Dayika Agît Altan Menfiye Altan li ser daxwaz û sekna kurê xwe axiviî. Altan ku di sala 1992'an li gundê Maxmaruna yê navçeya Misircê ya Sêrtê ji dayik bû. Altan, yek ji 5 zarokên malbatê bû. Di sala 2009'an de tev li PKK'ye bû. Dayika Altan Menfiye Altan, ku çavê wê bi saxî li rêya kurê wê bû, piştî 2 sal şûnde cenazeyê wî ji wêre hat. Altan, behsa kurê xwe kir û wiha got: "Serê sibê taştê xwar û got "Ez derdikevim" û derket. Li bisikletê xwe suyar bû û ji malê dûr ket. Pişt re jî venegeriya. Serê xwe datanî ser çonga min û stran ji min re digot. Kurê min pir çalak û rûliken bû. Her kesî ew baş nas dikir. Piştî dibistana seretayî û navîn xelas kir ji bo lîseya vekiri qeyda xwe çêkir. Di heman demêde li medreseyê jî dest didît. Kurêmin Agît, pê pûşî qet dernediket derve. Pir ji şal û şapik hez dikir. Bi ser pêlava meqabê de dimir. Her tim pêlava meqabê dixist piyê xwe. Cîranan û derdorê digot kurê te ji her kesî cudatir e. Bi rastî jî wisa bû. Ji 5 zarokên min ên pir cuda bû. Pir ji hunermend Seyda Perinçek hez dikir. Ji staran Amara pir hez dikir. Dema ku li Seyta Perînçek guhdar dikir dengê kesî nedihat wî. "

'Digot ez tenê nan û pivaze bixwim'

Dayika Altan, Menfiye Altan, bal kişand ser biranînên xwe û wiha berdewam kir: "Rojekê kurê min hate malê. Min got ez dê xwarinê jêre çêkim. Got dayê pîvazê bide ez dê bi nan bixwim. Got ew qas mirovê me birçîne ez dê tenê pîvazê bixwim. Qet cudakarî nedixist nava xwairinê. Li pişt situyê kurêmin şahnek mezin hebû. Di nava hezar kesan de be jî min ew ji şahna wî nas kir. Beriya ku kurê min biçe ji min re got "Dayê tenê daxawzek min ji te heye. Divê tu li vê dozê xwedî derkeve. Ew qaz însan jiyana xwe ji dest didin divê me bêtir li têkoşînê xwedî derkevin. Ez dixwazim tu her tim girêdayî vê dozê be." Altan, bertek nîşanî Erdogan da û anî ziman ku kurê wê di temena emrê wê de ji destê wê girtin û birin.  


GULSEN ASLAN - DÎHA/SÊRT