"Le signe des rêves" yan jî Nîşana Xewnan a hunermendê romanên karton ê Japonî Naoki Urasawa li Fransayê derçû. Ev romanên kartoon ên Japonî ku bi navê manga tên nasîn, ne timî berê xwe ji Japonyayê didin der. Lê Naoki Urasawa berê xwe daye Parîsê, heta muzexaneya wê ya navdar Le Louvreê. Ev "manga" behsa bavekî û keça wî dike ku li ser rêwîtiya wan nîşaneke ecêb a xewnan berê wan dide Parîsê û wan diavêje nava muzexaneya Le Louvreê.

Navê vî bavî Takashi Kamoda ye. Halê wî yê helawçiyan e, jina wî dev jê ber dide û wî tenê dihêle bi keça wî Kasumi re. Bi her halî xwe diavêje nav karekî pîşeyî ku di dawiyê de dike ku ew bike nava deynan de.

3 salan Le Louvre sekinand

Hêvînemayî, rojekê sembolek û peyameke têrsirr jê re tê. Takashi di nava wê de nîşaneke qederê dibîne, û muzeya Le Louvreê bi bîra wî dixe.

Ev jî wilo tesadûfî nîne, lewma Naoki Urasawa dibêje, rojekê rayedarên muzeya Le Louvreê hatine û jê xwestine ku projeyeke ku tê de Le Louvre li navendê be bi pêş bixe. Ji ber ku li ber destê wê projeyên din hene, wî jî ji wan re gotiye: "Divê hûn 3 salan bisekinin".

Tiraliyê fikra sereke peyde kir

Hasil, va ye ev berhem derçû. Lê Naoki Urasawa li xwe mikur tê ku wî tiralî kiriye, lewma dema dest bi projeyê kiriye, zivistan bûye, û gelekî sar bûye û wî ji xwe pirsiye, "Ez çawa dikarim vî berhemî bi dawî bikim, bêyî ku biçim Fransayê?"

Ew di dawiyê de carekê, diduyan diçe Louvreê, lê ji ber ku di ser Iyanî (fîgureke navdar a manga li Japonayayê) re meseleya lêkolîna beriya projeyê çareser dike.

Ji bo wan kesên hez ji mangayên Japonî dikin, ev berhemeke bi Fransî ye ku gelekî muhtemel e wê li zimanên din jî bê wergerandin.

PARÎS