Qedexeya derketina kolanan a li ser gelê Nisêbînê diroja 13'emîn de berdewam dike. Gelê Nisêbînê li hemberî êrîşên polis û leşkeran li biryara xwe ya xwerêveberinê xwedî derdikeve û serî li hember êrîşan natewîne. Parlamenterên HDP'ê Kadrî Yildirim û Muslum Dogan yên ku ji bo piştgiriya gelê Nisêbînê hatine têketina bajêr, anîn ziman ku ew dê heta dawî li gel gelê Nisêbînê bin û divê dewlet demildest dev ji polîtîkayên xwe berde.


'Nahêlin miriyên xwe bisipêrin axê'

Parlamenterê HDP'ê yê Mêrdînê Kadrî Yildirim da zanîn ku bi malbatên ku xizmên xwe di êrîşan de winda kirine hevdîtin kirine û ev tişt got: "Malbat bi rastî jî di rewşeke zehmet de ne. Serê sibehê tên nexweşxaneyê û heta êvarî li vir dimînin. Polîs zora veşartina xizmên malbatan li wan dikin û ji wan re dibêjin 'Herin miriyên xwe li cihekî dûr bê merasîm veşêrin' Malbat jî dibêjin 'Em naxwazin ku xizmên xwe bi dizî veşêrin, ew û kesên din bi hev re jiyana ji dest dane û em ê wan bi hev re veşêrin. Malbat vê nêzîkatiya polîsan a ku dibêjin cenazeyên xwe yekane veşêrin qebûl nakin."


'Ji bo Nisêbînê zû têkevin nava tevgerê'

Yildirim diyar kir ku bi alîkarê waliyê Mêrdînê re hevdîtin kirine lê tu encam bi dest nexistine û axaftina xwe wiha berdewam kir: "Me rewşa dawî ji alîkar re vegot. Me anî bîra wan ku dê bi terbiyekirinê gelê Nisêbînê ji doza xwe venagere û ew bi vê yekê hîn bêhtir ji dewletê aciz dibin. Me ji wan xwest ku rewşê di raporên xwe de jî binîvîsin."

Yildirim destnîşan kir ku wan ji alîkarê waliyê Mêrdînê bersiva dê kengî dorpêça li ser Nisêbînê bê rakirin negirtiye û wiha pê de çû: "Ji hundirê bajêr welatî digerin û dibêjin 'Rewşa me di xetereyê de ye' îro û sibehê midaxaleyek neyê kirin dê gelek tiştên din bên kirin. Ji bo Nisêbînê zû têkevin nava tevgerê."


'Nisêbîn ne berê û ne jî îro serî netewandiye'

Yildirim derbirî kir ku gelê Nisêbînê ne gelekî werê ye ku çog bişkîne. Yildirim der barê dîroka Nisêbînê de ev tişt bi bîr xistin: "Beriya hezar û 500 salî hikumdarekî Îranê yê bi navê Enû Şîrvan hebû. Pir caran bi ser Nisêbînê de girt lê tu caran encam negirt. Herî dawî ji bo ku encamê bigire çû bajarê Şehrezorê û ji wir topişkên di hundirê caman de anîn. Piştre ev topişk bi ser gelê Nisêbînê de avêtin. Wê deme bi van tiştan encam ji êrîşên xwe negirtin. Bi hemû amûrên şer yên teknolojîk jî wekî beriya hezar û 500 salî nikarin Nisêbînê teslîm bigirin. Berxwedan jiyan e."


'Dişibe dorpeçkirina DAIŞ'ê '

Parlamenterê HDP'ê yê Îzmîrê Muslum Dogan jî bal kişand ser binpêkirina hiqûq û edaletê û wiha berdewam kir: "Tu şertên dadê li vir nemane. Dema ku hin kes bixwazin werin cem parlamenteran herî kêm di 4 noqteyên kontrolê de derbas dibin û piştre dikarin bên. Li vir şertên şer hene. Em vê yeke qebûl nakin. 12 roj in dorpêç berdewam dike û kes nikare ji malên xwe derkeve. Divê ev rewşa awarte demildeset ji holê bê rakirin."

Parlamentera HDP'ê ya Mêrdînê Gulser Yildirim jî got ku dorpêçkirina çeteyên DAIŞ'ê û ya li Nisêbînê ye wekî hev in. 


MÊRDÎN