
Gerîla Rûstem Yekta ku dema komkujiya li Helebê faliyetên ciwanan dimeşand şahidiya bûyerê kir. piştî komkujiyê Yekta jî 8 salan di zindanên Amedê de ma. Gerîla Rûstem ku niha li Qadên gerîlayane di derbarê komkujiyê de ji axivî.
Rûstem Yekta anî ziman ku, komkujiya Qamişlo polîtîkayên rejîma Sûriyeyê ya li dij Kurdan bû û got: “ Rejîma Sûriyeyê jî ji welatên din mînak girt û ser Kurdan de çû. Rejîmê ji bo komkujiya Sûriyeyê pêk bîne ji hêzên mêtînger piştgirî girtin. Beriya komkujiya Qamişlo peymana Sûriyeyê ya bi Rirkiyeyê re a Edenê heye. Li ser vê peymanê derbarê Kurdan de danûstendina nêrînan hat kirin. Vê peymana li dij Kurdan têkilyên di navbera Tirkiye û Sûriyeyê de bi hêz kir.
Ev têkilî gelê Kurd bû. Faktora esas tevgera Kurd bû. Sûriyeyê nediwest Kurdên wir wek yên Bakur pêş bikevin. Tirkiyeyê ji xwe dixwest gelê Kurd tune bike. Bi peymana Edenê re Sûriyeyê bi Tirkiyeyê re tevger kir.”
Dixwestin Kurdan qir bikin
Şahîdê komkujiya Qamişlo Gêrîla Rûstem Yekta destnîşan kir ku bingeheke vê komkujiyê ya dîrok heye û got: “Ji bo mirov vê fêm bikin divê mirov li dîrokê binêrin. Dema Fransayê şerê serbixwebûnê dida, Kurdan li dij Fransayê şer dikir. Di 1946’an de têkiliyê Kurd û Tirkan pêşve çû. Piştî avabûna komara Sûriyeyê ji rayedarên dewletê bigire heta wêjevanan ji bo înkara Kurdan hewl da. Di 1963’an de polîtîkayên înkarê zêde bû. Paratiya Baas polîtîkayên nû derxist. Ev yek polîtÎkaya nifûsê bû. 140 hezar Kurd bê nasname hatin hiştin. Wek welatî qebûl nekirin. Polîtîkayên din jî pêk anîn. Di bin navê ‘Kemera Ereban de’ polîtîka pêk anî.
Ya din jî polîtîkaya sîxurtiyê bû. Yanî pêşxistina netewperestiya Ereban bû. Ji ber vê hemû navê Kurdî bi erebî hatin guhertin. Mesela navê Dêrikê kirin Malikî. Ev polîtîka heta komkujiya qamişlo berdewam kir. Gelê li Sûriyeyê dijî li gorî wan rengên wan hene. Bi hatina Kurdên şoreşger ya li Rojavayê Kurdistanê bandor li ser gelê ereban jî kirin. Kesayetên girîng yên wekê Nurettîn Zaza, Îhsan Nurî Paşa hatibûn Sûriyeyê. Îhsan Nurî Paşa û Celadet Alî Bedirxan cemiyeta Xoybûn li wir vekriin. Her wiha Cîgerxwîn û Îhsan Nurî Paşa di 1957’an de partiya yekemîn ya Kurd ava kirin. Lê Baas hat desthildariyê û partî parçe kirin. Tevgera Azadiyê PKK’ê gelê Kurd yê Sûriyeyê û Rojavayê Kurdistanê bi rêxistin kir. di 1979’an de bi hatine PKK’ê re di civakê de guherî çêbûn. Ji wê rojê şûnde rêxistinbûna civakê pêşket. Bi ked û hewldana Rêber Apo ev 20 sale di nav rêxistinbûnê de ne.”
