Li Amedê di çarçoveya 2’emîn Mihrîcana Fîlmên Kedkaran a Navnetewî ya Amedê de pêşengeha bi navê “Jinên Ku Rolên Xwe yên Kevneşopî Dimalin-Geleneksel Rollerini Süpüren Kadinlar” hat vekirin. Pêşengeha wêneya li Salona Pêşengehê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bi tevlibûna gelek kesan hat vekirin. Pêşengeha ku ji 33 wêneyan pêk tê ji aliyê Hunermendê Wênekêşiyê Firat Aygun ve bi sponsoriya Şaredariya Rezanê (Baglar) hat lidarxistin.
Hunermend Aygun di çarçoveya xebatên xwe de wêneyên 10 jinên ku di qadên cur be cur de kar dikin kişandiye.
Alîkara Şaredarê Rezan (Baglar) Sema Koç di vekirina pêşengehê de da diyar kir ku ji bo pêşdarazên civakê yên di warê jinên dixebitin de bişkênin wan piştgirî daye vê pêşengehê. Her wiha Koç, anî ziman xwestine bidin nîşandik ku “Karê zilam an jî karê jinan tune ye, hemû kes dikarin hemû karî bikin”
Di wêneyên hatine kişandin de herî zêde wêneyên jinên li Şaredariya Rezan dixebitin û li nava bajar karê paqijiyê dikin rastî eleqeyê hatin. Hunermend Aygun, di pêşengehê de nêrînên xwe parve kir û got ku jinên xebatkar yên ku wêneyên wan kişandiye di dema xebata wî de derî û sifreyên xwe wekî bira û dostekî ji wî re vekirî ne.
Aygun, destnîşan kir ku li heremê yekemîn li ser vê mijarê pêşengeh tê vekirin û her wiha da zanîn ku li heremê dîsa yekemîn care ku jin van karan dikin. Aygun, der barê mijarê de jî destnîşan kir ku ji bo rolên di nava civakê de hatine diyarkirin bişkênê ev mijar ji xwe re diyar kiriye.
Pêşengeha wêneyan ku ji wêneyên jinên karkeriya pagijiyê dikin pêktê heta dawiya mihrîcanê dikare were bê ziyaretkirin.
ADAR SERHAT - ANF/AMED