Xortekî Kurd yê bi navê Hesen dil ber dide keça apê xwe û dixwaze pêre bizewice lê apê wî daxwaza Hesen nayne cih, keça xwe jî digere û ji wir bar dike, Hesen dide dû. Lîstik di derdora çîroka vê malbatê de geş dibe û di heman demê de jiyana Kurdan û reqs û stranên Kurdan jî tên nîşandayîn. Ligel vê yekê jî ji vê lîstikê wêdetir lîstika "Memê Alan" wekî yekemîn lîstika şanoyê ya Kurdî hatiye qebûlkirin.

Lîstika Memê Alan ji aliyê Evdirehîm Hekarî ve hatiye nivîsîn û di salên 1918-1919'an de di kovara Jîn ku li Stenbolê derdikeve de tê weşandin. Mîrza Metîn li ser sedema çima wekî yekemîn lîstika şanoya Kurdî tê qebûlkirin wisa nivîsiye: "Lîstik hem ji ber bi Kurdî hatiye nivîsîn û hem jî ji ber ku nivîskar Kurd e û qala Kurdan kiriye, bi taybetmendiya xwe wekî yekemîn testta şanoya Kurdî a nivîskî tê hesibandin."
Di pirtûkê de bi kurtahî qala lîstika Hevind ku Celadet Elî Bedirxan nivîsîye, 10 salên Şanoya Elegezê tu di sala 1937'an de li Ermenistanê tê avakirin, lîstika Dayika Niştiman a di dema Mehabadê de tê lîstin, "Birîna Reş" a Musa Anter, yekem car li Hewlêrê lîstina lîstikek bi navê "Her gav jiyan" tê kirin û gotin tê ser salên 90'î ku di bin banê Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) de avakirina şanoyê û lîstina pirtûkan.

Teatra Jiyan Nû û yên dûre

Di sala 1992'yan de di bin banê NÇM'ê de li Stenbolê Teatra Jiyana Nû (TJN) tê avakirin û ev TJN mohra xwe li dîroka şanoya Kurdî dide.
Di wan salên ku hê kes newêre zêde qala Kurdî bike, zêde bi Kurdî berhem nîn in, her gotinek bi KurdÎ wekî çalakiyeke de TJN li salona NÇM'ê, li dawetan, li mîtîng û çalakiyên partiyên Kurd de lîstikên xwe pêşkêş dike. Gelek caran lîstikvan piştî lîstinê têne binçavkirin, hin jê têne girtin, hin mecbûr dimînin dest ji şanoyê berdin û berê xwe bidin çiyan... Bi gotineke din saziyên Kurdî yên din çiqas kedê didin, TJN jî di warê xwe de ew qasî kedê dide û navê xwe li nav dîroka şanoya Kurdî dinivîse. TJN ku heta niha bi dehan lîstikan pêşkêş kiriye, jê wêdetir jî gelek şanoger gihandiye.

104 lîstik, 111 afîş

Di pirtûkê de afîşên lîstikan, kunyeya lîstikan û kurtegahiya li ser kom û lîstikê hatiye weşandin. Bi giştî navê 29 komên şanoyê, 104 lîstikên wan, 6 komên reqsê, 111 afîşên lîstikan û pûşnûmayek di pirtûkê de cih girtiye. Pirtûk wekî neynika şanoya Kurdî ya heta di warê xwe de valahiyeke dadigire. Şanoya Kurdî ku mirov dikare bibêje xwedî arşîveke bela welaye ev pirtûk di vî warî de gaveke girîng diavêje û rê li ber windabûna hin lîstikên girîng digire. 

AMED




Enstîtuya Zimanê Kurdî hat vekirin
Wezareta Perwerdeyê ya Kobanê yekemîn Enstîtuya amadekirina mamosteyên zimanê Kurdî vekir û bang li xwendekaran kir ku tevlî perwerdeyên Enstîtuyê bibin.
Wezareta Perwerde û Fêrkirinê ya herêma Kobanê ragihand ku wan ji bo amadekirina mamosteyên zimanê Kurdî Enstîtueyek vekiriye û têde wê madeyên wekî madeyên Rêzimana Kurdî, dîrok û erdnîgarî yên Kurdistanê, zanyarî û bîrkarî bi zimanê Kurdî werin dayîn. Wezareta bang li hemû xwendekarên herêmê yên temenên wan ji 18'an zêdetir e kir ku berê xwe bidin Enstîtuyê û navên xwe qeyd bikin. Li gorî wezaretê, di 6'ê îlonê de li Dibistana El-Sewra qeydkirina nava destpê dike.
Kadroyê perwerdeyê yê enstîtuyê ji 12 mamosteyên zimanê Kurdî yên SZK û Akademiya Viyan Amara pêk tê. 

KOBANÊ