Der ketibûn neçîra Kurdan
Yekta diyar kir ku gelê Kurd û Ereb bi salanin bi hev re dijîn û got di navbera wan de tu pirsgirêk tune lê hêzên mêtînger di navbera gelê Ereb de netewperestî pêş xistiye, bi polîtîkayên şovenîzmê eşîrên ereban û komên Kurdan anîne hemberî hev. Komkujî di 12’ê Adara 2004’an de di maça futbolê ya Qamişlo û Derazor de derket holê.
Lê komkujiya pêk hat ne bi maça futbolê dest pê kiribû. Senaryoyek ji berê de hatibû amade kirin û kirinbûn jiyanê ev komkujî ji aliyê Waliyê Hesekê ve hatibû sorkirin.Waliyê Hesekê çeteyên eşîrên girêdayê dewletê kir dewrê û wan jî komkujiya Qamişlo pêk anî. Li hemberî Kurdan li sahayê komkujî pêk hat. Li sahayê 7 kes mirin. Piştre hêzên dewletê li kolanan derketin nêçîra Kurdan. Gelek mirov hatin qetilkirin. Li Qamişlo 29 Kurd, 4 ereb, 19 leşker- polîs 52 kesan jiyana xwe ji dest da. Bi hezaran kes hatin girtin. Kurdan serî hildan. Komkujiyê bi xwe re pevçûnên Kurd-ereban anî.”
PYD'ê gelê Kurd parast
Yekta diyar kir ku, ji partiyên Kurd Paratiya Yekitiya Demokrastîk parastina gelê Kurd kir û piştî komkujiya Qamişlo ji serhildanên Efrîn, Heleb, Cizîr û cihên din re pêşengî kir. Yekta wiha got: “Yên ku bertek nîşan didan kes an jî kom bûn. Hemû gelê Sûriyeyê jî matmayî mabû. Li bende komkujiyek wisa bûn. Rejîma Sûriyeyê nedihişt kes bîhna xwe bigire. Civakê jî ji tirsan bertekên xwe nedianî ziman. Li Halebê ciwanan xebat dimeşand. Dema me agahî girt em ketin nava hewldanan. Xwendekarên zanîngehê çalakî pêk anîn. Çalakiyên me daketin qadan. Piştî komkujiya Qamişlo dewletê çetenyên xwe berdan kolanan. Dixwestin çalakgerên Kurd teşîr bike. Lê gelê Kurd yê xwe bi rêixstin kiribû, serî netewand û rejîm têk çû.”
BAHOZ AMED / ANF/BEHDÎNAN
YPG: Me soza xwe bicîh anî
Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG), bi munasebeta 9’emîn salvegera komkujiya Qamişlo daxuyaniyek nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku gelê Kurd bi salane li Suriyê û Rojavayê Kurdistanê di nava aştiyê de dijî, bi rengekî aştiyane daxwaza mafên xwe yên demokratîk dike, lê di 12’ê Adara 2004’an de rejîma Baasê û pêxasên wê li bajarê Qamişlo êrîşî gelê sivîl kiriye û komkujiyek mezin pêk aniye.
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku wê demê komek ciwanên xort ev rewşa hanê nirxandiye û biryara avakirina hêzek leşkerî daye. Di berdemawa daxuyaniyê de hate diyarkirin ku piştî van nirxandinan koma ku hatiye avakirin li hemberî hemû êrîşên rejîmê çalakiyên tolhildanê lidar xistine û ev tişt hatin gotin: “Piştî komkujiya 12’ê Adarê soza ku me ji bo avakirina hêzên parastina Kurdî dabû gelê xwe, îro gihîştiye asta herî jor. Em îro di bin navê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) de, wekî hêza parastinê ya rewa gihîştine wê astê ku karibin li her derê Suriyê gelê Kurd biparêzin. Bi vê munasebetê em dîsa soza xwe nû dikin û li hemberî şehîdên komkujiya 12’ê Adarê bejna xwe ditewînin û wan bibîrtînin.”
