Gelek alîkarî ji gelê Kurd li hemû aliyên Kurdistanê ji gelê Rojavayê Kurdistanê re hatin berhevkirin. Di derbarê alîkariyên ku gihiştine Rojavayê Kurdistanê Endamê Komîteya Rêvebir a Sînor ê Sêmalka Ebdilrehman Hemo wiha got: “Alîkariyên ji gelê Kurd li perçeyên din yên Kurdistanê gihişte Rojavayê Kurdistanê evin: Milyonek lître mazot û hezar ton ard ji başûrê Kurdistanê, 200 ton erzaq ji xelkên Hewreman, 175 ton ji komîteya parastina girtiyan a Silêmaniyê, 64 karton derman ji Qendîlê 200 ton erzaq ji gelê Qesrok û 150 ton madeyên xwarinê ji Mexmûrê hatine. Her wiha Hemo da zanîn ku 600 karton derman ji rêxistina alîkariya gel, 88 kîs pêdiviyên zarokan ji rêxistina rizgarkirinê ya Norwicê, 150 wesayit erzaq û 2500 000 dînarên Îraqê ji gelê Derbendîxan, 600 ton madeyên xwarinê ji gelê Soran, 40 ton ji gelê kampa Mexmûrê jê 24 karton şîrê zarokan, 100 ton ji Midûriyeta Penaberan ya parêzgeha Duhokê, 226 karton derman û 300 kîlogram birinc ji rêxistina Silêmaniyê, 1500 kîlogram ard ji Hec Ebdilwehab ji Herêma Başûrê Kurdistanê û 400 kîlogiram birinc û 1500 kîlogram ji welatiyê bi navê Ebdela Xalid Heyder.”
Derî ji her kesî re vekiriye
Hemo derbarê pira di navbera başûr û rojavayê Kurdistanê de got; '' Pir wê ji aliyê hikûmeta Başûr ve were amede kirin, ji ber ku rejîma Bass derî temam nekir hin perçeyên wê kêmin ji me re zehmete ku em wan peyda bikin, hikûmeta başûrê Kurdistanê hin muhendis şandin Rojavayê Kurdistanê û li pirê nêrîn, ku tu pirsgirêk dernekevin wê pir di demeke kin de amede be''.
Hemo di derbarê derbazbûna mirovan de balkişand ku, ji bo serdanan mirovan hîn hikumeta başûrê Kurdistanê tiştên xwe yên rotînî ne qedandiye, ji ber wê niha kesên nexweş û Desteya Bilind derbaz dibin. Her wiha Hemo destnîşan kir ku hin rêxistinên sivîl li ji Bakûr û Rojhilatê Kurdistanê têkilî bi wan re danîn û gotin ew dê alîkariyan ji bo rojavayê Kurdistanê re rêbikin û Hemo da zanîn ku; ''Derî li pêşiya her kesî vekiriye ku alîkariyan ji bo gelê Rojavayê Kurdistanê rêbike. Piştî ku Desteya Bilind ya Kurd ji Başûrê Kurdistanê vegere wê daxuyaniyê derbarê encamên civînê de bidin.”
ANF/DÊRIK