Serokê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûrat Karayilan peyama “Ev der pir hesas e. Derketina hevdîtinê ne guncaw e” ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji biraryê xwe Mehmet Ocalan re şandibû, nirxand.
Karayilan bersiv da pirsa ANF’ê ya “ Hûn vê peyamê çawa dinirxînin?” û got; “Ev helwesta ku Rêbertıya me nîşan daye, me xistiye di nava guman û fikarên pir ciddî de. Ger şert û mercên wir ne ewqas zor bûya, Rêbertiya me helwesteke wiha nîşan nedida. Ev tê wê wateyê ku şert û mercên li wir guherîne û girantir bûne. Hatiye rewşeke xetertir. Ji ber wê jî hevoka “Vê derê pir hesas e, derketina hevdîtinê ne guncaw” bi kar aniye. Li gel me jî gûmanên pir ciddî yên der barê rewşa li Îmraliyê de çêbûne. Lê ne tenê em bi fikar in; hemû civak û gelê me jî di nava fikaran de ye.”
Karayilan got; “Rêber Apo, bi rûmeteke mezin li hemberî vê namerdiyê li ber xwe dide û rûmeta mirovahiyê diparêze” û wiha domand; “Ji ber wê jî her ku diçe şert û mercên wir her ku diçin girantir dibin û rêbazên nû têne ceribandin. Ji ber wê jî em ji bûyer û qewimînên li wir pir bi fikar in.”

'Divê saziyên pêwendîdar bikevin dewrê'
Karayilan got; “ Eger bi rastî jî, wijdanek a navneteweyî hebe û dîsa CPT û DMME û yên din, dê vê yekê bişopînin û ger wijdanek wan hebe dê bikevin dewrê.”
Karayilan wiha axivî; “ Hikûmeta AKP’ê dixwaze bi rêbazên kirêt û bi awayeke qirêj, her tim bi ser Îmraliyê de diçe û dxiwaze encamekê werbigire û ev şerê vê yekê ye. Ev şerê ku tu qûralan nas nake li hemberî gelekî hatiye destpêkirin. Divê hemû alîgirên mirovahî û demokrasiyê li hemberî van rêbazên kirêt û qirêj ên bê deng nemînin. Em bang li saziyên peywendîdar dikin ku careke din wezîfeyên xwe pêk bînin. Em nizanin ka li wir çi diqewime. Lê ger şert û mercên wir ne ewqas giran bûya, Rêbertiya me helwesteke wiha nîşan nedia. Divê ev yek were zelakirin û ronîkirin. Niha ev 6 meh in ku Îmrali ji bo Kurdan weke qûtiyeke reş e. Li wir çi dibe, çi diqewime, nayê zanîn. Ev rewş jî rê li ber gelek fikar û gumanan vedike.”

'Encamê tecrîdê dê giran bin'

Karayilan, qanûna tecrîda li ser Ocalan a vê heftê dê bînin Meclisê jî nirxand. Karayilan da zanîn ku ev qanûnê wekî çarçoveya şerê topyekun pêş dixe. Karayilan wiha domand: “Ew qanûn di çarçoveya şerêkî topyekun hatiye avakirin. Ev tê wateya rêberê gelekî ji gelê wî qut bike û wî apolîtîze bike. Ger ev qanûn derket, dê heta dawî di feraseta şerê serdestiyê de israr bike. Kesên ku vê qanûnê têxin meriyetê dê berdêl wê jî bidin. Ew bawer dikin ku dê bi vê fersetê bi ser kevin. Lê, em wek rêvebirê rêxistinê, di rûmetdar de ne ku tekoşîneke bi însiyatîfa xwe bidine meşandin. Bi taybetî di îro pê de têoşîn ku bê dayîn dê bi tevahî di binê însiyatîfa me de bê birêvebirin. Di vê serdemê de nirxên demokratîk û azadî bi pêş dikeve zîhînyeta AKP’ê bi diyalogê û çareseriyê na, bi tunekirina me û bi polîtîkayên tepisandina Kurdan dixwaze tiştan bi dest bixe. Li der û doran gelek kesên ku marjînal bûne dibîne, xwe dispêre wan û wana wekî alternatîf derdixe û hewl didin Rêbertiya me lii derveyê pirsgirêkê bihêle, di vê polîtîkayê de israrkirin xeletiya herî mezin e. Ji ber ku ev polîtîka dê bi kêrê dewleta Tirk nayê, dê tu çareseriyê bi xwe re neyne. Di vê hêlê de dê ev polîtîka li xwediyê xwe vegere û bibe sedema binketina wan.”

'Bi rêbazên nû berxwedan dê bidome'
Serokê Konseya Rêbeveber a KCK’ê Mûrat Karayilan da zanîn ku wekî ew hêjar bin û wekî AKP’ê ji hêla dîplomatîk de, aborî de û alavên leşkerî de xwediyê bi hêz nebin got û wiha domand: “Lê riya me riyeke rast e û doza me dozeke xwedî maf e. Em wek gelê me biryara xwe ya azadiyê daye û di vê hêlê de em rêxistineke xwediyê bi hezaran kadro, xebatkar û canfedayane. Ger bêjin şer, dê ev şer berdewam bike. Pêwîst bike em ê rêbazên xwe jî biguherînin, bi tevahî ev rêbazana li gerî civakê û li gerî şerê nû û li gerî berxwedana dê bi pêş bikeve.”
Me çawa ku li hemberî faşîzma 12’ê Îlonê li ber xwe da, me çawa li hemberî Ergenekona salên 90’yî li ber xwe da, û me çawa vana hemûyan bê encam û bandor hişt, em ê dîsa li ber xwe bidin. Dê zîhniyeta AKP’ê jî bê encam bimîne. Ji ber vê jî, hikûmeta AKP’ê ji aqilê sivik, li hemberî Rêberê Gelê Kurd biryarek nû digire, dê ev yek wana bixe nava zoriyan û dê rê li ber binketina wana vebike.”

'Mehabad pêngaveke girîng bû'

Her wiha, Karayilan 66’emîn salvegera Komara Kurdan a Mehabadê jî bi bîr xist û got; “ Îro 22’ê çile ye. Roja damezrandina û ragihandina Komara Kurdan a Mehabadê ye. Di 22’ê çileya 1936’ê de, li Mehabadê bi pêşengiya Qazî Muhemed, tekoşîna Kurdan bi Komara Mehabadê kîlomtereyek ber bi pêş ve çû. Ev pêngavek pir hêja bû. Di 66’emîn salvegera komarê de, ez pêşî Qazî Mihemed û hemû şehîdên Komara Mehabadê bi bîr tînin. Komara Mehabadê hewldaneke hêja bû li hemberî Peymana Lozanê ya ku Kurdan tune dihesiband. Dibe ku temenê wê kin bû, dirêj nekir, lê ev yek ji bo dîroka tekoşîna gelê Kurd pêngaveke pir hêja û girîng bû. Ji ber wê jî ez dixwazin bibêjim ku em ê bîranîna şehîdên Komara Mehabadê, bi tekoşîna xwe re bidin jiyandin.”

ANF/BEHDÎNAN