Li ser pirsa sedema zêdebûna kuştina jinan a di bin navê namûsê de li herêmên xweser ên Rojava Ciger got ku di sala dawî de kuştina jinan a di bin navê namûsê de zêde bû ye û wiha axivî: “Hemû bûyerên kuştina jinan ku ji salê çûyî û vir ve pêk hatin ji ber paşveçûna zihniyeta mêr hatine kirin. Ji ber vê yekê jî jinan berxedana xwe bilind kiriye û li dijî hemû şêwazên desthiladariya mêr dengê xwe bilind kirine û xwe bi rêxistin dikin.”
Ciger, got ku pêwîste kesên ku kuştina bi navê namûsê pêk tînin bêne cezakirin û wiha dom kir: “Li Sûriyê, Rojava û Rojhilata Navîn jî kujerên ku di bin navê namûsê de jinan dikujin kî be bela bibe pêwîste li gorî zagonan bêne darizandin. Nerîna ku bi kuştina jinan şeref tê paqijkirin ne rast e, rumet û şerefa mirovan parastina welat û xak e ne kuştina jinan e.”
Li ser asta azadiya ku jinan li Rojava bidest xistiye Ciger diyar kir ku jinan li Rojava gelek gav avêtine û jinan bi xwe sazî û dezgehên xwe yên taybet damezirandine. Ciger, tekez kir ku dê rêxistina wan berxwedana xwe ya ji bo azadî û pêşxistina jinan a li dijî desthiladariya mêr ku pêşketina jinan qebûl neke tekoşîna xwe bidomînin.
TÊLÎ EBULREHMAN/ANHA/QAMIŞLO