Bozgeyîk, anî ziman ku wan jî xwest ku ji bîlî derên hilbijarî zimanê Kurdî bibe zimanê perwerdehiyê. Bozgeyîk, da zanîn ku hikûmet dê dersên Kurdî yên hilbijarî bi mamosteyên bi pere bide û dersên hilbijarî jî dê weke TRT 6 ji alîgirên hikûmetê re bibe deriyê rantê.
Bozgeyîk, daxuyaniya Serokwezîrê Erdogan a dersên Kurdî yên hilbijarî û polîtîkayên hikûmetê yên dawî ji DÎHA'yê re nirxand. Bozgeyîk, diyar kir ku têkildarî dersên Kurdî yên hilbijarî ên dê dema bê bên dayîn daxuyaniyên nakokî yên hikûmetê hene û wiha got: "Wezîrê Perwerdehiyê Omer Dînçer demek berê bersiva pirsnameyekê da û got 'Têkildarî dersên hilbijarî yên Kurdî de tu xebata me tuneye' Lê Serkwezîrê Tirk" Erdogan di koma partiya xwe de got dê Kurdî ji pola 4 weke dersa hilbijarî bê dayîn. Serokwezîrê Tirk" cuda dibêje wezîr cuda dibêje. Di navbera xwe de daxuyaniyên cuda yên li dijî hev didin."

'Zimanê zikmakî gelek girînge'

Bozgeyîk, anî ziman ku li dibistanan gelek xebatên zanistî li dar xistin û li dibistanan divê zimanê zikmakî ne hilbijarî be, dijberî vê yekê weke zimanê perwerdehiyê bê dayîn. Bozgeyîk, da zanîn ku ji bo zarok pêş bikevin perwerdehiya zimanê zikmakî gelek girîng e û kesên zanyar û pedagog di vê mijarê de gelek xebat û lêkolîn kirin. Bozgeyîk, bilêv kir ku li tu welatan zimanê zikmakî di perwerdehiyê de bi dersên hilbijar nayên dayîn û divê li Tirk"iyeyê jî zimanê Kurdî weke zimanê perwerdehiyê bê dayîn. Bozgeyîk, destnîşan kir ku daxuyaniya Erdogan a têkildarî dersên Kurdî yên hilbijarî de di aliyê zanistî û pedagojîk de rast nîn e. Bozgeyîk, diyar kir ku heke dersên Kurdî yên hilbijarî bên dayîn jî mamosteyên bi awayeke rêk û pêk Kurd dizanin û dersan bidin tunene û ji ber ku Fakulteyên Wêje û Zimanê Kurdî nu vebûn. Bozgeyîk, anî ziman ku wezaret dixwaze dersên Kurd ên hilbijarî bi mamosteyên bi pere bide û wiha got: "Derve mamsoteyên dersên Kurd bidin tunene. Tenê mamosteyên bi belge yên Enstîtuya Kurd û TZPKurdî hene. Heke ders bên dayîn jî divê ji van saziyan mamosteyan bigirin." Bozgeyîk, da zanînku mamosteyên Egîtîm Sen'ê yên Kurdî baş dizanin û dikarin dersên Kurdî bidin hene, heke Kurdî bibe zimanê perwerdehiyê dikarin piştgiriyê bidin vê yekê lê ji bo dersên hilbijar gumanên wan hene. Bozgeyîk, da zanîn ku dersên Kurdî ji pola 4'an bên dayîn şaş e û divê zimanê Kurdî bibe zimanê perwerdehiyê û berî dibistanê bê dayîn.

'Erdogan polîtîkayên manîpulasyonê dimeşîne'
Bozgeyîk, bilêv kir ku heke dersên Kurdî yên hilbijarî li dibistanan bê dayîn dê ji aligirên hikûmetê re deriyê rantê vebibe û wiha got: "Dema ku TRT 6 vebû alîgirên hikûmetê ji vir kar girtin. Dema ku dersên hilbijar jî dest pêkirin dê alîgirên hikûmetê li vê qadê jî dest bi rant girtinê bikin. Hikûmet bi vê yekê ji xwe re deriyê rantê yê siyasî vedike." Bozgeyîk, da zanîn ku li Tirk"iyeyê ji bo zimanê zikmakî bê hînkirin niha tu asteng tunene, bi qursên taybet û li saziyan dersên Kurdî tên dayîn lê divê zimanê zikmakî bibe zimanê perwerdehiyê. Bozgeyîk, bilêv kir ku Kurd li Tirk"iyeyê demek dirêjin têkoşîna mafê perwerdehiya zimanê zikmak, çand û nasnameyê didin û wiha axaftina xwe berdewam kir: "Divê hikûmet jî daxwazên gelê Kurd li ber çava bigire û di mufredatê de guherînekê çêbike û zimanê Kurdî bibe zimanê perwerdehiyê." Bozgeyîk, anî ziman ku hikûmeta AKP'ê bi dersên Kurdî yên hilbijarî dê ji gelê Kurd re bêje "Berê xwe bidinê ez daxwaza we ya zimanê bi cih tînim" û bi vê yekê polîtîkayên manîpulasyonê dimeşîne.
Bozgeyîk, bal kişand ser daxuyaniyên Wezîrê Perwerdehiyê Omer Dînçer ên li Tirk"iyeyê perwerdehî dê dirêj bibe û ji ber vê yekê jî betlaneyên havînê dê kêm bibin. Bozgeyîk, bilêv kir ku Wezîr Dînçer berê jî gotibû li Tirk"iyeyê mamoste kêm dixebitin lê li gorî raporên OECD'ê herî zêde li Tirk"iyeyê mamoste dixebitin. Bozgeyîk, da zanîn ku divê demildest wezîr îstîfa bike.


BEKÎR GUNEŞ / DÎHA/ENQERE