´Divê berjewendiyên neteweyî esas bin´
Xefûr Mexmûrî destnîşan kir ku bi berjewendiyên teng ên hizbî nagihin tu cihan û wiha axivî: "Bi dîtina min ev nakokiyên siyasî yên li rojavayê Kurdistanê hene, bandor li peywendiyên başûr û bakûrê Kurdistanê kir. Em dikarin bi berjewendiyên neteweyî û xebitîna ji bo yekrêziyê bigihîn her cihekê." Mexmûrî bal kişand ser bendek ji helbesta helbestvanê Kurd Ehmedê Xanî û wiha got: "Ehmedê Xanî berî 400 salan wiha gotiye; 'Ger dê hebûya me îtifaqek, Vêgra me bikirya înqiyabek, Rum û ereb û ecem temamî, Hemûyan ji me re dikir xûlamî' Lê mixabin ev 400 sal jî derbas bûn, hê ew yekrêzî di nava Kurdan de nîne. Ev nexweşiya Kurda ye û ti kes yê din qebûl nake. Çima em dijminê xwe qebûl dikin, em hev qebûl nakin?" Sekreterê YNDK'ê da zanîn ku kongre erkekî vê qonaxêye û wiha berdewam kir: "Bi baweriya min kongreya netewî erkekî lezgîn a vê qonaxê ye. Divê hemû aliyên siyasî nakokiyên xwe bixin aliyekê, lê divê sêwanekî neteweyî çêbikin û hemû Kurd di bin de kom bibin. Divê nêrîna me li ser kongreya neteweyî wiha be."
´Yekîtiya Kurdan naxwazin´
Mexmûrî di berdewama axaftinên xwe de diyar kir ku bandora dewletên cîran li ser kongreyê heye û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Em bixwazin nexwazin bandora dewletên cîran li ser kongreyê heye. Dewletên cîran tu carî yekîtiya Kurdan naxwazin. Dewletên cîran ti carî ne bi wê yekê re ne, Kurd li hev bikin û bigihin lihevkirinekî neteweyî. Nabe em bêjin bandora dewletên cîran nîne."
NÎHAT KAYA/MİHEMED TAHİR/HEWLÊR/DÎHA