Mihemed, destnîşan kir ku nimûneya xweseriya demokratîk dê bibe nimûneya Sûriya pêşerojê û wê bingeha demokratîkbûna Sûriyê bîne holê.
Li hemberî êrişan gav
Mihemed, da zanîn ku rêvberiya xweseriya demokratîk li herêmên Rojava ku di nava 3 salên şoreşê de karîbû xwe biparêze û li ser esasê jiyana hevbeş a di nava hemû pêkhateyan de xwe bi rêve bir. Mihemed, diyar kir ku civîn li hember hemû cûreyên êrîşan û bi taybet yên çapemeniyê ku li dijî pirojeya rêveberiya xweseriya demokaratîk pêk dihatin pêk hat. Mihemed, got ku êrîşên çeteyên DAIŞ'ê ku di van deman de li dijî herêmê pêk tên ne tesadifin û got:'' Êrîşên zêde ku li dijî destkeftiyên pêkhateyên Rojava em xistine bin berpirsyariyeke dîrokê de.'' Mihemed, di dawiya daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku îradeya azad a pêkhateyên Rojava û hêzên YPG'ê sînor ji êrîşan re danî û endamên civîn jî berdewam destkeftiyên YPG'ê bûn.
QAMIŞLO