Komîteya Rêveber a PKK’ê bi boneya 28’emîn salvegera 15’ê Tebaxê Cejna Vejînê peyamek weşand û ev tişt got: “Têkoşîna me ya gerîla, li ser şopa şêwaza serkeftina çalakiya 15’ê Tebaxê û di pêşengtiya rêheval Egîd de, bi têkoşîn û berxwedanê 28 salan re her ku çuye mezin bûye. Li her deverê Kurdistanê mewzî girtiye, li ser esasê mîsyona pêkanîna azadiya gelê Kurd têkoşîn daye meşandin.”
PKK’ê di berdewama daxuyaniya xwe de ev tişt anî ziman: “15’ê Tebaxê ku cejna vejîna neteweyî û berxwedanê ye li Rêbertiya me, li hemû gelê me û li her kesên ku dil dane azadiyê, bi zanebûna ku têkoşîna azadiyê şertê hebûna jiyana wî/ê ye têdikoşin pîroz be. Weke çalakiya yekemîn a ku têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd derbasî têkoşîna çekdarî bûye, çalakiya 15’ê Tebaxê ya di bin fermandariya rêheval Egîd de hatiye lidarxistin 28 salên xwe temam kiriye.”
PKK’ê wiha berdewam kir: “Em bi biryardariya ku em ê gava yekem a rêhaval Egîd avêtiye ber bi serkeftinê ve bibin dikevin sala bîst û nehemîn. Di serî de rêheval Egîd, di şexsê Mustefa Yondem, Mehmet Sevgat, ji Engîn Sînceran ji Şîlanan, ji Viyanan, Nûdayan, Adilan, Bêrîtanan, Şîrînan û hemû şehîdên me yên ku abîdeyên azadiyê ne bi minet û hurmet bi bîr tînin, di bingeha girêdana bîranîna wan de em soza xwe ya mezinkirina têkoşînê nû dikin.”
PKK’ê diyar kir ku têkoşîna gerîla, li ser şopa şêwaza serkeftina çalakiya 15’ê Tebaxê û di pêşengtiya fermandar Egîd de, bi têkoşîn û berxwedanê 28 salî re her ku çû mezin bû û bi pêş ketiye û wiha berdewam kir: “Çalakî û operasyonên şoreşgerî yên ku gerîla di xeta şerê gel ê şoreşgerî de pêk tînin mohra xwe di sala 2012’an dide. Ev çalakî ji ber ku rastî salvegera 15’ê Tebaxê tên mîsyona dîrokî îfade dikin. Dîsa qadên ku lê çalakî zêde tên lidarxistin Zagros û Botan jî jîndariya ruhê 15’ê Tebaxê nîşan dide.”
'Ruhê 15’ê Tebaxê Artêşa Tirk têk bir'
Fermandariya Biryargeha Navendî ya HPG’ê bi minasebeta salvegera 15’ê Tebaxê peyamek weşandin. HPG’ê diyar kir ku Artêşa Tirk û AKP li Şemzînanê li dijî HPG’ê têk çûye. HPG’ê diyar kir ku 28 sal di ser 15’ê Tebaxê re derbas bû û ev tişt got: “Em dikevin 29’an. Em cejna vejînê di serî de li Rêbere Apo, gelê xwe û gerîlayê Kurdistanê pîroz dikin. Di serî de em fermandar Egîd û hemû têkoşerên azadiyê bi bîrtînin. Em soza ya xwe ji bo bîranîna wan nû dikin.”
HPG’ê destnîşan kir ku Pêngava 15’ê Tebaxê ku tê wateya ji nû ve vejîna gelê Kurd, li Kurdistanê bûye destpêka hemleya gerîlabûnê û ev tişt anî ziman: “Têkoşîna gerîlya ku ev 28 sale bênavber didome, şoreşe Kurdistanê aniye asta serkeftinê. Têkoşîna şoreşyê ya ku bi pêşengiya gerîla tên meşandin di sala 2012’an de ji nû ve hatiye sazkirin û bi artêşa fedayî ya gerîlyan re dê Azadiya Rêber Apo û çareseriya Xweseriya Demokratîk a Kurdistanê bi ser bikeve. Dewleta Tirk û hikûmeta AKP’ê ev saleke li Îmraliyê li ser Rêber Apo bê navber tecrîda girankirî dimeşîne. Li hemberî gelê me polîtîkayên qirkirina çand û siyasî didome û li dijî hêzên gerîlayên me hemû rêbazên îmhayê tê bikaranîn.”
HPG’ê diyar kir ku li hemberî van polîtîkayên qirkirinê ji meha tîrmehê ya sala 2011’an hate niha berxwendaneke mezin tê meşandin û wiha berdewam kir: “Têkoşîna me ya gerîlatiyê ku bi pêşengiya heval Egîd di 19’ê hezîranê de ji berxwedana Oremar û Şitazin dest pê kir û niha li Şemzînan û Çelê-Rindikê didome. Têkoşîna me gihiştiye asteke nû. Gerîlayên me ew kirine bin kontrola xwe û bi terz û taktîka şerê şoreşgerî, şert û mercên Xweseriya Demokratîk li herêmê ava dike.”
HPG’ê destnîşan kir ku li qadên heyî de gerîlayên wan serdest in û ev tişt got: “Hikûmeta AKP û Tayyîp Erdogan jî bi nûçeyên derew hewl dide raya gitşî bixapîne. Îdia dike ku ew li dijî gerîla bi hêz e. Lê ev ne rast e. Li Şemzînanê Artêşa Tirk û hikûmeta AKP’ê têk çûye. Gerîla bi ser ketiye. Ev jî nîşan dide ku dê 29’emîn sala 15’ê Tebaxê dê çawa be. Em têkoşîna xwe dê bi ruhê 15’ê Tebaxê bilindtir bikin. Em di wê baweriyê de ne ku dê gelê me vê cejnê bi coşeke mezin pêşwazî bike. Êdî tu kes serî li hemberî AKP’ê natewîne. Ee ji hemû hêzên demokratîk ku têdikoşin re serkeftinê didwazin.”
ANF/BEHDÎNAN