Piştî Rockvanan, şanoger jî ketin nav tevgerê. Lîstika fantastîk komedî ya bi navê ‘Dur Bi Dakka-Hela Deqetek Bisekine’   îro di saet 20.30'yan de li Şanogeha Mujdat Gezen a li Bahariyeya Kadikoya Stenbolê bê lîstin hemû pereyên ji bilêtan bêne bi dest xistin dê ji bo erdhejzedeyan rê bikin Wanê.Apo Kaya metna lîstika “Dur Bi Dakka-Hela Deqeyek Bisekine” nivîsandiye û derhêneriya wê kiriye. Di lîstikê de Derya Karadaş, Ebru Tekgunduz, Cengîz Okuyucu, Melina Ozprodomos, Enîs Aybar, Sîbel Taka, Korhan Herduran, Ergun Dogmaci, Murat Arda, Alîcan Yarka, Murat Şahan, Faruk Ural û Cîhan Gulmuş dilîzin. Lîstik bi mijara xwe ya fantastîk û honaka xwe demek kêfxweş pêşkêşî temaşevanan dike. Stranbêj Salîm Yavaş ji ber xetaya melekek zû miriye. Dema li dinyaya din rewş tê fêmkirin Salîm li hemberî vê mirinê îtîrazê dike lê hewldanên bi paş ve şandina Salîm a ji aliyê melekan ve bi ser nakeve. Ji ber ku mafyayên ku dema li Salîm dixistin û fêm kirin ku ew mir, bedenê wî kiribû par çe parçe û têk biribûn. Bûyer wisa didomin. Lîstik her şemiyê li Şanogeha Mujdat Gezen tê lîstin. Vê hefteyê lîstik dê ji bo alîkariya erdheja Wanê bê lîstin.

AMED