Hevserokê BDP’ê Demîrtaş, anî ziman ku bajarên ku operasyonên siyasî li hemberî şaredaran pêk hatiye gel bêtir li BDP'ê xwedî derdikevin û wiha got. "Operasyon bi fermana Serokwezîr pêk tên. Niha Parlamentera me ya Wanê ya berê Fatma Kurtulan û Serokê partiya me ya berê Tuncer Bakirhan 2 salin hêj nizanin çima tên darizandin. Ji ber ku hevdîtinên li Îmraliyê xwendine tên sucdarkirin. Hûn diçin li Îmraliyê hevdîtin pêk tînin, lê ji ber ku em wan notan dixwînin em tên darizandin." Demirtaş, berxwedana hemû girtiyên siyasî silav kir û anî ziman ku li Tirkiyeyê siyasetmedar ji ber siyaseta demokratîk dikin rastî 22 sal ceza tên.
Demirtaş, xwest êdî hikûmet di vê pêvajoyê de helwesta xwe zelal bike û wekî kaxiza turnusol rengê xwe neguhere. Demîrtaş bal kişand ser parêzerên Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) û Hevserokê ÇHD'ê û anî ziman ku dê her tim piştgiriyê didin parêzeran û ÇHD'ê û dê dozê ji nêzve bişopînin.
Çeteyan dişînin
Demîrtaş, anî ziman ku sirf ji bo Kurdistaniyên Suriyeyê mafê xwe bi dest nexin Tirkiye dibêje ez dê mudaxale bikim û wiha got: “Hikûmeta AKP'ê dike çeteyan li Serêkaniya serxêtê perwerde dike pereyan dixe pêriya wan û wan dişîne Serêkaniya binxetê. Çeteyên ku piştgiriyê ji Tirkiyê digirin diçin sivîlan dikujin. Çima hikûmeta Tirkiyeyê naxwaze Kurd li ser axa xwe ya Sûriyeyê xwedî heq û hiqûq be."
Demîrtaş, xwest hikûmeta AKP'ê û Erdogan nêzîkatiya li hemberî Kurdan rast bike û wiha axivî: "Nêzîkatiya Kurdên Sûriyeyê nêzîkatiya Kurdên Amedê ye. Divê êdî vê yekê wisa fêm bikin êşa hemû Kurdan yek e. Em wekî BDP'ê hurmetê nîşanî berxwedana Serêkaniyê didin. Em her tim li pişt gelê Rojava ne. Pirsgirêka Kurdên Sûriyê û pirsgirêka Kurdên Tirkiyeyê yek e. Em dixwazin baş bê zanîn ku polîtîkayên hikûmetê yên li hemberî Kurdên Tirkiye û Sûriyê yek e. Azadî li peş gelê Rojava ye. Em heta dawî li pişt wan in. "
Demîrtaş, pirsa ‘Gelo Erdogan Kurdan wekî gel dibîne an na’ pirsî û wiha got: “Bersîva vê pirsê nêzikatiya pevajoyê ye. Bi gotina 'kezeba min, dilê min, birayê min' çareser nabe. Dibêje pirsgirêka Kurd tune. Raste, faşîzma dewletê heye. Bi salan e înkar û îmha heye."
Demîrtaş, zimanê Erdogan yê li hemberî kuştinan jî rene kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Hemû kesên tên kuştin can û kezeb in. Yê li Nisêbînê û mêrdînê jî hatin kuştin can û cîger in. Yên ku li meletiyê di morgan de dimînin jî can cîger in. Zimanê aştiyê zimanê herî xweş yê zikmakî ye. Ger ku em dê bi axivin divê em hemû bi zimanê aştiyê biaxivin. Divê em berê xwînê rawestînin. Em ji bo aştiyê hene û wêrek in. Em dixwazin divê êdî hemberê jî dest ji lîstik û fêlan berde. Gelê me ji çareseriya bi rûmet û muzakereya bi rûmet amade ne."
Tiliya AKP’ê di komkujiyê de heye
Demîrtaş, li ser komkujiya 3 jinên siyasetmedar a hefteya borî li Parisê pêk hat jî rawestiya û wiha berdewam kir: "Ji bo gelê me li doza wan û cenazeyê wan xwedî derket em hemû gelê xwe spas dikin. Gelê Kurd her tim aştiyê dixwaze. Gelê Kurd û Amedê her tim aştiyê dixwaze, lê ev daxwaza gelê Kurd a aştiyê nabîne. Li vî welatî pêdiviya lezgîn a aştiyê ne tenê ya Amedê ye. Ya hemû Tirkiyeyê ye. Patronên medya yên di wê saeta peyamê aştiyê li Amedê di merasima cenazeyan de bilind dibû bernameyên xwarinê pêşkêş dikirin bila destê xwe dînin ser wîjdanê xwe û rastiyê baş bibînin. Bila medya navendî kêmasî û nebasiyên xwe bibîne. Dozgerê lêpirsînê yê Parîsê daxuyanî da. Lê daxuyanîya wî me tatmîn nake. Em ji hikûmet, dewlet û îstîxbarata Fransayê dixwazin ku vê bûyerê rast û berfireh ronî bike. Derfet û hêza wan a bûyerê li gorî heqîqetê ronî bike heye. Ronîkirina vê bûyerê deynê hikûmeta AKP'ê û dewleta Tirkiyeyê ye. Berî vê bûyerê cîgirekî Serokwezîr dibêje dê demek nêzîk li Parîsê înfaz pêk bê. Vê agahiyê ji ku digire? Niha jî dibêje dê li Almanyayê êrîşên nokteyî pêk bên. Ev nîşan dide ku plan ji aliyê AKP'ê ve tê zanîn û tiliya wan di nav de heye. Ger ku dê li Almanyayê kîjan siyasetmedarên Kurd bên înfazkirin divê AKP wî biparêze û ronî bike. Ger ku ne wisa be dê hikûmeta AKP'ê berpirsiyar be. "
DÎHA/ENQERE