêmê  me xwe ji nav çembere rizgar kir û em qedemekê paşde kişiyan. Piştî wê jî weke hêzên hevbeş û hêzên dijterorê me êriş bir ser çeteyan. Wan piştî gelek windahî dan paş de kişiyan. Tilwerdê û Mekteb Xalid hatin rizgar kirin. 


ŞARISTAN NURHAQ/ANF/KERKÛK