Welatiya bi navê Nefîse Erdogan a ku di erdheja 23'yê cotmehê de buka xwe Suzan winda kir bi 2 neviyên xwe û hevserê xwe koçî Antalyayê bû. Kurê Erdogan jî dê li Wanê bixebite û ji wan re pere rêke Antalya yê. Erdogan, diyar kir ku bilî kevirian tu tiştê mala wan nema û nikarin du kon de bimînin. Erdogan, anî ziman ku ew dê li Antalya yê di kirayê de bimînin û heye paşve vedigerin dê îdare bikin. Erdogan, da zanîn ku heye niha tu kesî alîkariya wan nekir û wiha got: "Incax xwedê alîkariya me bike." Erdogan, bilêv kir ku dema rewşa hewayî gerim bû dê vegerin Wanê.
Welatiyê bi navê Sabahattîn Aysel ê ber bi Samsunê ve diçû jî diyar kir ku ji ber li vir tu eleqe nedîtin dê biçin cem xizmên xwe. Ayel, anî ziman ku mal, kar û zarokên me çûn em dê êdî li vir çibikin. Aysel, da zanîn ku ev 65 salin li Wanê dijîn û wiha got: "Cihê tu lê hatî dîtin, mezin bû lê xebitî û raketî ev dere. Ez xemgîn im. Ez ji we re dibêjin kî mala xwe terk dike. Em çibikin."
Jina bi navê Hamiyet Sevînç jî diyar kir ku heye rewşa hewayî gerim dibe dê li mala dayîka xwe bimîn e. Zaroka Hamiyet Sevînç a 9 salî Îlayda bi rondikan Wanê terk dike û wiha got: "Ez nizanin ku ka ez dê vegerin an na lê teqez ez dixwazim vegerim. Terkirina Wanê gelek zor e. Kîjan mirov dixwaz Wanê terk bike."
'Emê paşve vegerin'
Jina bi navê Ruşen Çevîrel a bi malbata xwe re diçe Marmarîsê jî diyar kir ku neçare dest ji dibistanê berda. Çevîrel, anî ziman ku ew diçin cem Apê xwe û wiha got: "Em dê paşve vegerin." Çevîrel, da zanîn ku tişta herî wê xemgîn dike ew e ku hemû xizim û hevalên xwe li peyxwe dihêle û wiha axivî: "Ji ber ku ev gel hemû hate vê halî ez gelek xemgîn im. Welatê me ye. Em mecburin vegerin. Ez gelek ji hej Wanê dikin bi hemû tiştên wê re."
DÎHA/WAN
Malbatên Wan terk kirin têkoşîna jiyanê didin
Piştî erdheja Wanê ji ber şertên zivistanê, bêeleqeya rayadaran û pirsgirêkên din mexdurên erdhejê ber bi bajarên mezin ve koç kirin. Mexdurên erdhejê piştî çûn bajarên mezin niha jî ketin fikara dê çawa malekê peyda bikin û dê çawa pêdiviyen xwe yên jiyanê temîn bikin. Ji 3 malbatên hatin Îzmîrê û li dijî dijwariyan têdikoşin Malbat Înan, zarokên xwe naşînin dibistanê û dest bi karê xurdatiyê kirin.
Dayîka bi navê Hulya Înan, yek ji 15 kesên di mala vala de dijî ye. Hulya Înan bi 2 xizmên xwe yên zewicî re ji Wanê koçî Îzmîrê kir. Hulya Înan, diyar kir ku piştî hemû alavên wan di bin xirabeyê de man û demekê di konê Kizilayê de man, ligel 2 malbatên xizmên xwe koçî Îzmîrê kirin û wiha got: "Di erdhejê de mala me hilweşiya û me bi zorê xwe xilas kir. Em bi rojan di kon de man. Konên dan me konên havînê bûn û ji ber vê yekê zarokên mîn serma girtin." Înan, anî ziman ku ew neçar man Wan terk bikin û bên Îzmîrê û wiha axivî: "Me tu tişt bi xwe re neanî. Nasnameyên me jî di bin xirabeyê de man. Em tene bi cilen xwe hatin vir."
Dest bi xurtevaniyê kirin
Înan, da zanîn ku ji ber nasnameyên wan di bin xirabeyê de man nikare qeyda 3 zarokên xwe yên diçin dibistanê çêkin. Înan, bilêv kir ku zarokên naçin dibistanê ji bo debara malbatê bikin li kolanan xurdavaniyê dikin. Înan, destnîşan kir ku ew nizanin dê çawa mala vala germ bikin. Înan, derbirî kir ku hevserê wê ji bo tiştên di bin xirabeyê de mayî bigire vegeriya Wanê û wiha axivî: "Em li vir 3 malbat di malekê de têkoşîna jiyanê didin. Em dê bi alîkariya çîranên xwe re vê zivistanê derbas bikin. Dema ku rewşa hewayî gerim bû dibe ku em vegerin Wanê." Jina bi navê Suheyla Dîk a bi malbat Înan re heman malê parve dike jî xwedî 2 zarok in. Dîk, diyar kir ku dema ji Wanê koçî kirin tenê bi xwe re lihêv biri."
ÎZMÎR