Konsey ji bo pêşîgirtina li germbûna global hişyarî da û destnîşan kir ku veguherîna enerjiyê berevajî îddîayê hin derdoran ewçend biha nîne.
IPCC da xuyakirin ku tevî belavkirina zêde ya gaza serayê jî hînê şansek ji bo astengkirina germbûna global heye û beşa sêyemîn a rapora xwe ya di vê mijarê de li Berlînê pêşkêşî raya giştî kir.
Divê dest ji enerjiya fosîl berdin
Li gorî rapora bi serokatiya Zanyarê Alman Ottmar Edenhofer û alîkariya zêdeyî sed zanyarên ji 60 welatan, mezinbûna aboriyê û parastina klîmayê bi hev re dikarin bên meşandin. Zanyaran pêşniyar li welatên cîhanê kirin ku bi lez dest ji çavkaniyên enerjiya fosîl a mîna petrol û komirê berdin û xwestin, di şûna komir, gaza xwezayî û petrolê de mirov giraniyê bidin ser enerjiya dikare were nûkirin.
Pisporê klîmayê Ottmar Edenhofer da xuyakirin ku mezinbûna aboriyê û parastina klîmayê berevajî îddîayan hewldaneke zêde biha nîne û got, "Berdêla rizgarkirina rûyê erdê cîhan nîne."
Li gorî hesabên di raporê de cih girtin, mezibûna aboriya salane ya di navbera 1,6 û 3, bi tedbîrên parastina klîma (bahewa) re bi tenê ji sedî 0,06 kêm dibe. Pispor bawer in ku polîtîkavanên bi fikarin ku ji ber parastina klîmayê aboriya welêt wê zerarê bibîne, dikarin werin îknakirin.
Belavkirina karbondîoksîtê
Di raporê de hat ragihandin ku eger hewldanên pêwîst werin dayîn wê germbûna global bi 2 santîgratê were sînorkirin û hat destnîşankirin ku heta sala 2050'î belavkirina karbondîoksîtê divê li gorî sala 2010'an ji sedî 40 heta 70'ê bê kêmkirin.
Di dewama raporê de hat diyarkirin ku teknolojiyên enerjiya dikare bê nûkirin di roja îro de êdî gelekî erzan û hêsan e bên peydakirin û hat gotin ku avantajeke din a ji bo rawestandina germbûna global, kêmbûna gemarîbûna hewayê ye.
Sedmilyonan mirov wê bandor bibin
Rapora dawî ya IPCC lingê sêyemîn ê rapora bingehîn a tê amadekirin e. Di beşa duyemîn a raporê de ku di meha Adarê de hat weşandin, bal hatibû kişandin ser xesarên germbûna global li cîhanê. Li gorî raporê eger germbûna global di nava vê sedsalê de di navbera 2 û 4 pileyî de be wê gelek karesatên xwezayî rû bidin û qadên çandiniyê zerarê bibînin. Di raporê de hatibû destnîşankirin ku 800 mîlyon mirov wê yekser bikevin bin bandora zerardayîna qadên çandiniyê û bi mîlyonan mirov jî ji ber sedemên klîmayê wê penaber bibin.
BERLÎN