Serokê Civaka Îslamî ya Kurdistanê (CÎK) Mele Hafiz Ahmet Tûrhalli, nêrînên xwe yên li ser rewşa mizgeftên li Ewropayê û hilbijartinan ji ANF'ê re nirxand. Mele Tûrhalli got ku dewlet û AKP'ê, mizgeftên li Ewropayê ji bo siyaseta xwe bikar tînin û ev rewş nayê qebûlkirin. 

Mele Tûrhalli destnîşan kir ku pirsgirêkên ev 35 sal in dewam dikin, bi hezaran mirov hatin kuştin û sirgûnkirin. lê îro firsendek derketiye pêşiya wan û girîng e vê firsendê baş bikar bînin.

Mele Tûrhalli da zanîn ku wezîfeya di vê dema hilbijartinê de dikeve ser milê Misilmanan çûyîna ser sindoqê ye û diysr kir ku divê Misilman di sindoqan de li dijî dizan, li dijî yên ol bikar tînin û mirovan dikujin, bisekinin. Tûrhalli ragihand ku ji bo Kurd bigihêjin mafên xwe divê hemû Misilmanên paqij biçin ser sindoqan û got, "Eger vê nekin, wê gunehê xwîna dirije li stuyê hemû Misilmanan be. Ji ber ku navê ola me ya Îslamê aştî ye. Aştî jî bi rêya siyasetê û hevdîtinan dikare pêk were."


'Mizgeftan bûye wargehê AKP'ê'

Serokê CÎK'ê Mele Tûrhalli diyar kir ku li Elmanyayê 40 mizgeftên ser bi CÎK'ê hene û got, "Em li van mizgeftên xwe, van mijaran her tim tînin ser ziman. Em vê jî dibînin; dewlet û AKP hemû mizgeftên li Ewropayê kirine amûreke siyaseta xwe û ji xwe re bikar tînin. Divê her kes civatê serbest berde û Quran çi dibêje em li gorî wê tevbigerin. Eger Quran dibêje aştî, em weke civat jî divê bibêjin aştî û biçin ser sindoqan, derî li aştiyê vekin. Eger em vê rê venekin, sibe dusibe rêya aştiyê bixetime û xwîn birije, wê gunehê wê li stuyê me hemûyan be."

Mele Hafiz Tûrhalli ev bang li Kurdên Misilman kir: "Pêwîste hemû Kurdên Misilman di pêvajoya hilbijartinan de mîna mucahîdekî tevbigerin, ku karibin pêşî li xwîna bê rijandin bgirin û xwe ji vî gunehî rizgar bikin."



NÎZAM BARAN / ANF/HAGEN