
Di civîna pêr a di navbera Meclîsa Gel a Rojavayê Kurdistanê (MGRK) û Encumena Neteweyî ya Kurdî li Sûriyeyê (ENKS) de pêk hat de ‘Heyeta Bilind a Kurdan’ ku biryara wê di Peymana Hewlêrê de hatibû dayîn hat sazkirin. Heyeta ji 10 kesan pêk tê û di heyetê ji her meclîsekê 5 kes hene. Kurdên Rojavayê Kurdistanê dê roja yekşemê meşên ‘Heyeta Bilind a Kurdan nunerê min e’ li dar bixin.
Endamên heyetê diyar bûn
Heyeta Bilind a Kurdan ku dê di her qadê de (derve-hundir) nunertiyên hemû Kurdên Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê bike, ji 10 kesan pêk tê. Heyeta ji 10 kesan pêk tê û di heyetê ji her meclîsekê 5 kes hene. Navên endamên Heyeta Bilind a Kurdan wiha ne:
Endamên Meclîsa Gel a Rojavayê Kurdistanê (MGRK): Salih Muslim, Sînem Mihemed, Aldar Xelîl, Ronahî Delîl, Ebdilselam Ehmed.
Endamên Encumena Neteweyî ya Kurdî li Sûriyeyê (ENKS): Ehmed Silêman- Saud Mele - Îsmail Hemê - Nasir Alltin Îbrahim - Muhiyealltin Şêx Elî.
Di civînê de biryar hat dayîn ku her hefte carekê Heyeta Bilind bicive û rewşa Rojavayê Kurdistanê, Sûriye û herêmê gotûbêj bike. Her wiha hat diyarkirin ku ger rewşek awerte çêbike dê Heyeta Bilind a Kurdan bicive û pirsgirêkên gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê çareser bike.
Ev heyet dê tevî xebatên navxweyî, dê xebatên dîplomasî jî bimeşîne û Kurd dê bi rêya vê heyetê têkiliyên xwe yên bi derve re pêş bixin.
Meşên piştgiriyê
Sazkirina Heyetê bi keyfxweşî ji aliyê gelê Kurd ve hat pêşwazîkirin. Kurd dê roja yekşemê saet di 21.00 de bi armanca pîrozkirina sazkirina Heyeta Bilind a Kurdan meşên girseyî li seranserê Rojavayê Kurdistanê li dar bixin. Meş dê bi dirûşima “Heyata Bilind a Kurdan Nunerê Min e” bên lidarxistin.
Meclîsan dest bi xebatê kir
Kurdan herî dawî di 22’ê tîrmehê de rêveberiya gundên Senceq, Til Cîhan û Til Ziwanê yên li ser sînor bi dest xistin. Li ser qereqola rejîma Esad a li ser sînor, ala Kurdan hat danîn.
Kurdan di 19’ê tîrmehê de bajarê Kobaniyê dest danî ser hemû saziyên hikûmeta rejîma Sûriyeyê. Rayedarên Kurd ragihandin ku wana bi aramanca ku şerê li Sûriyeyê negihe Kurdistanê tedbîreke wiha girtine û Kobanî niha di destê Kurdan de ye. YPG’ê piştî rêveberiya Kobaniyê wergirt, radestê her du meclîsên Kurdan kir.
Kurdan piştî Kobaniyê, di 20’ê tîrmehê de rêveberiya Efrîn û Cindirisê xistin. Li Efrînê gelê Kurd û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên sivîl bi ser sazî û dezgehên rêjîma Baas de girtin û rêveberiya bajêr xistin destê xwe û meclîsên Kurdan dest bi xebatên gelemperiyê kirin.
Gelê Kurd di 21’ê Tîrmehê de li Dêrka Hemko dest danîn ser hemû sazî û dezgehên fermî yên dewleta Sûriyeyê û rêvegerî xistin destê xwe. Hat ragihandin ku tevî şaredarî gelek sazî û dezgehên dewletê yên li bajêr ketine destê gel.
Deverên ku ji aliyê gel û Yekîneyên Parastinê yên Gel (YPG) ve tê bidestxistin, radestê meclîsên bajaran tên kirin. Kurdan piştî Kobanê, Efrîn, Cindirêsê û Dêrîka Hemko, di êvara 21’ê de jî, rêveberiya Amûdê bi dest xist.
