Selay destnîşan kir ku Erdogan û hikûmeta AKP’ê bi salane nekariya li hember berxwedana Kurdan raweste û wiha berdewam kir: “Niha jî dixwaze bi desteka DAIŞ’ê îradeya Kurdan bişkîne. Tirkiye dixwaze di rewşa aloz ya Rojhilata Navîn de siyaseta xwe tinekirina Kurdan berdewam bike. Lê em baş dizanin ku ser nakeve. Ji ber rêxistin û gelekî xwedî hêza îdolojîk û leşkerî heye. Geleke ku amadene jiyana xwe feda bikin, lê teslîm nebûn. Dîrokê jî îspat kir ku tevgera şoreşgerî ya Kurd bin nakeve, brovajî wê her roj xurtir bibe.”


‘Keda jinê ronahiya paşerojê ye'

Selay Xefar diyar kir berxwedana jinan a li Rojava bandorek mezin li wan jî kiriye û di vê derbarê de ragihand: “Tekoşîn û berxwedaniya jinan li Rojava û tevahiya Kurdistanê dersên gelek mezin da me jinên Efxanistanê. Em ji wan fêrî wêrekiyê bûn. Sira serkeftina tevgera azadiya Kurdistanê beşdarbûna jinan di hemû qadan de li gel mêrane. Di sala 2001’an de Amerîka û NATO di bin navê azadî û demokrasiyê de êrîşî Efxanistanê kirin. Di rewşekê de ku hê jinên me rastî zilma herî mezin tên. Azadî ne tişteke tu bidî. Azadî bi destê hêzên desthilatdar jî nayê dayîn. Azadî bi tekoşînê tê bidestxistin. Jinên ku bi keda xwe bigihêjin azadiyê, pêşeroja wan roniye. Bêguman jinên kedkar ên Kurdistanê di vê mijarê de mînakin. Rola diyarker dilîzin. Ji bo wê hêzên wek Erdogan êrîşî jinan dikin. Şoreşa jinên Kurdistanê xewnên Erdogan û gelek desthilatdaran têk biriye.”

 

‘Tirkiye li Efxanîstanê jî dagirker e'

Selay Xefar piştgiriya xwe ya ji bo berxwedana li Bakûrê Kurdistanê ragihand û wiha pêdeçû: “Me wek partiya Hembestgî ya Efxanistanê heta ji destê me hat piştgiriya tevgera azadiyê kir. Lê hikûmeta Efxanistanê qet nexwest di medyayên xwe de cih bide berxwedaniya gelê Kurd. Çapemeniya dewleta Efxanistanê hewl dide kiryarên Erdogan erênî nîşan bide. Tirkiye wek hêzek dagirker hat Efxanistanê jî. Lê rûyê rastîn ê Tirkiyê hê jî di raya giştî ya Efxanistanê de nehatiye dîtin. Hê jî dewleta Kabulê li hember komkujiya li ser Kurdan a bi destê Erdogan helwest nîşan nedaye.”


Seferberî ji bo azadiya Ocalan 

Seroka partiya Hembestigî Selay Xefar bal kişand ser girîngiya azadiya Rêberê PKK’ê Abulah Ocalan û wiha dawî li axaftinên xwe anî: “Em wek partiya Hembestigî diyar dikin ku pêwîste birêz Ocalan demek ji ya din zûtir were berdan. Ji ber ku Ocalan rêberê gelê Kurde û rolek mezin di tekoşîna azadiyê de leyîstiye. Ji bo edalet û demokrasiyê tekoşînê dike. Heta di destê me de derfet hebe, emê hemû hêza xwe ji bo azadiya wî seferber bikin. Azadiya Ocalan ne tenê wê demokrasiyê di nav Kurdên Îran, Iraq, Tirkiye û Sûriyê zêde bike, wê demokrasiyê  ji bo hemû herêmê bîne. Lê dîsa jî em bi wê bawerin ku tevgera xwe bispêra hêza gel ger serokên wê nebe jî wê dîsa bikare rêya tekoşîn û şoreşê berdewam bike.”


 GELAWÊJ EWRÎN/ROJNEWS/SILÊMANÎ