
Amedspor a bi taybetî di vê sala dawî de bi awayekî serkeftî pêş ve diçe, rastî gelek cezayan, hewldanên lînc, qedexeyan û gelek çewisandina tê. Niha jî ji aliyê qeyûm Cumali Atilla yê tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hat kirin, rastî şert û mercê guherandina navê tîmê hat. Qeyûm diyar kiribû ku, heke ew di rêveberiya tîmê de cih negirin û navê tîmê neyê guherandin, ew ê tu budçeyê ji qulûbê re veneqetînin. Serokê Koma Dîrenîşê ya Alîgirên Amedsporê Ramazan Tugay, dest nîşan kir ku ya dê Amedsporê biqedîne guherandina navê wê ye û got, ew vê daxwaza qeyûm şermezar dikin.
Tugay, anî ziman ku dema berê navê tîmê Diyarbakir Buyukşehir Belediyespor bû, sed kesî jî maçên wê nedişopand û diyar kir ku, piştî navê tîmê wek Amedsporê hat guherandin li herêm, Ewropa û çar aliyên cîhanê maçên wê hatin şopandin û heycanek li kurdan peyde kir.
Tugay, got heke navê Osmanli tê qebûlkirin, nexwe divê navê Amedê jî bê qebûlkirin û wiha axivî: "Çawa ku Osmanlisporek hebe, AMedspor jî heye û dê Botanspor jî hebe."
29 maç qedexeya deplasmanê
Tugay, li dijî biryarên Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê û hakeman bertek nîşan da û wiha got: "Tîmekî ku bi awyaekî fermî di lîgeke TFF'yê de têdikoşe û qeydkiriye û navê wê tescîlkiriye, alîgirên wê nikare 29 maçên wê yên li deplasmanê bişopîne. Ev nîşan dide ku ji navê Amedsporê ditirsin. Ev sepandin li tu deverê cîhanê tune ye."
'Hestên wan ên nijadperest gurr dibin’
Tugay, ragihand ku dema li deplasmanê Amedspor dadikeve qadê, hestên nîjadperest ên alîgirên tîma reqîp li wna peyde dibe û wiha axivî: "Ehm hemû tîmên tên Amedê baş pêşwazî dikin û destê dostaniyê dirêjî wan dikin. Lê belê, li deplasmanê gotinên faşîst û nîjadpesret tên kirin, ev jî me nerihet dike. Dema Amedsporê dibînin ala, sirûd û eşqa welat tê bîra wan. Ev rewşeke zaf ecêb e." Tugay, bang li gelê Amedê kir da li dor Amedsporê bibin xelek û wiha got: "Peskirin tune ye, me soz daye kaptanê mezin (Şehmuz Ozer), em ê bibin şampiyon."
AMED