Derbarê bûyerên dawî li Amûdê Komîteya Rêveber a Partiya Çep a Kurd li Sûriyeyê daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de xemgînî derbarê bûyerên Amûdê de hate nîşan dan, hemû bangên şerê navxweyî hatin redkirin û doza yekîtiyê li gelê Kurd hate kirin.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku pêwîste tevlîhevî û planger bêne dorpêçkirin û rê li ber ferehkirina fitne û tevlîheviyê bê girtin. Di daxuyaniyê de hate gotin ku pêwîste komîteyek taybet a serbixwe bê sazkirin û lêpirsîn derbarê bûyerên Amûdê de bêne kirin û ev tişt hate gotin: ‘’Pêwîste lêpirsîn were vekirin, komîteyek serbixwe ji bo vê yekê bê sazkirin, berpirsên bûyerê, kesên gule berdane werin darizadin û berpirsyarên bûyerê bêne aşkera kirin.

Wek hêzeke serbixwe tevlîbûn

Derbarê muxalefeta Sûriyeyê de hate gotin ku hêzên muxalefetê yên Sûriyeyê li derve û hundir di nava nakokiyên xwe yên kûr de mane û ev tişt hate gotin: ‘’Muxalefeta Sûriyeyê li derve û hundir belave, pêdiviya şoreşa gel pêk nayne, pêwîste muxalefeta Sûriyeyê xwe bike yek û li gorî doza gelê Sûriyeyê tevbigere."
Di daxuyaniyê de hate gotin ku Rûsya û Amerîka derbarê Sûriyeyê de li hevkirine ku di kongreya Cenevre ya 2᾿mîn de ev wê diyar bibe. Di dawiya daxuyaniyê de bang li gelê Kurd hate kirin da ku herêm û yekîtiya xwe biparêzin û bi navê Desteya Bilind a Kurd wek hêzeke serbixwe tevlî kongreya Cenevreyê bibin.

'Dixwazin tevlîheviyê derxînin'

Sekreterê Partiya Çep a Kurd li Sûriyeyê Mihemed Mûsa diyar kir ku daxuyaniya Encûmena Niştimanî Kurdî (ENKS) derbarê bûyerên Amûdê de nûnertiya partiya wan nake û got: ‘’Ev daxuyaniya ENKS᾿ê bê ku haya me jê hebe derketiye, ya din jî ji bo tevlîheviyê di Rojavayê Kurdistanê de zêde bike û yekîtiya gelê Kurd xirab bike derketiye."
Sekreterê Partiya Çep a Krud li Sûriyeyê û yek ji damezrînerên ENKS᾿ê Mihemed Mûsa  wiha got: ‘’Daxuyaniya ENKS᾿ê bê xeberê me hatiye weşandin, em yek ji partiyên damezrîner di ENKS᾿ê de ne, armanca me ji damezrandina ENKS᾿ê xizmeta gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê bû. Daxuyaniya ENKS᾿ê derbarê bûyerên li Amûdê dikeve çarçoveya zêdekirina aloziya di herêmên Kurdî de. Balê dikşîne ser şerê navxweyî. Dewletên cîran û bi taybet Tirkiyê piştgiriya hevrêzên ciwanan dikin. Ji ber vê yekê ev daxuyaniya ENKS᾿ê  nûnertiya partiya me nake û em vê daxuyaniyê napejirînin." 

DIRBÊSIYÊ