Di semînerê de rojnamevan-lêkolînerê katalanî David Mesegver axivî û diyar kir ku ji bo zimanek ji holê ranebe divê teqez ew ziman bibe zimanê perwedeyê û wiha axivî: “Di vî warî de zimanê katalanî ji bo zimanê Kurdî mînakek baş û ber bi çav e.”
Çalakiya der barê ziman de duh li Qehwexaneya Çandî ya Silêmaniyê bi navê ‘vejandin û jiyandina zimanê Kurdî û ji bo zimanê Kurdî mînaka zimanê katalanî’ pêk hat. Semînera ku ji aliyê Komeleya Kanedî-Kurdî ve hate organîzekirin de bi dehan rewşenbîr û rojnamevan beşdarbûn û rojnamevan-lêkolîner Davîd Mesegver weke axaftvan beşdarê semînerê bû.
Semîner bi xwendina sirûda neteweyî ya katalanî û sirûda neteweyî ya Kurdan Ey Raqîb dest pê kir û beşdar ji bo bîranîna roja şehîdbûna Dr. Ebdûrrehman Qasimlo û hemû canfadayên têkoşîna gelan deqeyek rêz girtin.
Rojnamevan-lêkolînerê katalanî Davîd Mesegver semîner bi rê ve bir û bi mînakekê dest bi semînerê kir. Mesegver diyar kir ku dema ew li bakurê Kurdistanê bûye li malekê Kurdan maye û li wir bala wî kişandiye ku dayik û bav bi Kurdî dipeyivin lê zarok bi Tirkî dipeyivin. Mesegver axaftina xwe wiha domand: “Berê li Katalanyayê jî rewş wiha bû. Ji ber zimanê dibistanan bi îspanyolî bû zarokan bi vê zimanî dipeyivîn. Ji ber vê yekê her diçû zimanê katalanî winda dibû. Lê belê niha rewş berovajiye. Êdî katalanî bûye zimanê dibistanan. Ji ber vê yekê jî her diçe baştir dibe û zêdetir tê bikaranîn.”
Xweseriyê ziman parast
Davîd Mesegver di dirêjahiya semînerê de behsa dîroka Îspanyayê jî kir û ev tişt anîn ziman: “Ji sala 1936’an heya 1939’an li Îspanyayê şerê navxweyî hebû. Nasyonalîst û Komarperestan şer dikirin. Ji sala 1936’an heya 1975’an dikdator Franco bû desthiladar. Di vê serdemê de 3 zimanên fermî yên Îspanyayê yên weke Galîçî, Katalanî û Baskî hatin qedexekirin. Tenê zimanê îspanyolî weke zimanê fermî ma. Vê yekê bandorek neyînî li ser zimanên din kir û rûbirûyê asîmîlasyonê bûn. Lê belê piştî hilweşandina desthiladariya Franco her herêmekê statuya otonomiyê wergirt. Yekem tişt ew bû ku destûrek nû hate nivîsandin û zimanên qedexekirî bûne zimanê perwerdeyê. Bi vê awayî zimanên qedexekirî ji metirsiya windabûnê rizgarbûn”.
Xebatên li ser ziman
Mesegver diyar kir ku li seranserê Îspanyayê bi giştî 12 milyon kes bi zimanê katalanî dipeyivin û di berdewama axaftina xwe de jî behsa sîstema perwerdeyê kir û diyar kir ku ji bo yek-kirina zaraveyan û rêzimanê xebat hatine meşandin û ev yek jî ji bo jiyandina ziman girîng e.
Mesegver diyar kir ku ji ber katalanî heya zanîngehê jî bi zimanê xwe perwerde dibînin zimanê xwe ji bîr nakin û her wiha fêrî zimanê din jî dibin. Lê belê ger bi zimanê xwe perwerde nebînin dûre nikarin fêrî zimanê xwe bibin û nêrînên xwe wiha bi beşdaran re parve kir: “Ji bo zimanek bibe zimanê perwerdeyê yekgirtina zarave û diyarkirina rêzimanê girîng e. Ev yek ji bo zimanê Kurdî jî girîng e. Lê belê di serî de zimanê Kurdî ji dibistana seretayî heya zanîngehê bibe zimanê perwerdeyê. Nexwe bi awayekî din hûn nikarin zimanê Kurdî vejînin, bidin jiyandin û bi kar bînin.”
Di dawiya semînerê de beşdaran li ser vejandina ziman, aliyên hevbeş ê çarenûsa zimanê Kurdî û katalanî de pirs ji Mesegver kirin û li ser van mijaran nîqaş hatin kirin.
ANF/SILÊMANÎ