Taybetmendiya wan a hevpar ew e ku hemû jî girtiyên azadiyê ne, bûne mehkûmên tecrîdên giran û ya herî girîng jî girtina piştgiriya navneteweyî ye.
Daxwaza wan hemûyan a azadiyê bi wêneyên bi kelemçe û prengan hatin vegotin. “Înisiyastîfa Navneteweyî ya Ji Ocalan re Azadî, ji Kurdistanê re Aşitî”, xebatên hunerê yên ji bo girtiyên azadiyê weke mînak nîşan da û dest bi kampanyaya “Huner ji bo Ocalan” (Art for Ocalan) kirin.
Înisiyastîfa Navneteweyî ya Ji Ocalan re Azadî, ji Kurdistanê re Aşitî, ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê ku 13 sal in di îzolasyona girtîgeha Îmraliyê de tê ragirtin, gelek kampanyayên piştgiriyê dan destpêkirin.
Înîsiyatîf dê hemû berhem di maplera înternetê bi raya giştî bidin naskirin û weke kart, T-Shirt, klîb û wekedin ji beşên berfireh ên civakê re pêşkêş bikin. Kesên ku dixwazin beşdarî kampanyaya “Huner ji bo Ocalan bibin” (Art for Ocalan) dikarin ser serî li e-peyama : art@freedom-for-ocalan.com bidin.  


ANF/BERLÎN