Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Dûran Kalkan pêşketin û bûyerên ku 2012’ê li Kurdistan, Tirkiye û Rojhilata Navîn diqewimin nirxand. Kalkan got ku sala 2012 bi temamî bûye sala berxwedan û şerekî mezin û destnîşan kir ku polîtîkayên îmha û tunekirinê yên Hikûmeta Tirk AKP’ê bi tevahî hatine pûçkirin. Kalkan destnîşan kir ku tişta mohra xwe li sala 2012 daye serweriya gerîlayan a li ser herêmê û tevgera şoreşgerî bû û got: “Hêz û bandora gerîlayan dê di sala 2013 de aşkere bibe.”
Kalkan wiha axivî: “Sala 2012’ê din av dîroka kurdan de şayanî wê ye ku wekî sala şoreşê were pênasekirin. Hem asta şoreşa gel a ku li Bakurê Kurdistanê gihaştiyê û hem jî şoreşa azadiyê ya ku 19ê tîrmehê li rojavayê Kurdistanê pêk hatî vê rastiyê bi awayekî zelal nîşan dike. Em wekî tevgerê di derbarê pêşkeftinên vê salê de ku em li bendê bûn şaş neman. Sedema ku me ev pêvajo wekî pêvajoya fînalê pênase kiribû ew bû ku, ev pêvajo çareseriya pirsgirêka kurd di xwe de vedihewand. Yanî em ne di wê heyamê de ku pirsgirêka kurd pênase bikin, derxînin holê û derfetên çareseriyê biafirînin. Sala 2012’ê jî wekî sala têkoşîna herî bi bandor û berxwedanê pêk hat. Jixwe wekî tevger û gel em bi berxwedaneke giştî tevlî sala 2012’ê bûn. Li ser bingehê stratejî têkoşîna gel, rêbertî, gel, tevger, girtiyên azadî li çar parçeyan, li derveyî welêt, ji heft salî heta bi heftê salî bi berxwedanê ketin sala 2012’ê."
Kalkan wiha berdewam kir: "Ji ber ku em di nav berxwedaneke bi vî rengî de bûn, hikûmeta AKP’ê dîsa konsepta şerê taybet a giştî sepand û êrîş kir. Plan û armancên dewleta Tirk û hikûmeta AKP’ê aşkere bûn. Bi rastî jî divê gelê kurd û hêzên demokratîk fêhm bikin ku di dîroka Komara Tirk de şerê jenosîdê yê herî berfireh, kûr dimeşîne."

Pêşketinên sala 2012'an


Duran Kalkan di têkoşîna azadiya gelê Kurd de pêşketinên herî girîng ên di sala 2012'an de pêk hatî wiha bi rêz kir:
* Piştî hilbijartinên 12’ê Hezîranê, planên êrîşkirinê yên AKP’ê ku bi armanca tunekirina PKK’ê derketin holê, vale hatine derxistin û şkandin.
* Çareseriya pirsgirêka Kurd ya li ser bingehê xweseriya demokratîk, bi berxwedana şerê gel yê şoreşgerî yê li Bakûrê Kurdistanê hatiye birêvebirin, astekî girîng qezenc kir.
* Pêwîste em li ser encama berxwedana zindanan rawestîn. Encama greva birçîbûnê ya 68 rojan, birastî jî serketinekî nû û îdeolojîk ya dîrokî bû, rastiya vê nayê nîqaşkirin. Careke din xeta berxwedana zindanan ya PKK’ê li dijî rejima faşîst ya mêtînger bi ser ket û encam girt.
* Şoreşa li rojavayê Kurdistanê. Em ji vê re dibêjin şoreşa 19’ê Tîrmehê. Gel jiyana xwe ya azad û demokratîk birêxistin dike, qedera xwe xistine destê xwe de. Li rojavayê Kurdistanê çareseriya pirsgirêka Kurd ya di xweseriya demokratîk de pêngav bi pêngav bi avakirina konfederalîzma demokratîk tê hûnandin. Ev jî dê bibe pêşketinekî herî mezin û mayînde ya sala 2012’an ku bandora wê li salan belav bibe.

'Kurd li her derê li ser piya bûn'


Kalkan da zanîn ku sala 2012'an li çar parçeyên Kurdistanê û derveyê welat çalakiyên gelek dewlemend hatin lidarxistin û wiha got: “Ev çalakî xeleka esas ya têkoşînê îfade dikin û dibin parçeyên serhildanên gel yên demokratîk a kurd. Mezinbûn û biçûkbûna wan ne girîng e. Ji biçûkê wan bigirin heta mezinan hemû bûne yek û ji bo azadiya gel û demokrasiyê têkoşiyane. Li Bakûr berxwedaneke bêhempa hebû. Li dijî terora faşîzan a AKP’ê paşve gav nehat avêtin. Heta dawiyê bo azadiya Rêber Apo li ber xwe dan. Mîtîng pêk anîn, ketin grevê, meş li dar xistin çalakî pêk anî. Li şehîdên xwe xwedî derktin. Li rojavayê Kurdistanê şoreş pêk hat. Vê şoreşê piştevaniyek mezin da têkoşîna ji Rêber Apo re azadî. Gelê me yê Başûr, Rojhilat, Rojava , Bakur û Ewropayê bûn seferber. Encamên 2012’an pir zelal nîşan dide ku ger em kampanyaya ‘ ji Rêber Apo re azadî û ji Kurdistanê re statû’ zêdetir belav bikin dê teqez bigihêje encamê. Pergala îşkenceya Îmraliyê jî têk çû. Hedefa wan ew bû ku Rêber Apo ji gel qut bike û PKK tasfiye bike. Ev plan di 14 salan de bi dehan carî têk çû. Êdî bi tecrîd û îşkenceya îmraliyê nIkarin PKK, Gelê Kurd û Rêber Apo bidin sekinandin. Êdî Rêber Apo naxwaze bi pergala Îmraliyê bijî. Gelê kurd naxwaze bi pergala îmrali bijî, mirovahî naxwaze bijî. Têk çûye. Parçe bûye. Bûye lekeyeke reş. Lê heta ev leke ranebe çareseriya demokratîk jî pêk nayê. Dê ne şer bi dawî bibe, ne pirsgirêka kurd çareser bibe, ne jî Tirkiye demokratîk bibe û ne jî Tirkiye li Rojhilata Navîn bibe welatekî demokratîk. Heta pergal Îmrali bimeşe dê ev berovajî pêk bê. Ger ev pergal di 2013’an de bidome, bê guman dê neçareserî jî bidome. Ev jî tê wateya şerekî dijwartir û kûrtir. Ev jî zêdebûna zilm û zextan e.”


ANF/BEHDÎNAN