Di daxuyaniyê de li ser rewşa dawî ya Suriyê û Rojavayê Kurdistanê, her wiha bûyera dawî ya li Efrînê rûda bû jî hate rawestîn û wiha hat gotin: “Di van demên dawî ku şoreşa Suriyê gihîştiye asta fînalê û hêdî hêdî ber bi serkeftınê ve diçe de, gelê Kurd jî li Rojavayê Kurdistanê gavên mîsogerkirina azadiyê, yekîtiyê û vîna gelan ku ji her demê zêdetir pêdivî pê ye di avêje. Lê mixabin hin kesên ku kirasê Kurdayetiyê lixwe dikin, şoreşa Rojavayê Kurdistanê derxistine bazarê. Her wiha bi awayekî qirêj li ser gelê Kurd bazirganiyê dikin. Yek ji van bûyeran jî bûyera dawî ya li gundên Birc Ebdalo û Basûtê yên Efrînê rû dabû ye.”
Operasyona paqijkirinê
Derbarê bûyera li Efrînê de û koma çekdar de di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayîn: “Weke ku tê zanîn ev demeke komek çekdar a çete ku hinek caran xwe difiroşe komên girêdayî Artêşa Azad û hinek caran jî difiroşe dewleta Tirkiyê, li van deran digere. Ev kom girêdayî Partiya Azadî ye. Berî çend rojan du endamên me bi awayekî bêbext revandin. Li ser vê yekê me xwest bi riya rûspiyan bi awayekî aştiyane hevalên xwe rizgar bikin. Lê belê vê komê bi rengekî çekdarî bersiv da hewldanên me yên aştiyane. Lewre em neçar man du mafê xwe yê parastina rewa bikar bînin. Di encamê de şer derket û veguherî operasyonek berfireh. Me xwest tevahiya Efrînê ji komên çete paqij bikin.”
Di berdewama daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku YPG’ê mijara van komên çekdar gelek caran aniye rojeva Komîteya Leşkerî ya girêdayî Desteya Bilind a Kurd û wiha hat gotin: “Li ser mijarê tu aliyan hebûna van çeteyan nepejirandiye, berevajî vê yekê hemû komên çekdar ên li derveyî Desteya Bilind wekî komên çete hatine binavkirin. Lewre biserdeçûna van koman mafê me yê rewa û di çarçoveya biryarên Desteya Bilind de çêdibe. Her wiha em qebûl nakin ku tu komên çekdar li derveyî Desteya Bilind xwe di nava gel de birêxistin bikin.”
Banga hişyariyê
Di daxuyaniyê bang li komên çekdar jî hate kirin û ev tişt hatin gotin: “Ev komên çekdar weke tê gotin ger ku girêdayî Artêşa Azad bin, fermo bila biçin bi Artêşa Azad re şerê rejîma Esad bikin. Lê eger hêzên Kurdî bin û ji bo Kurdistanê dixebitin, bila kerem bikin werin nava refên YPG’ê û dibin siya Desteya Bilind de parastina gelê xwe bikin.”
Derbarê têkiliyên bi Artêşa Azad re jî di daxuyaniyê de hate gotin ku YPG li dijî Artêşa Azad nîn e, berevajî vê yekê ew hevkariyê dikin, dixwazin di şoreya li dijî rejîma Baas de biser bikevin, lê komên xayîn wekî Artêşa Azad nabînin, berevajî vê wekî komên xayîn û xwefiroş ku di nava gelên Kurd û ereb de fitneyan derdixînin, di hesibînin.
Di dawiya daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku gelê Kurd û YPG di şoreşa Suriyê de xwediyê taybetmendiyên xweser e û ev bang hate kirin: “Em bawerin ku hemû hêzên azadîxwaz û şoreşger li hemberî vê taybetmendiyê rêzdar bin. Em bang li hemû aliyên Artêşa Azad dikin ku neyên lîstokên van komên xayîn û xwefiroş. Her wiha em bang li hemû miletê Kurd dikin ku li hemberî van komplo û lîstokan hişyar bin û li dora yekîneyên xwe kom bibin û xwedî li destkeftiyên xwe derkevin.”
