Namzedê HDP’ê yê Mêrsînê Dengîr Mîr Mehmet Firat têkildarî namzediya xwe û hilbijartinên 7’ê hezîranê de axivî. Firat destnîşan kir ku wî di sala 2008’an de ji bo xwe dawî li siyasetê anî ye û wiha got: “Min dixwest ku ez emrê xwe yê mayî bi malbata xwe re ji siyasetê dûr derbas bikim. Lê piştî sala 2011’an saziyên Tirkiyeyê yek bi yek hatin dagirkirin. Ev sazî bûn dîlên bîrdozî û partiyekê. Maf û azadiyên bingehîn her roj zêdetir hatin binpêkirin. Min dît ku welat di bin tehdîdek mezin de ye û dixwazin bixin rêyek jêvenager. Yên dixwestin vê yekê bikin ev yek nepenî jî nedikirin. Li qadan û ekranên televîzyonan aşkera diqîriyan. Lê dema ev digotin, derew dikirin. Ji ber ku di makeqanûnê de pergalek serokatiyê ya bi isûla tirkan tune ye. Rejîma Tirkiyeyê di bin tehdîtekê de ye. Ji ber ku min ev tehdît dît ez cardin vegeriyam siyasetê. Min xwe mecbûr dît ku ez cardin xizmetê ji gel re bikim.”
Hilbijartina dîrokî
Firat anî ziman ku partiyên siyasî armanc nîn in û organîzasyonek dibin wesîlyeya armancê ne wiha axivî: “Dema em li vê organîzasyonê dinêrin, tekane partiya welat xilas bike HDP ye. HDP bendê derbas dike û ew jî dê pêşiya hişmendiya welat ber bi felaketê ve dibe jî bigire. Min bi vê boneyê di nav HDP’ê de cih girt. HDP di nav hewldaneke ku tevahiya civakê bihewîne de ye. Hilbijartinên 7’ê hezîranê hilbijartinên ji rêzê nîn in. Ev hilbijartin tên weteya ka li Tirkiyeyê demokrasî heye yan tune ye. Tê weteya fedakirin an jî parastina azadiyan. Daxwaza jiyan an jî ne jiyana li welatek azad û demokratîk e. Bi vê boneyê dema mirov dengên xwe bikar tînin divê vê yekê li ber çavan bigirin. Ku di navbera 350-400 wekilan bigirin dibe cardin li welat hilbijartin çê bibin lê tu caran nabin hilbijartinên rasteqîn. Têkoşînek rasteqîn a demokrasiyê jî tu car çênabe.”
Ji ber rûmetê îstîfa kir
Firat têkildarî xebatên hilbjartinê de jî axivî û anî ziman ku dê li tevahiya Tirkiyeyê xebatê bimeşînin. Firat destnîşan kir ku dê li 81 bajan hebin û wiha domand: “Em di demeke ku têkoşîn bê dayîn de ne. Bi vê boneyê ez cardin ketim hilbijartinê. Bi taybetî dema em li hilbijartinên 2011’an binêrin ji Samsûnê heta Mêrsînê bigire heta Konya û Ispartayê xetek hat kişandin û li van deran tenê parlamenterek esil kurd nehat hiştin. Teva paqijkirin. Li Kurdistanê jî tenê parlamenterek xwe wekî kurd îfade dike, nekirin parlamenter. Kesên nasnameya kurd îfade dikirin, tasfiye kirin. Lazim e kesên di lîsteyên AKP’ê de cih digirin vê yekê fam bikin. Serokwezîr li ser zimanê kurdî gotina, ‘Ma dewleta kurdan heye ku zimanê wan jî hebe’ min bertek nîşan da. Ji ber vê gotinê min îstîfa kir. Ev ji bo min meseleya rûmetê bû. Piştî wê îstîfayê ez siyasetê ne difikirîm.”
Firat derbirî ku di 7’ê hezîranê de ji bilî serkeftinê naxwaze tiştek din bifikire û wiha pê de çû: “Ez dizanim ku welat dê bi ber kîjan felaketê ve biçe. Ez kaose derkeve holê texmîn dikim. Tecrûbeyek min a 47 salan a siyasetê heye. Bi vê boneyê ez hêvî dikim ku HDP dê di 7’ê hezîranê de serbikeve. Ji kîjan baweriyê dibe, bila elewî, sunî, xirîstiyan be, berî niha dengê xwe dabe kî bila dabe, divê di vê hilbijartinê de dengê xwe bide HDP’ê. Tekane tişta bê kirin ew e ku mecbûriyeta deng dayîna HDP’ê heye.”
DÎHA/ENQERE