Seyît Hayrettîn Mercî ku seyîd û pêşengê Medreseya Seyîdoglu ya Tarîqeta Naqşîbendî ye diyar kir ku hikumeta AKP'ê dixwaze cemaetên heremî bi xwe ve girê bide û ev tişt got: “Di ser hin kesan re hatin bi me re jî hevdîtin kirin, gelek wead dan, ev wead jî piranî li ser derfetên madî bûn. Tiştên ji me dixwestin jî ew bû ku em ji bo desthilatdariya siyasî bixebitin. Gava me ev daxwaza wan red kir, em rastî bertekên hişk hatin.”

Şêx û seyîdên Kurd li hemberê komkujyên li ser Kurdan ku ji hêla çeteyên El Nusra ve li ser navê Îslamê pêk tên, bertekên xwe anîn ziman. Seyît Hayrettîn Mercî ku seyîd û pêşengê Medreseya Seyîdoglu yên girêdayî Tarîqeta Naqşîbendiyan, der barê komkujiyên çeteyên El Nusra û cemaetan de axivî.
Mercî, diyar kir ku medreseyên Seyîtoglu ku girêdayê Tarîqata Neqşîbendiyê ye li Bedlîs, Keyserî, Isparta, Qileban û Stenbolê, li gelek bajarên Tirkiyeyê xebatan dimeşînin. Mercî, der barê xebatên cemaetan de agahî da û da zanîn ku dewlet piştgiriya madî dide cemaet û tarîqatan û dixe bin kontrola xwe.
Mercî, destnîşan kir ku hikumeta AKP'ê dixwaze cemaetên heremî bixe bin bandora xwe û wiha got: “Hikumeta AKP'ê dixwaze cemaetên Kurd bixe bin bandora xwe û em dikarin bibêjin di vê mijarî de bi ser ket. Li ser hin kesan hatin bi me re jî hevdîtinê kirin. Gelek weadan dan, ev wead piranî li ser derfetên madî bûn. Tiştên ji me dixwestin jî piranî ji bo deshiladara siyasî xebatê bimeşîn in. Bêguman me ev nepejirand û me got em serbixwe xebatên xwe dimeşînin. Piştî vê gotina me pêşengên olî ya cemaeta Naqşîbendî ku li Denîzliyê dimîn in bertek nîşandan. Em ji hêla cemaet û tarîqetên li Tirkiyeyê ve hatin durxistin, em xebatên cemaetê serbixe dimeşînin.”

Polîtîkayên li dijî gelan
Seyît Hayrettîn Mercî, li ser bûyerên li Rojava diqewimin jî nêrînên xwe anîn ziman û ev tişt got: “Dema em li dîrokê dinêrin li Tirkiyeyê li ser fetweyên şêx û seyîdên di nava Kurdan de li ser ermenî, êzîdî û elewiyan polîtîkayên komkujiyê hatine meşandin. Îro tiştê li Rojava diqewime jî heman tişt e. Hin kes tiştê li Rojava diqewim in weke pêvçûna di navbera şiî û suniyan de rave dikin. Lê tiştê li wir diqewimin, pêkûtiya ereban a li ser Kurdan e.”
Mercî, êrîşa çeteyên El Nusra ya li ser gelên Rojava jî nirxand û wiha pêde çû: “Çeteyên El Nusrayê li ser navê Îslamiyetê êrîşê Kurdan dikin û komkujiyan pêk tînin, dev ji mislimantiyê berde nesîbê xwe ji mirovahiyê negirtin e. Tevgera ku ji xwe re dibêje ez misliman in divê destpêkê li jiyan û hedîsên pêxemberê me Hz. Muhammed binêr in. Çewa şer kiriye, çewa mirovan tevê îslamiyetê kiriye, divê her misliman vana zanibe. Îro hovîtiya ku çeteyên El Nusra li ser gelên herêmê dike, di tu cihekî Îslamiyetê de tune ye.”

Piştgiriya komkujiyê dikin  

Seyîd Mercî, destnîşan kir ku hikumeta AKP'ê piştgiriyê dide çeteyên El NUsra û Serokwezîr Erdogan bûyerên li Misirê dijîn pir bi histiyar tevdigere lê, li dijî komkujiya li ser Kurdan bêdeng dimîn e û ev tişt got: “AKP'ê îro piştgiriya madî û manewî dide çeteyên El Nusra. Çavên xwe ji komkujiya li dijî Kurdan re digire. Serokwezîrê ku hêsirên çavan li ser mirinên li Misirê pêk tê dibarîne, agirê li ber serê xwe nabîne, berovajiyê wî piştgiriyê dide komkujiyê.” Mercî aşkera kir ku kesên deng bide AKP'ê ew jî dibin hevkarê rijandina xwîna li rojavayê Kurdistanê.

'Cemaat bûne amûrê dewletê'
Seyît Hayrettîn Mercî, bal kişand ser cemaetên ku piştgiriyê didin çeteyên El Nusrayê û wiha got: “Li Tirkiyeyê piraniya komele û cemaetên ku qaşo li ser navê Îslamiyetê xebatan dimeşînin, alîgirên dewletê ne. Ev di nava dewletê de bûne dewlet. Îro polîtîkaya dewletê, piştgiriya madî dide hemû cemaetan. Ji cemaetan re dibêje ‘ez ê zilimê bikim lê tu jî dê van zilman weke ku çênebûye nîşan bidî, ez ê dewletiya xwe bikim tu jî cematiya xwe bikî.’ Dewlet dibêje ‘Ez ê li Sûriyeyê zilmê li Kurdan bikim tuyê jî vê li qada tu lê bi bandor î cuda rave bikî’ meji ev e. Hemû cemaetên li Tirkiyeyê karên xwe bi vê awayî dimeşîn in. Lewra ew ne li ser navê Xwedê xebatan dimeşîn in. Hemû di berjewendî û madiyatê de xeniqî ne, ji xwe re saltenatan ava kirin e. Cemaet êdî bûne xwedî fabrîqe û lijneyên weşanên çapemeniyên mezin. Li Tirkiyeyê cemaet û dewlet bûne wek e goşt û neynikê.”  


HAKAN YILMAZ/DÎHA/BEDLÎS