Naydz destnîşan kir ku wan ji berpirsyarên Iraqî xwestiye ku ji bo çaresiyeriyê divê ew hejmara hêzên xwe yên li navçeyên herêma Kurdistanê kêm bikin. Lê belê wisa xuyaye Amerîka di vê aloziyê de dixwaze bêalî bimîne. Barzanî berî 2 rojan çû Kerkukê bi walî û endamên meclisa bajêr re hevdîtin pêk anî. Berzanî daxuyanî da û got, Kerkûk bajarekî Kurdistanî ye, rojê 2 mîlyon û 600 hezar warîl petrol tê hilberîn, lewma ewê destûr nedin, ku hikûmeta Malîkî bi tena serê xwe herêmê kontrol bike. Barzanî anî ziman ku eger pêwist be ewê ji bo Kerkûkê şer bikin.
WASHINGTON