Turkalî, diyar kir ku rola Ocalan a di pêvajoye de gelek girîng û zêde ye û wiha got: "Turkalî, Divê bi gelê Kurd re têkilî bê dayîn. Rêberê Tevgera Azadiya Gelê Kurd Abdullah Ocalan e. Ji ber ve yekê hevdîtina li Îmraliye bi Ocalan re perçeyê bûyerek mezin e. Serokomarê Tirkiyeyê yê berê Suleyman Demîrel digot "Gelê Kurd 28 caran serî rakir me têk bir emê vê yekê jî tek bibin. Lê vê carê têk nebirin. Ji ber ku Kurdan rêxistin bûn û hişyariyer ava kir. Di nava rûpelên dîrokê de gavên aqilane avêt. Lê li hemberî vê yekê dewletê tundiya liser gelê Kurd berdewam kir. Her ku gelê Kurd aştî xwest dewlete bêtir şewitand, bombe kir û kuşt. Çi resaletiya ji destê wan hat kir. lê tu encam bi dest nexist. "


'Rastiyek mezin dît'

Turkalî, da zanîn ku li ser axa Kurdistanê ligel Kurdan ermenî, asûrî keldanî, û komên xirîstiyanan jî dijîn û bûne şahidê gelek serhildanan. Turkali, da zanîn ku ji serdema Osmanlî heta niha her tim dixwazin gelê herêmê têxin pêxîla hev û bi hev bidin şerkirin û wiha axivî: "Di serdema Osmanî de Kurd hatin xapandin. Di serdema Abdulhamit de digotin 'Bavê Kurdan' Lê di rastiya xwe de ne bavê Kurdan bû. Ji bo ermeniyan têk bibe Kurd wekî maşikê bikar dianîn. Bi avakirina alayên Hamidiyê li gelê Kurd û ermenî zulim kir. Ji bo ku li herêmê aramî û îstîkrar pêş bikeve divê rastiya dîrokê baş bê xwendin û zanîn. Karê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê herî mezin ev rastî dît û ev rastî nîşanî gelê xwe da. Ji ber vê rastiyê mirovên li çiyê çanê xwe feda dikin. Gelê Kurd û BDP'ê ev rastî dît. hikûmet û leşkerê jî zext û zor li ser gelê Kurd kir. Xwest serhildana gelê Kurd desteser bike û bifetisîne. Niha Abdullah Ocalan gelê Kurd û Kurdên ewropayê hemû li hemberî vê zilmê ne û dengê xwe li hemberî vê zilmê bilind dikin."

Rêya çareseriyê

Turkali, destnîşan kir ku bi milyonan Kurd dibêjin "Rêya min rêya Ocalan e" ji bo bigêjin azadiyê ji bo Ocalan kampanya îmzeyan dan destpêkirin. Ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd divê şert û mercên Ocalan bên başkirin. Cîhan jî vê yekê guncav dibîne. Lê hikûmet ji bo hin lîstik û berjewendiyê xwe rêbazên din bikar tîne. Tu çareya dewletê ji bilî aştiyê wêdetir tune. Dewlet dawiya dawî neçar e aştiyê pêk bîne. Di mijara Kurd de di nava tevgera gelê Kurd de gelek kesên bi aqil ên di rêça Ocalan de dimeşin hene."
Turkalî, da zanîn ku ji bo pirsgirêka Kurd bi rêya demokratîk û aştiyane çareser bibe divê rêya ku Ocalan nîşan daye bê şopandin û xwest her kes vê rastiyê bibîne û wiha got: "Tirkiye welatikî pir çandî û pir ziman û civakî ye. Mao di dema xwe de digot bihêlin bila 100 kulîlk vebin. Li gel me jî kulîlkên rengo rengo hene. Berdin bila hemû gel reng û çanda xwe bijîn. Erdogan dibêje, "PKK ne muhatabê min e. Ev lîstikên polîtîk in. Li aliyekî dibêje PKK ne muhatabê min e. Li aliyê din jî mirovên çiyê dibêjin em girêdayî Ocalan in. Li gorî vê rastiyê PKK muhatabê Recep Tayyip Erdogan e." 

DÎHA/STENBOL