Nivîskar û civaknas Fatna El Bouilh ê Fasî ku gelek salan di girtîgeha Derb Moulay Cherif, der barê girtîgehên li Tirkiyeyê de nerînên xwe anîn ziman. Ciherîf da zanîn ku ji ber pêkaninên li cîhanê divê tu carî ranezê û her tim bixebite û wiha got: "Êşên berê min kişandibûn hêj li gelek deverên cîhanê gelek mirov dikişînin. Nivîskar Îrfan Babaoglu du di salên 1980'an de li Girtîgeha Amedê de girtî ma jî anî ziman ku ji bo çareseriyek mayinde divê berî her tiştî dadgehên wîcdanî bên avakirin.
El Bouîlh û Babaoglu, der barê çareseriya pirsgirêka kurd de ji DÎHA'yê re axivin. El Bouîh, anî ziman ku ji bo pirsgirêk çareser bibe divê berî her tiştî Derb Moulay Cherif bibe muze. Bouih, anî ziman ku serpêhatiyên li Girtigeha Amede pêk hatin li welatê wan jî pêk hatin. Bouilh, anî ziman ku di pêvajoyek gelek zor û zahmed re derbas dibin, lê bawer dike ku dê pirsgirêk çareser bibe.
Bouilh, anî ziman ku çareserî pêkan û ji bo vê yekê jî divê dîrok rast bê dîtin û xwendin. Bouilh, destnîşan kir ku ji ber dîrok bi destê dewletê hatiye nivîsandin, divê ji nûve dîrokê binivîsin û li gorî rastiyê binivîsin. Bouilh, destnîşan kir ku li mezkên Derb Moulay Cherif îşkence pêk hatine û wiha got: "Piştî van bûyeran divê qedera van avahiyan ji aliyê mexdûrên wê demê û parazvanên mafên mirovan ve bê diyarkirin. Ez bûyerên li Girtigeha Amedê û girtîgeha welatê xwe dişibînim hev. Heta li deverek din a cîhanê êş û îşkence hebe divê ez qet ranezêm. Divê ez her tim têbokşim. Êşa ku min berê kişandiye, niha li gelek deverên din mirovên din vê êşê dikişînin."

'Tirkiye mînakên cîhanê vala derdixe'
Girtiyê girtîgeha Amedê yê serdema 12'ê Îlonê Îrfan Babaoglu jî anî ziman ku gelek mirovên wan ji ber şer û pevçûna heyî hêj li dervê welat dijîn û wiha got: "Tirkiye mînakên cîhanê vala derdixe û li gorî xwe şirove dike. Em dixwazin mînakên li cîhanê li Tirkiyeyê jî pêk bîne. Welatên din komîsyonên edaletê avakirin. Divê pirsgirêk di nava aştiyê de bi diyalog û muzakereyan çareser bibin. Ji bo pirsgirêk bi awayekî aştiyek mayinde çareser bibe divê dadgeha wîcdanî bê avakirin."

'Bêrûmetî tê xwestin'
Babaoglu, da zanîn ku projeya AKP'e yu ku girtîgeha Amedê bike disibtan li dijî mirovên ku di 12'ê Îlonê de rastî işkenceyê hatine neheqiyek mezin e û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ev projeya AKP'ê neheqî ye. Bêrûmetiyê û bêkesatiyetiyê dixwaze. Dixwazin mirov bê nasname, rumet û kesayetî bihêlin. Lê ev nayê qebûlkirin.
Nîne: Nûcegîhanê me Omer Çelîk beriya bê girtin ev nûçe amade kir. Me jî wekî hevalê wî nûce temam kir û bi xwendevanên xwe re parve dikin.


OMER ÇELÎK - DÎHA /STENBOL