Akademiya Ma Musicʼê li Edeneyê bi dirûşma “Ji bo her kesî muzîk, li her deverê muzîk” kargeha rîtmê ji bo zarokan li dar xist.

Akademiya Ma Musîcê li Amedê xebatên xwe yên hunerî bi rê ve dibe. Wê li Edeneyê bi dirûşma “Ji bo her kesî muzîk, li her deverê muzîk” kargeha rîtmê ji bo zarokan li dar xist. Kargeh li DEM Muzîkê çêbû û ji Edene û Osmaniyeyê gelek zarok beşdarî kargehê bûn. Kordînatorê Akademiya Ma Musicʼê Şêrko Kanîwar li kargehê dersa rîtmê da zarokan.

 

 MA/EDENE