Parêzerê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Rezan Sarica, anî ziman ku li dijî muwekîlê wî Ocalan hemû zagon û peymanên neteweyî û navneteweyî tên binpêkirin û rejîmek taybet tê meşandin. Sarica, da zanîn ku hevdîtinên bi Ocalan re bi sedemên pûç û belaş tên astengikirin û wiha got: "Hemû hincet û sedem derew û li dervê rastiyê ne. Hemû hincet çîrok û xapandin e. Piştî serlêdana me ya hevdîtinê ya dawî heviya me ya bi Ocalan re xelas bû."
Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ket meha 11'emîn. Heta niha ji bo tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî bibe gelek çalakî û kampanya hatin lidaristin. Kurd gelek caran rabûn ser piyan û ketin nava çalakiyan û hemû tecrîdên girankirî bi dawî kirin. Lê heta niha tu caran bi qasî niha tecrîdek giran û bê navber pêk nehatiye. Parezerê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Rezan Sarica, bal kişand ser sedem û hinceta astengkirina li dijî hevdîtina bi Ocalan re û wiha got: "Her ku ji bo hevdîtinê em serî li dozgeriyê didin hicetên cuda didin pêş. Hemû hincetên ku didin pêş me li dervê rastiyê û bingeha wan tune. Heta niha 11 mehin li ser hev qet hevdîtin pêk nehatiye. Tu caran bi qaszi vê demê bê navber astengiyek wisa bê navber û dirêj pêk nehatiye. 11 meh astengiya bê navber bi tena serê xwe têr dike ku astengî keyfî ye. Bila tu kes ji me nepê ku em van hincetan bawer bikin. Dewlet hefteyê 2 rojan li cemawriya Tirkiye û cîhanê derewan dike. Di daxuyaniyên wan de ev yek xuya dibe. Tecrîda li ser muwekilê min pir berfreh û girankiriye. Pir balkêş ke ku dewlet bi qasî keştiyê tamîn neke aciz e. "
Sarica, da zanîn ku gelek caran hevditin dihat astengkirin, lê her tim navber navber dihat astengkirin û wiha axivî: "Lê niha tenê 11 mehan bê navber pêk hatye. Her tim em li hemberî hevdîtinê bi hêvî bûn. Lê bi vê feraset û rêbaza astengiyên xwe êdi hêvî bi mere nehiştine. Serlêdanên me bi hincetên pir vala û pûç tên astengkirin. Hin caran hinceta "Keştî xerabe ye" hin caran "Muxaletefa hewayê" kir sedem û hin caran jî sedemên weki din dan nîşan. Her tim hêviya me hebû. Lê niha polîtikayek taybet û samîmî tê meşandin. Ji ber vê feraseta bi zanebûn êdî heviyên me ji hevdîtinê xelas bûye. Ji ber ku ku niha li Îmraliyê 5 girtiyên din ên siyasî hene. Bi astengiyên li pêş Brêz Ocalan mafê hevdîtine yên di ji tên astengkirin. Ji ber hevdîtina bi Brêz Ocalan re tê astengkirin, mafê girtiyên din jî tê astengkirin.
'Rejîmek taybet tê maşandin'
Sarica, destnîşan kir ku ev pêkanin li dijî cîdîyetê ye wiha berdewam kir: "Pergala Îmraliye di nava zagon û hiqûqa neteweyi û navnetewî de cih nagire. Rejîm û pergalek taybet tê meşandin. Li ber çavê hemû cîhanê rejîmek taybet tê meşandin. Ev jî nîşan dide ku Brêz Ocalan di bin tecridek giran de ye. 36 parêzerên Buroya Asrîna ji ber bi muwekîlê me Ocalan re hevdîtin kirin hatin girtin. avukatı, Hetefa sereke Brêz Ocalan e Dozya ji nêzi 100 hezar rûpelî pêk tê hatiye amadekirin. Ji sedî 90'ê dosyayê li dijî hiqûqê ye. Di hemû dosyayên parêzeran de muwekilê me bûye hedef. Her tişt li ser Brêz Ocalan hatiye ristin. Lê ligel di nava her tiştî de muwekilê me brêz Ocalan heye jî di şahidî, bersûcî û û mudaxîliyê de Brêz Ocalan tune. Pir balkêş e me ji bo ku muwekilê me bibe şahid serî li dozger da, lê dozger bersîv neda me."
'Dozger ji tecrîdê agahdar e'
Sarica, bilêv kir ku tecrîda herî giran jî li gel di navenda hemû doz û îdîaya de muwekilê wan heye jî wekî bersûc û şahid nayê nîşandan û wiha pêde çû: "Pir aşkere û raste rast tecrîdek pir giran li ser Brêz Ocalan tê meşandin. Dozger hikûq û peyvira xwe bi cih neanîye. Ger ku peyvira xwe bi cih nîne wê demê ji tecrîdê agahdar e. Her kes li dijî hiqûqa neteweyî nêzîk dibe."
Sarica daxuyaniya Serokwezîr erdogan a 'Bila di mijarên encamê wan diyar de daxwaza nekin' bibîr xist û ev pirs ji Erdogan pirsî: "Erdogan ev encam çiye? 11 meh in Brêz Ocalan parêzer çima nikarin biçin Îmraliyê. Ev e encama te?" Serokwezîr hem dibêje Tirkiye dewleta heqûqê ye û hem jî tecrîdê dimeşîne.
'Tecrîdek navneteweyî heye'
Sarica, destnîşan kir ku li girtigehên Riha, Osmaniye, Pozanti û gelek girtîgehên din jî binpêkirina mafan hene û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Me di çapemeniyê de bihîst ku CPT ketiye nava liv û tevgerê. Em dixwazin CPT vê hestewarî û hişyariyê ji bo girtîgeha Îmraliyê jî nîşan bide. Lê li gel ku me cend caran serî li CPT daye jî dîsa heta niha tu deng ji CPT derneketiye. 11 mehin tecrîda ku di cîhanê de wekî wê tune tê meşandin. Ev jî xuya dike ku tecrîdek navneteweyi heye."
NAGIHAN AKARSEL / DÎHA/STENBOL