Dewleta dagirker a Tirk van rojan di bin navê "Hukmê qanûnê" de bi vê hevoka tirajîk-komîk, tenê di nava hefteyekê de 6 rojname ya herî bi navûdeng Azadiya Welat û 2 ajansên nûçeyan DÎHA û tekane ajansa jinan li cîhanê JINHA girtin, hevserokên şaredariya bajarê mezin ê sembol û navenda siyasî ya Kurdan ya Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli, û berdevka KJA´yê Ayla akat Ata kirin bin çavan û biyara girtina wan hat dayîn. Dema mirov li sê mehên dawî yên li Tirkiyeyê binihêre dizane ku ev du peyv çi qasî tirajîk-komîk in. Lê bêgûman hemû dagirker dema bixwazin di asta navneteweyî de rewabûnê ji bo vê dagirkeriyê bibînin peyvên ku bi guhê cîhanê xweş in, bi kar tînin, qaşo “Qanûn”. Ev vekirî dagîrkariya bi hukmê despotîzmê ye. Ez li vir delîlan rêz nakim ku çi qasî ev du peyv tirajîk û komîk in, ji ber ku hem di serî de Kurd, cîhan hemû bi rastiya hilkişîna Erdogan a qesrê li ser hîle, dizî û talana welat dizane, ji xwe her roj Erdogan û ekîba wî li Tirkiyeyê manşetên rojneme û kovarên navneteweyî ne. Lê ji bilî Kurdan, li Tirkiyeyê li hemberî vê destpotîzmê zêde nerazîbûneke cidî nîne. 

Em bala xwe bidin êriş û zextên Dewleta Tirk ên li dijî Kurdan, di çapemeniya hêzên navneteweyî de tenê dibin nûçe û rapor; wêdetir tiştek nîne û çavên xwe li şer û zextên li Bakur digirin, ji ber ku ew pergala despot wan bi xwe ava kiriye. Rojane, dema berdevkê/a wezareta derve ya Emerîkayê daxûyaniyê dide, bi peyvên "em rewşê dişopînin, zêde agahî di destê me de nînin, biçin ji Tirkan bipirsin, hwd…” bersivê didin pirsan. Nerazîbûna Ewrûpiyan jî ji wê zêdetir û kêmtir nîne, heta teşwîq jî dikin, nexwe, Tirk wan bi krîzên penaber û Enerjiyê tehdîd dikin. Ji bo xwe bikin xwedî gotin, Tirkan xwe li Başîqe û Cerablûsê bi cîh kir, lê ti reaksiyoneke cidî ji aliyê Emerîka û Ewrûpiyan ve jî nehat nîşandan. Hin dibêjin ku Emerîka û Ewrûpî, Tirkan dikşînin nav şikandineke li derveyî sinorî wan, lê pêşhatên van mehên dawî teqez dikin ku ji bo hîna zêdetir gurkirina agirê şer zemîn tên amadekirin. Erdogan û ekîba wî jî ji ber nijadperestiya kor av bi devê wan dikeve. Vê rastiyê ne ku tenê nabînin, her tiştî di şikandina îradeya Kurdan de xulase dikin. 

Di dil xwe de Tirkiye hem hundir û hem li derve amadekariya qonaxeke nû dike. Li hundir hemû dengên cuda ditepisînin û pê li wan dikin û derbas dibin ji bo ku astengiyên li pêşiya padişahbûna Erdogan rakin û li asta herêmê jî dixwazin xewna vegera sînorê Misaqî Milî pêk bînin, hem li Iraqê û hem jî li Sûriyê; û ve erd di heman demê de axa Kurdistanê ye.  

Kurd li herêmê weke tê gotin, “li şûna hemû cîhanê li hemberî DAIŞ´ê şer dikin” lê cihan hemû jî li hemberî Dewletêke ku bûye DAIŞ, bêdeng e û tenê temaşa dike. Xeyaleke xweş e, eger em wer bawer bikin ku hêzên navneteweyî ji Erdogan bêzar in û ji derve bi mudaxeleyê rewş tê guhertin. Jixwe, tevgera azadiya Kurdistanê timî ji bo guhertinên bi kok û demokratîk bawerî bi dînamîzma hundirîn aniye û li ser girîngiya vê dînamîzmê xebat û têkoşîna 40 salan birêve biriye. Di dîroka 35 salên dawî de û ji dema darbeya 12 Îlonê û vir ve, mudaxeleyên derve timî Tirkiye û herêm ber bi kirîzên nû ve birine, lê Tirkiyeya serdema Erdogan ne ew bar e ku bi tenê Kurd wî rakin. Eger Erdogan bê dudilî û bê perwa diwêre biavêje ser Kurdan, ev bi saya bêdengî û bê rêxstiniya hin beşên din yên muxalefetê li Tirkiyeyê ye.Ya ku li pêşiya Kurdan maye, tenê gurkirina vê berxwdana bi rûmet ya li holê ye, heya ku ev “hukmê Qanûnê” û rejîma despot mîna yên biçe ser sergoyê dîrokê. 

Ketina Başîqe û Cerablûsê nayê manaya ku siyaseta Tirkan bi ser dikeve, ji ber ku AKP jixwe dixwazê vê îmajê bi darê zorê ava bike, ji ber vê yekê çapemeniya muxalif û ya Kurdan bê deng dike. Tiştên li Bakur diqewim, li aliyekî siyaset û zîhniyeta rasteqîn a Erdogan temsîl dikin, li aliyê din jî nerazîbûna şikestina wî nişan didin ku ji hilbijartinên 7´ê Hezîrana 2015´an ve ye, jixwe Erdogan yekser piştî encamên vê hilbijartinê fermana amadekariya şer da.

Bê gûman barê destpotîzma Erdogan û AKP´ê tenê ya Kurdan li Bakur nîne, şikandina vê siyaseta dagirkariya AKP´ê û dewleta Tirk karê hemû Kurdan û azadîxwazên li herêmê ye. Li ku derê dibe bila bibe, ne tenê hebûna wan ya serbazî, lê belê bîhna dagirkariya Tirkan jê bê, divê li hemberî wan têkoşîneke radîkal hebe. Ji ber ku di şexsê Kişanak û Anli de îradeya siyasî ya Gelê Kurd, di şexsê Ayla Akat Ata û Ceylan Bagriyanik de îradeya jinan û tevgera azadiya gel û jinên Kurd dixwazin bişkînin, ev kesayet pirr bi zanabûn ji alî dewleta dagirker a Tirk ve hatin destnîşankirin. Dewleta Tirk bi fiîlî li hemberî hemû Kurdan di şer de ye û bi hêzên xwe yên serbazî li 3 beşên Kurdistanê ye; gelo dagirkerekî wisa nebe sedema me ya têkoşîna radîkal, wê çiyê din karibe bibe sedem?  “Hukmê qanûnê “ navê dagikeriya nû ye, ya girîng nerazîbûn e, bertekeke şoreşgêrane ye.