Serokê Lijneya Rêveberiya Navenda Giştî ya JMO’yê Dûndar Çaglan jî destnîşan kir ku enerjîya ji GAP’ê tê bidestxistin hewceye dîsa li herêmê bê bikaranîn û wiha got: “GAP di dema hikûmeta AKP’ê de weke ranta sîyasî hate bikaranîn. Xizmeta gelê herêmê nake. AKP polîtîkayeke kurevî ji emperyaliste re pêşkeş dike." Çaglan, da zanîn ku hewceye jeolog van politikayan deşîfre bikin û civakê li ber çav bigirin. Çaglan, bilêv kir ku ji bo herêm pêş bikeve divê aşitîyeke bi rûmet pêk bê û ji bo aşitî jî divê bi xwedîyê pirsgirêkêre re dîyalog bê danîn. Çaglan herî dawî destnîşan kir ku divê ne ji bo çekan jibo xizmeta civakê dive pere bê razandin û ji bo vê yekê jî divê dem bê dayîn.
AMED-DÎHA