Ponte diyar kir ku di encama lêpirsînê de heta niha ew negihiştine ku belgeyên ku karanîna çekên kîmyewî ji aliyê hukûmeta Sûriyeyê ve û ev yek nehatiye piştrastkirin. Dozgera berê ya Swîsreyî bal kişand ser kesên li rastî van madeyên kîmyewî hatine û tên dermankirin û got: “Gumanên xurt û şênber hene, lê heta niha delîlên ku rê li ber gotûbêjan vebikin tune ne.” Derbarê karanîna şert û mercên karanîna gaza sarîn de agahiyên berfireh neda. Dozgera berê ku hevpeyvînek da radyoya bi Îtalî ya li Swîsreyê got: “Li gorî şahidiyên ku me bi dest xistine, serhildêran serî li gaza sarînê dan û çekên kîmyewî bi kar anîn.”

Dozgera berê ya Dadgeha Ceza ya Navneteweyî ya Yûgoslavyayê Ponte got: “Divê lêpirsîna me bi şahidiyên nû bê kûrTirkirin û piştrastkirin, lê neta niha li gorî tiştên ku me bi dest xistine, yên ku gazên sarîn bi kar anîne dijberên rejîmê ne.”

Nizanin ji aliyê kê ve hatine bikaranîn

Sala 1988’ê zêdetirê 5 hezar Kurd li Helepçeyê jialiyê rejîma Seddam ve bi çekên kîmyewî yên sarînê hatin qetilkirin. Ev madeya jehrî ku sîstema sinir a laşê zindiyan tê dibe, tenê dilopeke biçûk jî dibe sedema mirinê. NY’yê sala 1991’ê vê gaza kîmyewî xist nava çekên ku girseyan dikujin û ev gaz sala 1993’yê ve ji aliyê Konvasyona Çekên Kîmyewî ve hate qedexekirin.
Rejîma Sûriyeyê û komên çekdar ên Sûriyeyê hev du ji ber karanîna çekên kîmyewî tawanbar dikin. Bi taybet îdîayên ku dibêjin li herêmên Şam û Helebê ev çekên kîmyewî hatine bikaranîn hene. Yek ji hedefên van êrîşan jî Kurd bûn. Roja 13’ê Nîsanê balafirên şer ên rejîma Sûriyeyê taxa Şêx Meqsûd a ku piraniya wan Kurd in bombebaran kiribû. Di êrîşê de du zarok û jinek jiyana xwe ji dest dabûn û 16 kes birîndar bûn. Di dîmenên ji ku ji aliyê ANF’ê ve hatin weşandin de, kesên birîndar dilerizîn, tam ne li ser hişê xwe bûn û ji devê wan kewa spî dihat. Bijîşkan da zanîn ku kesên kîmyewî hatine bikaranîn û şahidan jî diyar kir ku di bombebaranê de bombeyên weke qûtiyên konserveyê ji balafiran hatine avêtin. Artêşa Kurdan YPG, derbarê karanîna van çekan de lêpirsîn dabû destpêkirin.
Hêzên rejîmê û komên çekdar ên muxalefetê, di meha Berfanbarê de li Hûmsê, di adarê de li Heleb û Şamê sê caran hev du bi karanîna çekên kîmyewî tawanbar kiribûn. Rêveberiya Washingtonê jî di daxuyaniay xwe ya dawiyê de gotibû ku hêzên hukûmeta Sûriyeyê di pileyên cûda de gaza kîmyewî ya sarîn bi kar aniye. Lê Serokê DYA’yê Barack Obama di daxuyaniya xwe ya hefteya borî de dabû diyarkirin ku ew nizanin ev çekên kîmyewî kengî, çawa û ji aliyê kê ve hatine bikaranîn.

ANF/CENEVRE