***
Di zaroktiya min de, Jean Genet jî hê li ser vê dinyayê bû. Heta sala 1986 jî jiyan kir. Lê di dawiya emrê wî de, Jean ne Jeanê berê bû. Di warên tarîtiyê de tu karekî wî nema bû. Wek însanekî mixalîf, li ser dinyayê, li ku derê çi neheqtî hebe û biqewime, Genet li wê derê bû, an jî li ser wan yekan rexneyên xwe ya herî tûj û bêsînor dinivîsand.
Di xwendevanî ya min de, Jean Genet hê li ser vê dinyayê jiyan dikir. Di mektebê navîn de ku mamosteyên me li ser defterên me hin efsaneyên Tirk dinivîsandin, Jean Genet jî wê demê berhemên xwe ya herî bi naverok, herî bilind û bi wêje dinivîsand.
Zaroktiya Jean Genet, ji zaroktiya me hemûyan xiraptir derbasbû bû. Bê dayik û bê bavik, di nav jiyaneke gelek zor û zehmet de; ligel malbatekî çend sal, ji wê şunde di timarxane ya zarokan de çend sal, piştre li girtigehên zarokan salek, ji wê şunde dîsa bi karên dizîtî û xeraptiyê ve mijûlbûn, û her wiha di nav jiyaneke dijwartî û zordestiyê de wek temenek derbaskirin... Ku ew jiyan, li dinyayê wek mînakek, di gerdûna huner, şano û edebiyatê de wek berhemên bêhempa, ji têra xwe afirandinê ve tijî...
Duyemîn pirtûka Jean Genet, "Miracle de la rose", ango Nava Gulê bû. Gava ku pirtûka Genet li Fransayê hate çap kirin, hê kes haya ji Genet nebû. Ji ber ku, Jean wek zarokeke marjînal li kolan û kuçeyên Parîsê digeriya, dizîtî dikir, diket mala hin kesên arîstokratên Parîsê, diket nav jiyanên wan a taybet, nameyên wan a taybet dixwend, zêr û xirşên wan didiziya, hildida û her çi neyartî û dijmintî ya milk û mal heba, bi kêf û dilşadiyê ve wan tiştan dikir... Xêynî wê jî, wan deman li Fransê, di dorhêla edebiyat û feylesofiyê de pozbilindî rewa bû. Di dema kovarên wêjeyî de ku André Gide, Jean Cocteau û Jean-Paul Sartre dinivîsandin, kî dike wek zarokeke beredayî, diz û fahîşe, ji Jean Genet re binêre. Zanyar, ramanger û wêjewanên Fransayê li ku, însanên sucdar, diz û fahîşe li ku?
Lê, jiyan û berhemên Jean Genet tevda, nîşan da ji hemû mirovahiyê ku, zanabûn û zanyarî, ne tenê zanîna hin agahiyan e. Pirtûk, nivîs, metn, fikr, helbest, şaîratî û hunermendî, heke bi însan nebe, heke destê xwe lê nede jiyana zindî, ji qirêjî û hin tiştên veşartî re temas neke, mijarên dema xwe ya herî piçûk be jî mijûl nebe, tu car nikare azmuna xwe ya eslî û jiyanî bîne bicîh.
Ji ber wê, Jean Genet, wek zarokekî gelek jîr û zîrekane, temam di jiyana xwe ya mînakî de, kete bin erdê û wekî Fyodor Dostoyevskî, bi jiyana însanên herî "lijêr" ve mijûl bû, edebiyata xwe di nav van însanan, van koman, li van derana kom kir, hilbijart û afirand, dawî ya dawî, di serî de Jean Poul Sartre û Andrê Gîde, her kes bi xêra Genet pê hesiya kû, ramangerî û zanyarî ne tiştikî ku însan ji odê xwe rûne û li ser pirtûkan hemû pê agahiyên dinyayê ve hemhal be, bixwîne û binivîse, biaxive û tevî qonferansan bibe... Piştre, di dema xwe de hemû zanyarên Fransê, li der û dorê Jean Genet girtin, li ser jiyana wî kûr bûn, li ser pirtûk û şanoyên wî lêkoliyan, cevherên ku di hişmendiya Genetê de dibiriqiya xwe dan ber tavê wê tîrojê...
***
Dema Genet, dema tundiya mêtinkariyê ya li Fransiyê bû. Cezayîr di bin destê Fransê de bû, faşîzma ku li bakûra welat dest pê kirîbû jî, bandoreke xurt li ser Fransê danî bû. Şerê Cezayîrê her ku diçû dijwartiya xwe bilind dikir, berxwedaniya li himberî faşîzmê hin caran têk diçû û nekarîbû pişta xwe rast bike. Di nava van şert û mercan de, zarokên ku li girtîgehan dihatin girtin û di bin îşkenceyan de diman jî, kes haya ji wan nedibû. Genet jî, yek ji wan zarokan, bi hişmendî û bi pratîka jiyana xwe li himberbûna tundî û işkenceyên pergala zordestiyê sekinî, bi wêje, bi huner, bi nêrîn, bi hişmendî u bi afirandinê ve, bi qudreta mêjiyê ve ber xwe da.
Lê çawa ku gelek rewşenbîr û ronakbirên Fransî, bi marîfeta ronahîdayîna Genet tekiliya xwe ji pergala Fransê rast damezrandin, piştî wê jî dest bi berxwedanî ya kolanan kirin... Li kolanan rojname û kovarên Cezayîriyan belav kirin, her wiha piştgirî dan berxwedaniya FLN û di serî de zarokên Cezayîr, ji bo xilaskirina zarokan ya ji girtîgehên Fransê rabûn ser pî. Gelo li Tirkiye yê kêngî rabûneke li ser pî, ya bi vî rengî were rojevê?.. Ji ber ku, piraniya wan ji Kurdistan, ku bi bahaneyên "ji panzeran re kevir avêtine", hezaran zarok niha di girtîgehên tirkiye yê di bin ezabê de nalinal in...
(*) Mucîzeya Gulê
'Miracle de la rose'(*)
Gelo li Tirkiye yê kêngî rabûneke li ser pî, ya bi tarza Jean Genet û rewşenbîrên Fransê were rojevê?.. Ji ber ku, piraniya wan Kurd, hezaran zarok niha di girtîgehên Tirkiye yê di bin ezabê de nalinal in...