
Prof. Dr. Mehmet Bekaroglu balkişand ser xala ku Ocalan balê dikişîne ser ya Şûraya Medîneyê ya Hz. Muhammed û diyar kir ku dema Hz. Muhammed ji Mekkeyê diçe Medîneyê bi vê şûrayê ve di navbera gel de peymana aştiyê pêk tê, tenê misilman na, her wiha hemû komên baweriyê ku li Medineyê dijîn tevli şûrayê dibin. Bekaroglu da zanîn ku ev şûra ji bo gelên di navbera wan de pirsgirêk hene, ruhekî girîng e û ev şûra 'peymana jiyana bi hev re ye' û wiha got: "Di esasê xwe de ev peyman dikare ji bo demokrasiyên nûjen, pêş, lîberal bibe mînak û ji bo demokrasiyên ku xitimîne bibe peymaneke ronahiyê."
Bekaroglu da zanîn ku peyman di encama pêwistiyan de derketiye holê û wiha got: "Wê demê bi sedan sal in di navbera qebîleyan de şer hebûn û didomiyan. Gelê Medîneyê ji van pevçûnan bêzar bûbû. Pêxember wekî hekem hat qebûlkirin û peymana Medîneyê pêk hat. Niha li Rojhilata Navîn, tirk, Kurd, ereb, fars û gelên din ji pevçûn û şeran bêzar bûne. Ji ber vê yekê îro bêtir pêwîstiya mirovan bi peymaneke civakî ku di nav de ewlehî, edalet û azadî cih digire heye."
'Banga kongreyê watedare'
Bekaroglu destnîşan kir ku di banga 21'ê Adarê de behsa jiyana hevpar dihat kirin û di vê peyama Ocalan de jî wekî riya jiyana hevpar behsa Peymana Medîneyê tê kirin û wiha got: "Ji bo lêgerîna jiyana hevpar Peymana Medîneyê belgeyeke girîng e. Em dikarin di kongreyê bersiva pirsên 'Îslameke çawa, dê aştiya civakî çawa pêş bikeve' bigerin û nîqaş bikin. Ev nîqaş ji bo Tevgera Kurd û Rojhilata Navîn xal û biryareke girîng e."
'Ez vê kongreyê girîng dibînim'
Bekaroglu anî ziman ku ji bo gelekî ku bi hezaran sal in zimanê wan hatiye qedexekirin û banga rêberekî ku 30 sal in ji bo Kurdan têdikoşe ji bo Tirkiye û herêmê firsendek e û wiha got: "Ez di wê baweriyê de me ku Ocalan bi awayekî xurt ev pêşniyar kiriye. Divê ev kongre bê lidarxistin. Divê bi awayekî sîstematîk pêk bê. Ez jî vê kongreyê girîng dibînim û piştgiriyê didim kongreyê."
'Ji Îslama radîkal re bersivek e'
Serokê Komeleya Çanda Elewî ya Hubyar Sultan Alî Kenanoglu anî ziman ku banga kongreyê girîng dibîne û kongre ji Îslama radîkal re bersivek e û wiha got: "Beşeke Îslama radîkal bi awayekî cidî qetlîaman pêk tînin. Vê yekê jî li ser navê Îslamê pêk tînin. Ji ber vê yekê ev kongre dê rûyê rast yê kesên ku xwe wekî Îslamparêzên radîkal didin nasîn, derxe holê. Kenanoglu da zanîn ku divê derdorên ku di vê baweriyê de ne ku Îslam ola aştiyê ye li hev kom bibin û wiha pê de çû: "Herêm di warê baweriyan de herêmeke dewlemend e. Gelek ol û mehzebên gelek olan hene. Bêguman divê kongre tenê nakokiyên nava Îslamê an jî derxistina rûyê rast yê derdorên aştiyê ve sînorkirî nemîne. Divê derdorên din yên baweriyê yên wekî êzidî, suryanî, keldanî, elewî û hemû komên baweriyê yên Rojhilata Navîn li ser axa xwe bimînen û li vir mayîna wan bê mîsogerkirin. Ger wiha be dê watedar be."
'Divê zû bê lidarxistin'
Serokê DÎAY-DER'ê Mehmet Şîmşek bibîrxist ku di Quranê de tê gotin 'Bi hev re bin, bi hev re tevbigerin, ji hev neqetin' û wiha axivî: "Ev bang ji bo yekitiya alim û şêxên Kurdistanê ye. Divê şêx û melayên me guh bidin vê bangê, heq û rastiyan ji gelê me re ragihînin." Şîmşek anî ziman ku li Rojava li ser navê Îslamê li hember gelê Kurd qetlîam pêk tên û wiha got: "Ji bo lidarxistina Kongreya Îslama Demokratîk çi ji destê me tê em ê pêk bînin. Em ji bo vê bangê spasiyên xwe pêşkeşî birêz Ocalan dikin.
Rêveberê DÎAY-DER'ê Ekrem Baran der barê banga kongreyê wiha axivî: "Bi rastî jî bangeke di cih de ye. Ji ber ku ger ola Îslamê li Rojhilata Navîn negihêje rastiya xwe dê ev şer û pevçûn bidomin. Niha hinek zalim derketine li ser navê Îslamê qirêjiyan dikin." Baran bang li hemû şêx, mela, seyîdan kir ku ligel mazlûman bin.
SADIK TOPALOGLU/DÎHA/STENBOL