
Prof. Dr. Mehmet Altan got ku ew piştgiriyê dide biryara BDP'ê û meclîs navenda siyaseta demokratîk e, vegera BDP'ê jî tê wateya tercîha xwe di warê navenda siyaseta demokratîk de kiriye. Altan destînaşn kir ku divê BDP'ê meclîsê wekî ya AKP'ê nebîne û ji ber ku ev biryar girtine ev nêrîn hatiye guhertin. Altan bilêv kir ku BDP dema ku rola xwe bilîze dê bandorê li AKP'ê jî bike. Altan wiha berdewam kir: "Ez piştgiriyê didim biryara BDP'ê. Meclîs navenda siyaseta demokratîk a rewa ye. Cihê ku demokrasî pêş bikeve meclîs e. Beriya demeke ez li Almedê bûm. BDP dûrî meclîsê ketibû. Niha dev ji vê nêzîkatiyê berda. Meclîs ne AKP ye. Heke BDP rola xwe bilêze dê bandorê li AKP'ê jî bike."
Prof. Dr. Mîthat Sîncar jî diyar kir ku ew biryara BDP'ê êrenî dibîne û wiha berdewam kir: "Ev demeke dirêj e di nava tevgera kurd de peyamên ji bo vê yekê dihat. Ji Ewropa û Qendîlê jî daxwazên wisa hebûn. Ev biryara ku BDP'ê bi îradeya xwe daye hêviyan dide mirovan. Îro şûnde di serî de AKP û partiyên muxalefetê divê vê fersendê baş binirxînin. Divê hikûmet zimanê xwe biguherîne. Hêviya ye me ev e. Divê di serî de AKP û partiyên muxalefetê rola xwe bilîzîn."
Rojnamger Mehmet Alî Bîrand destnîşan kir ku biryara BDP'ê rast e û divê îktîdar dev ji polîtikayên tunekirina BDP'ê berde û pêşiya diyalogên siyasî vebike. Bîrand wiha axivî: "Ev biryareke di cih de ye û birayereke ji wan dihat hêvikirin bû. Di vê pêvajoya ku Tirkiye gelek tengav bûye de biryareke aqilane ye. Divê îktidar dev ji polîtîkayên tunekirinê berde û riya diyalogên siyasî û aştiyê vebike."
Rojnameger Ertugrul Mavîoglu da zanîn ku bi vê biryarê BDP'ê dê xeta berxwedanê li Meclîsê pêş bixe û ji bo ev pêvajoya bi xwîn bê derbaskirin bibe gavek. Mavîoglu bilêv kir ku divê AKP dev ji zimanê texrîkê berde û wiha berdewam kir: "Gelek rojnameger û rewşenbîran bang li BDP'ê kiribûn. Ahmet Turk dema ku koma BDP'ê hebû li ser navê KCD'ê bangawazî kir. Baweriya min ew e ku AKP zimanê ku ji bo CHP'ê bi kar anî û got 'dê bên' bi kar neyne heke vî zimanî bi tar bîne ev ê bê weta ku pêvajo fêm nekiriye. BDP hewl dide xeta berxwedanê li meclîsê pêş bixe. Înşalah dê bi ser kevin."
'Biryareke rast e'
Endamê Meclîsa Aştiyê ya Tirkiyeyê Hakan Tahmaz jî got ku ev birayereke pir rast û wêrek e û wiha dirêjî da axaftina xwe: "AKP û hikûmetê di axaftinên heta niha kirin de nedixwestin BDP biçe meclîsê, helwesteke wan a wisa hebû. Gotinên provokatîf dikirin. Ji ber vê yekê BDP'ê lîstikên AKP'ê xira kir û biryareke rast, di cih de girt." tahmaz anî ziman ku BDP dê li Meclîsê dengê aştiyê bi awayeke xurt bilind bike. Tahmaz got ku BDP'ê pêywira xwe bi cih anî û niha dor a AKP'ê ye, ewil divê operasyonên siyasî û leşkerî bêne rawestandin û muzakere careke din bidomin.
Helbestkar Eşber Yamurderelî jî der barê biraya BDP'ê de got ku dê bi vê biryarê xetimîna di siyasetê de bê derbaskirin û bandorê li pêvajoya amadekirina makeqanûna nû bike. Yagmurderelî wiha got: "Siyaset xetimî bû. Wekî ku hûn jî dizanin di navbera PKK û dewletê de muzakere hebûn û ev hatin aşkerakirin. Em fêm dikin ku ev pêvajo didome lê li aliyê din xetimînek heye. Çûyîna BDP'ê dê bandorê li vê bike. BDP'î dê tevli pêvajoya amadekirina makeqanûna nû bibin. Ev pêşketineke êrenî ye."
STENBOL