Edîtorê û Nivîskarê Rojnameya Agosê Pakrat Estukyan tevlî "Komxebata Perwerdehiyê" ya ji Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) a ku bi alîkariya TZPKurdî, Enstîtûya Kurdî ya Amedê, Komeleya Niviskarên Kurd û Egîtîm Senê li Salaona Akademiya Ehmedê Xanî ya Ziman a pêk hat bû. Nivîskar Pakrat Estukyan, têkildarî giringiya perwerdehiya zimanê zikmakî, mafên nasname, çand û ziman ên Kurdan û gelên din ên li Tirkiyeyê dijîn nirxandin pêk anîn. Estukyan, diyar kir ku bîrdoziya Komara Tirkiyeyê li ser yekparetiyê hate înşakirin. Estukyan, anî ziman ku yekparetî piştî demekê bû sedema biyaniya gelên din a li hemberî çanda xwe. Estukyan, bal kişand ser gotina Serokwezîr Erdogan a "Li Tirkiyeyê 34 nasnameyên nijadî hene" û wiha got: "Di nav 34 nîjadan de erozyona nasnameyan heye. Qada herî gelek erozyon lê pêk tê jî windabûna zimanê zikmakî ye. Herî dereng ev yekê di nav civaka Kurdan de pêk hat."
Estukyan, da zanîn ku gelê Kurd di nava 30 salên dawî de dest bi pêvajoya netewbûnê bû û wiha axivî: "Pêvajoya netewbûna Kurdan nû ye. Ji ber ku civaka Kurd 60-70 sal berê tu rengê netewebûnê nîşanî me nedida. Berê Kurd bi têkiliyên eşîran li cem hev bûn û bi hev re girêdayî bûn. Têkiliyên netewbûnê nebûn. Lê civaka Kurd êdî ji aboriya koçberiyê derbasî aboriya nîştecihbûnê bûn. Bi vê yekê girêdayî ve têkiliyên eşîran weke berê bi hêz nîn in. Ramana netewbûnê hêj bêtir bi hêz e."

'Xespa mafan bû sedema pevçûnan'
Estukyan, got, "Gaspkirina ramana netewbûnê pêvajoya daxwaza mafan a 30 sal berê ya pevçûnan afirand" û pevçûn li aliyekî "serhildan e" û wiha pê de çû: "Di pêvajoya pevçûnan de, tiştên heta wê rojê nehatin axivîn û an hatin axaftina bûne sedema cezayan êdî li her platformê hatin axaftin. Li aliyekî gerîla şer dikin li aliyê din entelektuel, mamoste, pêşengên civakê û oldar ji şerê gerîla hêz girtin. Hemû kes li qada xwe tiştên bên kirin axivîn."

'Pêşengiya hişmendiya civaka Kurd jin dike'
Estukyan, destnîşan kir ku bajarê Amedê di nav vê atmosferê de guhertina teşe pêk anî û bi vê yekê re di civaka Kurdan de hişmediyeke mezin pêk hat. Estukyan, diyar kir ku di civaka Kurd de hişmedî bi pêşengiya hêza jinê ya di nav tevgera siyasî de cih girt pêk hat û wiha axaftina xwe berdewam kir: "Rola jinê hilgirt gelek girîng e. Mînak di komxebatê de 2 wekîlên BDP'ê peywir girtin ji van yek jin yek jî zilam e. Ramana hevserokatiyê pêk anîn. Heke yek zilam be yek jî jin e. Di hemû rêveberiyên bajaran de ev pergal pêk tê. Yanî ji asta herî dawî heta asta herî jor ev yek pêk tê. Jin di her qada jiyanê de tevlî xebatê dibe."

'Em nû dest bi wêjeya Kurdî dikin'
Estukyan, da zanîn ku komxebata hate lidarxistin weke civaka ermenî ya 130–140 sal berê ye û wiha axaftina xwe domand: "Êdî ziman tenê ji aliyê komeke elît ve nayê bikaranîn ji vê yekê derket û pêvajoya gel ziman bikar bîne û wêjeyê pêk bîne pêk hat. Mînak me nû dest bi nîvîsana romanên Mehmet Uzun kir. Em hakîmî Kurdî ne lê em nû dest bi wêjêya Kurdî kir. Em nû înşa dikin. Lê dema ku em vê yekê ji bo sibê pevxistin dikin, nivşê sibê tê dê van rojên cuda binirxînin. Tevgerên îro tên kirin wateya wan gelek e. Dema ku ez van dibêjim ez qasî Kurdekî hecyanê dijîm. Ji bo vê heycanê Tirkiyebûna min têrê heye. Ji ber ku ev tevger pêşiya hemû civakên li Tirkiyeyê vedike."

