Êş û azara malbatên ku zarokên xwe di komkujiya Roboskî de wendakirin, hêj tezeye. Malbatên zarokên xwe wenda kirin di saetên serê sibê yên zû de diçin ser goristanê. Zêmarên dayikên Kurd di nava goristanê de bê dengiyê xera dike. Her wiha bertekên li hemberî hikûmeta AKP'ê û Erdogan jî her diçe zêde dibe.Çîroka her kesê ku jiyana xwe ji dest daye cudaye. Lê aliyekê hemûyan ya hevpar heye. Ev jî ji bo debara malbatê ye. Serhat Encu 17 salî bû. Malbata Encu di sala 1993'an de ji gundê xwe koçî Qilebanê kirin.

Cerdewanî ferzkirin û piştre jî kuştin
Birayê Serhat, Welat Encu bi dilşewatiya xwe bertek nîşan da û diyar kir ku ewil dewletê ew koçber kirine û piştre jî dîsa anîne gund û terkî xizanî û neçariyê kirine. Encu wiha pê de çû: "Piştre cerdevantî l ime ferzkirin. Herî dawî jî em kuştin. Ji xwe tenê mirin mabû.Ew jî kirin. Ger wijdan û hêza Erdogan têr dike bila bê yek bi yek me bikuje. Ger ku diqede bila bê Kurdbûnê jî biqedîne. Erdogan li ser navê ol mirovahiyê dixapîne. Gelo Erdogan bi çi ruyê van sifatan digire devê xwe. Birayê min hêj zarok bû û tu gunehê wî tunebû. Ji bo 50 TL pere diçû. Ji bo malbata xwe diçû. "

Ev ne komkujiye, lê çiye?

Xwişka Serha Encu, Hanim Encu jî da zanîn ku ocaxê malbata wan kor bû û got ku ji malbata wan 11 kesî jiyana xwe ji dest daye. Encu da zanîn ku gelo ev ne komkujiye lê çiye.? Encu got kezeba me dişewite û got ji vê saetê şûnde tu wateya jiyana wan nîne.
Dîsa birayê Encu yê din Ferhat Encu jî wiha got: "Ez bang li Erdogan dikim. Ez Kurdim lê ez bi zimanê wan bangî wn dikim. Digotin emê terorê biqedînin. Belê we îro qedan. Me îro êşa xwe jiya. Lêb ila vê baş bizanibin. Ew di riya şaş de ne. Ger hun misliman bin mislimaniya xwe bizanin.
Dayika Abdulselam Encu (22) xwendekarê zanîngehê bû û jiyana xwe ji dest da, Semîre Encu bi zêmaran kurê xwe anî ziman û dem bi dem ji ser hişê xwe diçû. Semîre Encu wiha got: "Kur êmin li Dibistana Bilind a Tetwanê Teknîkeriya Înşaatê dixwend. Kur êmin ji bo pereyê dibistanê diçû Iraqê."

Esman Encuya ku 7 zarokên apê xwe wenda kir jî diyar kir ku dewletê hemûyî dizanibû ku bi salanin karê kaçaxtiyê tê kirin û got ku zarokê wan ji bo 20-40 TL pere hatin kuştin.


'Erdogan ev der kir Helepçe'

Dayika Salîh Urekê 17 salî Medîne Urek jî gotku kurê wê diçû pola 3'emÎn a Lîseyê û wiha got: "Em heta dawiyê dê heqê xwe bigerin. Emê serî li Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropyê bidin. Tirkiyeyê kîmyasal li ser gelê me ceriband. Nifûsa me 12 hebe. Kurê min ji bo debara me diçû. Dewleta tirk bê wijdane."

ŞIRNAK