ANF/QAMOŞLO
Rûmetê nîşanê xweseriya Rojava bidin
aKongreya Civaka Demokratîk têkildarê geşedanên li rojavayê Kuridstanê daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir ku di serî de Suriye û hêzên muxalîf, Tirkiye, hêzên navneteweyî divê rûmetê nîşanî mafên gelê Kurd bidin
Kongreya Civaka Demokatîk (KCD) têkildarî geşedanên siyasî yên demên dawî yên li Suriyeyê û rojavayê Kurdistanê daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku li hemû cîhanê daxwazên azadî û demokrasiyê bilind dibin û rêvebirên weke Iraq, Misir, Tunus û Cezayir ên li hemberî van daxwazan têk çûn, guherîn.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku di sedsala 21'emîn a demokrasî û azadiyan de gelê Suriyeyê jî weke gelên din ji bo mafên azadî û wekheviyê têkoşînê didin û wiha hate gotin: "Ji gelên Suriyeyê yên herî bi hêz û rêxistinî gelê Kurd jî ji bo nasname, ziman û rêveberiya xwe bi gelên din re bi dildarî û demokratîk bijîn Xweseriya Demokratîk îlan kirin. Di nav gelê Kurd de bi awayekî xwezayî ev yek bû sedema heycan û coşeke mezin. Divê hemû sazî û dezgehên navneteweyî rumetê nîşanî vê yekê bidin. Pêdiviya gelan demokrasî û azadî ye û divê rumetê nîşanî vê yekê bidin."
Xweseriyê silav dikin
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku pevçûn û rewşa alozî ya li Suriyeyê fêde nade gelan û dewlatan û wiha hate bilêvkirin: "Divê hemû dewlet û gelên Suriyeyê ji bo bayê aştiyê pêk bê û gel bi hev re azad bijîn kedê bidin. Kesên rumetê nîşanî vîna azad a gelan nedin û di nav helwestên cuda bin dê winda bikin. Em weke KCD, îlankirina Xweseriya Demokratîk a gelê Kurdên Başurê Rojava ya bi armanca bi gelên Suriyeyê re azad bijîn silav dikin û piştgiyê didin têkoşîna wan. Di serî de hikûmeta Suriyê û hêzên muxalîf, Tirkiye, hêzên navneteweyî û hemû derdorên alîgirên demokrasiyê divê mafên gelê Kurd ên ji gelbûnê tê, binasin û piştgiriyê bidinê."
AMED
Mafê Kurdan heye ku çarenûsa xwe diyar bikin
Navenda giştî ya ESP'ê jî bi daxuyaniyeke nivîskî xwest ku Enqere rûmetê nîşanî Kurdên rojavayê Kurdistanê bide ku rêveberiyên xwe yên demokratîk bi hêzên xwe yên cewherîn înşa bikin. Di daxuyaniya ESP’ê de hat gotin ku mafê gelê Kurd jî heye ku çarenûsa xwe ew bixwe destnîşan bike.
ESP’ê di berdewamiya daxuyaniya xwe de diyar kir ku ev zêdetirî salekê yy eli Sûriyeyê ji ber nêzîkatiya rejîma Beşar Esed û zextên hêzên navneteweyî alozî berdewam dike, lê herêma ku Kurd lê dijîn ji berk u di vê şerê qirêj de nebûne alî niha bi hêza xwe ya cewherîn dest datînin ser rêveberiyên bajarên lê dijîn û wiha hat gotin: “Wekî ya her gelî mafê gelê Kurd jî heye ku çarenûsa xwe ew bixwe destnîşan bike. Di bûyer û geşedanên kul i rojavayê Kurdistanê tên jiyîn de jî vê pêvajoya dîrokî li ber çavan e.” ESP’ê di berdewamiya daxuyani xwe de cih de van nêrînan jî: “Hişyarbûna bi Kurdan re êdî gihîştiye merheleyeke wisa ku jêvegera wê tune ye. Piştî vê kêlîkê yan dê ji bo jiyana hevpar xweseriya demokratîk a Kurdan ew ê were naskirin an jî dê Sûriye di nav xwe de parçe bibe. Ev rastiyeke ku êdî Kurd nema koletiya civakî, tunehesibandin û înkarê qebûl dikin. Di nav Kurdên çar parçeyan de di warê neteweya Kurd de diyarkirina çarenûsa xwe û yekitiya neteweyî bi pêş ketiye.”
ENQERE