'Ji bo kesên li Stenbolê dijîn heye'
Estukyan, da zanîn ku ew tevlî komxebateka ji aliyê Federasyona Komeleyên Kafkasan (KAF-DER) û Komeleya Çandê ya Lazan a li Boluyê hate lidarxistin bû. Estukyan, anî ziman ku di komxebatê de 2 ermenî, 2 suryanî û 2 kesên bi dimîlî û 3 kesên bi kurmancî diaxivin tevlîbûn û yên din hemû nûnerên komên ji Kafkasan bûn. Estukyan, bilêv kir ku di wê komxebatê de tiştên hatin axivîn û guman li ser hatin jiyîn weke tiştên di vê komxebatê de tên axivîn bûn û wiha got: "Bi taybet gumana li bajarên bi komî lê nejîn ziman gelek bi lez rastî erozyonê tê, hate ziman. Ev guman ji bo Kurdan jî derbasdar e. Dibe ku ji bo Kurdekî yê li Amed, Qubîn û Colemêrgê dijî pirsgirêka Kurdî tunebe lê ji bo Kurdê ku li Stenbolê dijî pirsgirêkeke gelek cidî ye."
Estukyan, destnîşan kir ku mirov ji ber Kurd in û bi Kurdî axivîn mexdur bûn û wiha axivi: "Tu kes bi keyfa xwe neçû Mêrsîn. Tu kes bi keyfa xwe neçû getoyên Edeneyê û Stenbolê. Mirov bi zorê hatin koçberkirin. Dibe ku wan mirovan li gundên xwe di nav dewlemendiyeke gelek mezin de jiyan derbas nedikirin lê jiyaneke kevneşopî dimeşandin. Jiyaneke guncanî di jîn. Lê niha mehkumî gerekî nan in. Di destê karsazên taşeronê de vegeriyan proleterên bê ewlehî. Di nav van hemû şertan de em li benda xwedî li nasnameya neteweyî ya Kurd derbikevin bin, neheqiyeke gelek mezin e. Ji ber ku ew mirov niha têkolîna têr rabikevin û zarokên xwe têr bikin didin. Divê wê yêkê baş fêm bikin. Li gel vê yekê re yek dibe sedema asîmîlasyonê jî. Ez vê yekê şermezar nakin ji ber ku neçar in."

'Niha me wê korseyê ti deqînin'
Estukyan, diyar kir ku komxebata pêk hat komxebateke ji bo ronîbûna Tirkiyeyê ye û wiha axaftina xwe berdewam kir: "Tirkiyeyê bêneyî xwe kir yekpare û di nav vê korseyê de bê bêhn ma. Em niha wê korseyê di qetînin. Em niha kopçeyên vê korseyê yek yek diavêjin. Ev yekê ji bo hemû Tirkiyeyê tiştek baş e. Li Tirkiyeyê kesên dixwazin gel bi zorê bîat bikin, hemû kesî bikin alîgirên alê û Ataturk û wisa neteweyekê înşa bikin xapîn. Em li vir civakeke di nav cîhanê de baş bijî û rast pêş bikev û ji civakeke bêteşe debasî civakeke bi bawerî û Tirkiyeyek nû înşa dikin. Ev yekê dê ji bo me hemûya bibe baneke bi xêrê."

'Perçebûn min xemgîn nake'
Estukayan, destnşan kir ku ew di nav nîqaşeke beşeke Tirkiyeyê danî çîheke cuda û beşek din danî çîheke din da nîn e û wiha pê de çû: "Heke mirov dê keyfxweş bin perçebûn qet jî min xemgîn nake. Lê ji xwe tiştekî wisa di rojevê de û li holê tuneye. Lê heke em bi vê yekê ser nekevin tişekî bê rojevê ye. Heke em bê bêhn bimînin em jî dêbêjin vir bibire û em dê berê xwe bidin çareseriya xwe. Di cîhana me lê dijîn hewcehiyek bi vê yekê tuneye. Lê heke hewcehiya me pê he be tişeke pêk neyê jî nîn e. Divê ev yekê nevegerin tabuyê. Nexşeya Tirkiyeyê tişta ku di Quranê de hate nivîsîn nin e. Pêdiviyên serdemê çibin li gorî wê guherîn çêdibin. Dîrok çi bêje dê ew çê be. Şert çi bêje ew çê dibe. Ji ber vê yekê qet jî bila tabu neyên afirandin û jiyana mirovan nekin zîndan."

'Pêvajoya netewebûna Kurdan...'
Estukyan, da zanîn ku pêvajoya netewbûna Kurdan û hişmendiya di vê pêvajoyê de girtin ji bo tevahiya Tirkiyeyê rê vekirin e. Estukyan, bilêv kir ku ev taybetmendî ji bo hemû nasnameyên li Tirkiyeyê dijîn derbasdar e. Estukyan, destnîşan kir ku ermeni, rum û çerkersên hejmara wan bi milyonan in jî tevlî vê yekê ne û wiha axivî: "Lê lêgerînên di nav civakê de çiqas guherînan pêk bînin ev lêgerîn nemimkûne ku ji bo civakê be."

'Berî her tiştî zimanê dayîkê'
Estukyan, da zanîn ku li Tirkiyeyê hêj beşek gelek mezin dibêje "Serê zarokan tevlî hev dibe. Zarok bi du zimanan nikarin bijîn" gumanên xwe tînin ziman. Estukyan, anî ziman ku bersiva van gumana gelek hêsan e û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Dibe ku bi du zimanan bijîn lê ya sereke zimanê zikmakî ye. Zimanê xwe yê fermî danîn berîka xwe, danîn çekmeçe û dolabên xwe da. Zimanê yekemîn zimanê dayîkê ye. Heke bi du zimanan nikarin bijîn. Weke tê dîtin bi van komxebatan derdikev holê zarok dikarin bi du zimanan bijîn. Dibe ku em vê yekê weke çavdêrî bêjin. Mînak ez jî pişt re hînî ermenî bûm lê piştî nivsaetê ez hînî tirkî jî bûm. Her wiha zarokên min hem ermenî û tirkî di heman astê de diaxivin. Dema ku yekem car zimanê wan vebû ermenî axivîn. Yanî zarok bi ser vê yekê de bi rehetî tên. Ev astengiyeke sexte û derew e."

DÎHA/AMED