Komek ji parlemneterên Ewropayî, ji bo li şûna ‘post-monitoring dialogue’ (diyaloga piştî çavdêrîkirinê) ya li ser Tirkiyeyê tê pêkanîn, pêvajoya ‘monitoring’ were pêkanîn, dest bi xebatê kirin.
Mekanîzmaya ji bo kontrolkirinê ji aliyê Meclîsa Parlementerên Konseya Ewrpoayê (MPKE) hatibû avakirin, dikarî biryarên pêkanînên li Tirkiyeyê werbigire. Lê piştî ku di sala 1999’ê de, hikûmeta Serokwezîrê demê Bulten Ecevît dest bi pêvajoya endamtiya Yekitiya Ewropayê kir, soza reform û pêkanînên krîterên Kopenhagê da, û cezayê îdamê hate rakirin, bidawîkirina vê mekanîzmayê jî hate rojevê.
Hikûmeta AKP’ê di 2002 de hate ser desthilatiyê û di encamên hewldanên zêde de MPKE’yê careke din “monitoringê” anî rojevê. Di sala 2004 de jî, piştî ku AKP’ê fermana tekoşîna li dijî îşkenceyê, azadiya ramanê, azadiya xwepêşandanan, azadiya olî, têkiliyên leşkerî-sivîl, mafên civakî û çandî de da û hin pêngav avêtin, MPKE’yê jî êdî pêvajoya “monitoring” li ser Tirkiyeyê rakir.
Ji sala 2004 ve li hemberî Tirkiyeyê ‘post-monitoring dialogue’ (diyaloga piştî çavdêrîkirinê) dihate pêkanîn. Lê ji ber terora girtinên bi taybet a li hemberî Kurdan, binpêkiirnên mafê mirovan û bi awayeke cidî lêpirsînek der barê Komkujiya Roboskiyê de pêk nehat, komek parlementerên Ewropayê ji bo Tirkiye careke din bikeve pêvajoya “monitoring” dest bi hewldanan kirin.
Hefteya borî, Hevseroka Giştî ya BDP’ê Gultan Kişanak û Alîkarê Hevserokên BDP’ê yê ji Peywendiyên Derve Berpirsyar Nazmî Gur li Meclîsa Federal a Almanyayê hevdîtinên girîng pêk anîn û di vê çarçoveyê de ji koma parlementerên navborî bi Parlementerê Partiya Çepgir Adnrej Hunko re hevdîtinek pêk anîn.
 
‘Divêm em bêjin raweste'
Hate zanîn ku ev mijar hatiye rojeva hevdîtinên bi Koma Dostaniyê ya Tirk-Alman û nunerên partiyên din ên ku komên wan di Meclîsa Federal a Almanyayê de hene jî. Hevseroka BDP’ê Gultan Kişanak têkildarê hevdîtinên ku pêk anîn agahî da ANF’ê û bal kişand ku siyasetmedarên Alman di mijara pêkanîna kontrola li ser Tirkiyeyê de weke hev dihizin. Kişanakê da diyarkirin ku parlementerên Alman li hemberî van bûyerên ku li welatek ku li ser rêya Yekitiya Ewropayê ye, matmayî bûne û der barê hevdîtinan de ev agahî da: “Ew bi xwe jî serê xwe bi ‘mirov dikare li hemberî krîza demokrasiyê ya li Tirkiyeyê diqewime çi bike’ re diêşînin. Dibînin ku ev tablo bi tu awayî ji bo endamtiyê nabe. Di hevdîtinên me de ji daxwazên me zêdetir wana nêrîna “em dikarin çi bikin” anîn rojevê. Ji ber ku ew bi xwe jî dibînin ku li şûna pêşketinek di pêkanîna krîterên siyasî de çêbibe, berovajiyê wê paşketin çêdibe.” Kişanak da diyarkirin ku bi taybet di hevdîtina bi Wezareta Derve ya Federal re pêk hat de, hate dîtin ku rayedarên Alman jî ji bo Tirkiyeyê di nava lêgerînan de ne. Kişanak got; “Amadekariya wê yekê dikin ku şandeyek bişînin Tirkiyeyê. Bi taybet ji ber ku ji bo Komkujiya Roboskiyê lêpirsîneke baş pêk nehatiye, ev yek pir bala wan dikişîne. Bi kurtî, li hemberî pêşketin û geşedanên li Tirkiyeyê pir fikar in û diyar kirin ku berpirsyartiyeke mezin dikeve ser milên Ewropayê û taybet jî li ser milê Almanyayê.”

ANF/BERLÎN