Li dijî komkujiyê meşiyan
Tevgera Ciwanên Şoreşger û Konfederasyona Xwendekarên Welatparêz bi munasebeta 9’emîn salvegera komkujiya 12’ê Adarê meşek lidar xist. Di meşa ku bi sedan ciwan tevlî bûn de, komkujî hate şermezarkirin û qurbaniyên komkujiyê hatin bibîranîn. Ciwanên ku li ber Mizgefta Qasimo hatin cem hev, ji bo bîranîna qurbaniyên komkujiyê deqeyek rêz girtin. Piştî rêzgirtinê ciwanan ber bi riya Hesekê ve dest bi meşê kir. Di meşa ku wêneyên kesên di komkujiyê de hatibûn qetilkirin hatin hilgirtin. Meş li ber Nexweşxaneya Ferman ku di dema komkujiyê de cenaze û birîndar anîbûn wir, bi dawî bû. Li vir ciwanan destegulek ku li ser “Em rihê welatparêziyê silav dikin, em bi keda we ya mirovahiyê serbilind in” hatibû nivîsandin, danîn ber nexweşxaneyê. Ciwan pişt re çûn ber stadyuma bajêr a ku komkujî lê destpê kiribû ya li Kolana El Siyahî.
Li vir li ser navê ciwanan Endamê Konfederasyona Xwendekaran Egit Ebdo axaftinek kir û bal kişand ser berxwedana gelê Kurd. Ebdo, destnîşan kir ku gelê Kurd wê bi xwîna şehîdên 12’ê Adarê bigihîje azadiya xwe. Piştî axaftinê çalakî bidawî bû.
ANHA/QAMIŞLO
Ji Desteya Bilind bang
Desteya Bilind a Kurd destnîşan kir ku, komkujiya 12’ê Adarê berdewama polîtîkayên tunekirina gelê Kurd e û di encama lihevhatina bi welatên cîran re hatiye pêkanîn. Desteyê bang li hemû kesî kir ku bi rihê serhildanê tevlî bîranîna qurbaniyên komkujiyê bibin û yekîtiya xwe xurt bikin.
Desteya Bilind a Kurd derbarê 9’emîn salvegera komkujiya 12’ê Adarê ku di sala 2004’an de li Qamişlo ji aliyê rejîma Baas ve li dijî Kurdan hatibû pêkanîn daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku, di encama êrîşa hêzên şovenîst ên Baas de gelek ciwanên Kurd jiyana xwe ji dest dane û bal hat kişandin ku, hedefa van êrîşan şikandina îradeya gelê Kurd û berdewamkirina siyaseta “Kembera Erebî” ku bi dehan salan berê hatibû destpêkirina bû. Di daxuyaniyê de hate gotin ku ev êrîş di heman demê de gavek ji bo razîkirina dewletên cîran ên li dijî gelê Kurd bû û hate diyarkirin ku li ser vê yekê lihevhatinên bazirganiyê hatibûn çêkirin.
Em wekî Desteya Bilind a Kurd vê komkujî û hemû siyasetên li dijî Kurdan şermezardikin û wiha hat domandin: “Serhildana ku li dijî êrîşên hovane yên hêzên ewlekariyê wekî refleksekê destpê kir, mezin bû û li hemû herêmên Rojava belav bû. Di nava demeke kurt de hemû hêzên ewlekariyê ji nava bajarên Kurdan hatin derxistin.”
Di daxuyaniyê de qurbaniyên komkujiyê hatin bibîranîn û hate gotin ku Desteya Bilind helwesta gel a li dijî êrîşan silav dike. Di dawiya daxuyaniyê de bang li gel hate kirin ku, bi rihê serhildanê tevlî çalakiyên bîranînê bibin û yekîtiya xwe xurt bikin.
ANF/QAMIŞLO