Hevseroka Giştî ya BDP'ê gera hefteya borî ya partiya wan bi Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk Ahmet Turk re li Amerîkayê pêk anîne nirxand. Kişanak diyar kir ku armanca wan a gera Amerîkayê ew bûn ku polîtîkayên BDP'ê bi DYA'yê re parve bikin û got; "Ji bo em xwe bidin nasîn çûn Amerîkayê. Em wekî BDP çawa dikevin pêvajoyeke demokratîkbûnê, nêrîna me ya azadiyê çawa ye, em dikevin pêvajoya makezagoneke çawa û ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd rêgez û pîvanên me çine? Me vana tevan di gera xwe de bi wan re parve kirin. Hevdîtin erênî derbas bûn."

'Statûya Kurdan hat nîqaşkirin'
Kişanak destnîşan kir ku di gera xwe de wan bi giranî li ser çareseriya pirsgirêka Kurd hevdîtin pêk anîne û wiha axivî: "Me di gera xwe de aşkera got ku di serdema 21'an de Kurd bê statû nabe. Helwesta wan jî di vê çarçoveyê de bû. Bêgûman PKK jî di hevkêşeya vê mijarê de roleke girîng dilîze. Nêzîkbûneke wekî Tirkiyeyê ya wekî; 'em jihev veqetînin, bila PKK dev ji çekan berde' li wê derê tune ye. Di çarçoveya yekgirtî û encamê de şêwaza pirsgirêka Kurd a di warê aştî û demokrasiyê de nirxandin hatin kirin. Me aşkera dît ku kes bi gotinên serokwezîr Erdogan ên wekî; 'em PKK'ê ji holê rakin' qayîl nabe."


'Girîngî didin Kurdên Suriyeyê'
Kişanak anî ziman ku wan di gera xwe de aniye ziman ku heke li Suriyeyê demokratîkbûnek bê pêşxistin ev yek bêy Kurdan nabe û wiha axivî: "Lewma rewşa mûxalefeta Kurdên Suriyeyê mereq dikin. Kurd li wê derê dikarin bibin hêzeke çawa, dikarin çawa tevlî pêvajoya demokratîkbûnê bibin, bi van mijaran re eleqeder dibin. Di vî milî de alîkarî ji me xwestin. Di wê zanebûnê de ne ku ji bo Kurd bibin xwedî hêz, bibin mûxalîf divê bibin aktorê bingehîn ê guhertin û veguhertinê. Di mijara Suriyeyê de jî ji Tirkiyeyê cihê difikirin. Tirkiye polîtîkaya ku Kurdên Suriyeyê derveyî her tiştî bimîne dimeşînin. DYA polîtîkayeke wisa nameşîne."

Xebatên makezagona nû...
Kişanak der birî ku di gera wan de operasyonên di bin navê KCK'ê de tên meşandin jî hatine rojevê û got; "DYA jî dizane ku pêvajoya operasyonan pêvajoya pêkûtiyan e. Di vî alî de ji Tirkiyeyê li benda pêngavekê ne. Dîsa girîngî didin pêvajoya makezagona nû. Lê me berfirehî anî ziman. Ev pêvajo dê ew qasî hêsan nebe. Di vê pêvajoya ku gelek girtî hene de, di pêvajoya ku kampanyaya makezagonê jî qedexe ye de makezagona nû zehmet e. Wekî mînak dema ku me got; 'xebatên me yên makezagonê hatin qedexekirin' gelekî matmayî man. Ez jî dizanin ev yek bi vî rengî naçe."

'Xwe di nava konsepta navnetewî de nabînin'
Kişanak anî ziman ku wan di gera xwe de her aliyên pirsgirêka Kurd nirxandine û wiha dawî bi axaftina xwe anî: "Mijara Ocalan jî berfirehî hat nirxandin. Me ji wan re got ku pêdivî bi aştiya civakî heye. Ji bo vê yekê divê operasyonên siyasî û leşkerî bên rawestandin û tecrîd bidawî bibe. Di vê mijarê xwe di nava mijarê de nabînin. Di radestkirina Birêz Ocalan a Tirkiyeyê de berpirsyariya xwe nabînin. Yan jî di vê mijarê de naxwazin biaxivin." 


DÎHA/ENQERE