Di dema hikûmeta AKP'ê de girtiyên nexweş yek bi yek jiyana xwe jidest didin. Lewma komkujiya li girtîgeha Rihayê di hiş û ramanên mirovan de hê jî zindî ye. Li gorî daneyên komeleya Şêwirmendiya bi malbatan re (TUAD) li girtîgehan hê jî 47 jê giran nêzî 500 girtî hene. Di mehên Hezîran û Tîrmehê de li girtîgeha Rihayê 13 bi tevahî 22 girtiyan jiyana xwe jidest dan. Serokê TUAD'ê Mahmut Taşdan diyar kir ku yek ji qurbanên îxmalên li girtîgehan ê herî dawiyê li girtîgeha Tîpa M'ya Midyatê Abdulvahît Kiliçê ku tê îdîakirin xwe kuştiye, bêdengiya li hemberî mrina Kasim Demîrê ku ji girtîgeha Tîpa D'ya Amedê ji bo tedawiyê birine Îzmîrê Kasim Demîr bû.
Taşdan li ser mirinên li girtîgehan axivî û diyar kir ku pêkûtiyên li ser girtiyên Kurd ji 12'yê îlonê heta niha berdewam dike. Taşdan got; "Li gorî rapora me ya sala 2011'an hejmara nexweşên giran ên li girtîgehan 248'in. Ev hejmar piştre derket 500'î. 47 girtî niha di sînorê mirinê de ne. Ji ber nexweş nayên tedawîkirin mirin jî pêş dikevin. Heke 47 girtiyên nexweş neyên tedawîkirin ew jî dê jiyana xwe jidest bidin. Êdî tehemûla me nema. Wekî ku tu tişt tune ye Wezîrê Edaletê, Wezîrê Karên Hundir û Serokwezîr dibêjin; 'li girtîgehan rewş asayî ye.' Lê her roj li girtîgehan mirin pêk tên."
Taşdan destnîşan kir ku tevî ku raporên girtî û hikûmxwarên raporan ên; "nikarin li girtîgehê bijîn" hebe jî nayên tehliyekirin, di hûcreyên 2 yan jî yek kesî de tên girtin. Taşdan anî ziman ku hikûmet jî li beramberî vê yekê helwesteke rast û dirûst nîşan nade û wiha got; "Zihniyeta dewletê xwedî feraseta Kurdê herî baş Kurdê mirî ye. Lewma hikûmeta AKP'ê dixwaze mirinên li girtîgehan zêde bibe. Armanca AKP'ê kuştina tevahiya Kurdan e."
Taşdan bibîr xist ku gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan wekî rêberê xwe qebûl kiriye û wiha axivî: "3 milyon û nîvan Ocalan wekî vîna xwe ya siyasî qebul kiriye. Tecrîda li ser wî girtîgehan, qadan, navçe û bajaran tesîr dike. Heke dewlet dixwaze pirsgirêkê çareser bike wê demê divê destpêkê Birêz Ocalan serbest berde." Taşdan destnîşan kir ku li girtîgehan êdî cih nemaye û anî ziman ku ji ber hejmar zêdebûye dê nexweşî hê zêdetir bibin. Taşdan diyar kir ku êdî dema çareseriyê hatiye û wiha dawî bi axaftina xwe anî: "Bila 47 hevalên me serbest berdin. Wekî TUAD'ê em ê li wan binêrin û tedawî bikin. Heke hevalên mer bernedin bila nebêjin welatiyên me yên Kurd. Em ne welatiyên wan in. Êdî bes e dê heta kengî ev zilm berdewam bike."
STENBOL