Di civîna ku moderatoriya wê Serokê Komeleya Asûrî-Suryaniyan a Neugrabenê kir de Erol Dora anî ziman ku mejiyê çeteyên faşîst ên DAIŞ'ê li Nînova, Şengal û Kobanê qirkirina çandan kiriye û destnîşan kir ku têkoşîna li Kobanê û Şengalê hat dayîn wê li Nînova jî were meşandin. Dora da xuyakirin ku dem hatiye li dîasporayê têkoşîneke bi hev re were meşandin û anî ziman ku damerandina Komara Tirkiyeyê ne sala 1923 ye, bingehên wê di sala 1915'an de bi qetilkirina Ermenî û Suryaniyan hatiye danîn.

Dora ragihand ku weke HDP ew biratiya gelan diparêzin û got, "Ya ku yekemcar ji gelê Suryanî namzetek nîşan da HDP ye. Tevî benda ji sedî dehan a hilbijartinan jî me biryar dan weke partî tevlî hilbijartinê bibin. Ji vê bendê bêwate bikin me ev biryar stendin. Ev benda antî demokratîk, ji bo Kurd nekevin parlamentê hat danîn. Ev partî ne tenê partiya Kurdan e, partiya hemû gel û baweriyên bindest e. Birêz Ocalan tevî ku li girtîgehê ye jî, ji bo jiyana bi hev re ya gel û baweriyan, modela Neteweya Demokratîk destnîşan kir. Li hemberî vê jî, mejiyekî yekperest ê weke DAIŞ'ê derket holê. Ji bo modela Neteweya Demokratîk li hemberî zîhniyetê yekperest bi ser bikeve, ji bo Tirkiye karibe bikeve nava Yekîtiya Ewropayê, ji bo guherîn û veguherîne, divê em hem li welêt hem jî li dîasporayê ji bo HDP'ê gelekî bixebitin. Ji bo destûreke bingehîn a hemdem, pêwîste em bendê derbas bikin. Destûreke bingehîn a bêyî HDP'ê wê bibe mejiyekî yekparêz."


Piştgirî ji bo Cansû Ozdemir

Dora bal kişand ser hilbijartinên eyaletê yên di 15'ê Sibatê de li Hamburgê werin lidarxistin û doza beriya hilbijartinê li parlamentera Partiya Çep Cansû Ozdemîr hatiye vekirin, weke hewldanek li demokrasiyê nayê, bi nav kir.

Parlamentera Partiya Çep a Parlamenta Eyaleta Hamburgê Cansû Ozdemîr jî got, "Ya rast em bi hev re bûn, lê em ji hev hatin qutkirin. Bi Kobanê re em careke din gihaştin hev. Li vê derê, weke gelên bindest em mûxatab nehating irtin. Me di pêvajoyên Kobanê û Şengalê de heyet ava kirin, Kurd, Elewî, Suryanî em bi hev re xebitîn. Me êrîşên DAIŞ'ê bi hev re xistin rojeva Meclîsa li Hamburgê. Hin partiyan hewl dan vê asteng bikin û mixabin PKK û DAIŞ weke hev dîtin."

Ozdemîr da zanîn ku doza lê hatiye vekirin doza li hemberî wê bi tenê nîne, dozek li hemû nirxên ew diparêzin û doza li hilbijêran e. Ozdemîr axaftina xwe bi banga destekkirina HDP'ê di hilbijartinên giştî yên Tirkiyeyê de, bi dawî kir.

Bi qasî sed kesî civîn şopandin. Roja Yekşemê jî wê li Hamburgê bi beşdariya Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk û Parlamentera Partiya Çep Cansû Ozdemîr civîneke gel were lidarxistin. 


 HAMBURG