
'Pêdivî bi makeqanûnek nû heye'
ÎHD'ê di berdewama raporê de anî ziman ku ger ku armanca pakêta 4'emîn a darazê demokratîkbûna Tirkiyeyê be, wê demê divê berî her tiştî makeqanûn ji nûve bê avakirin û makeqanûnek demokratîk ku mafê her kesî nas dike û mafê her kesî diparêze bê avakirin û wiha cih da nirxandinê: "Divê beri her tiştî azadiya ramanê, azadiya rêxistinbûnê û azidiya siyasetê pêş bikeve. Divê astengiyên li pêş ramana azad, rêxistina azaz û siyaseta azad bên rakirin. Divê darazek adîlane bê avakirin. Îşkence bê rakirin û mafê reda wîcdanî bê dayîn. Divê sûcê nefretê ji nûve bê rastkirin. Divê di cemaweriyê de mafê mirovan bibe sazî. Divê zagonên ceza ji nûve di ber çavan re bên derbas kirin û kesên li cihê neheq hatibîn girtin û tên darizandin serbest bên berdan. Divê dawî li darizandina taybet bê. Divê di darazê de Rêgeza Wekheviya Çekdariyê bê amadekirin. Divê kesên ku qet tev li tundiye nebûbin lêpirsîn û dozê der barê wan de hatine vekirin bi dawî bibin. Divê di înfazê de dawî li cuhakariyê bînin. Divê girtiyên nexweş serbest bên berdan. Ji bo qada siyasî peyvira xwe bi cih bîne divê partiyên siyasî karibin azad û li gorî demokrasiyê siyasetê bikin. Divê berî her tiştî makeqanûna demokratîk ku ji aliyê her kesî ve bê qebûlkirin bê avakirin."
Divê pênasa 'terorê' bê guhertin
Komeleya Mafên Mirovan da zanîn ku di 4'emîn pakêta darazê de divê berî her tiştî têgeha 'teror' a di nava "Zagona Têkoşîna bi Terorê re" bê guhertin û wiha got: "Hikûmte bi vê pakêtê bi xala TMK'ê ya 6-7'an a hêjmara 3713'an xwe têr dike. Lê heta niha TMK 24 caran hat guhertin. Zagon di nava xwe de pergala wê xera bûye. Heta ku li gorî hêjmara 5237'an a ZogonaCezayê Tirk (TCK) di meriyetê de be pêdivî bi TMK'ê tune. Ji ber ku sucên di TMK'ê de hatine sererastkirin di TCK'ê de jî cih digirin. Divê berî her tiştî têgeha 'teror' bê guhertin. Ev têgeh li gorî hêjmara 1566'an a sala 2004'an a Konseya Ewlehiya Netewyên Yekbûyî dijber e. Divê pênaseyên sûc ji nûve bên bi navkirin. Divê xalên CMK yên 250, 251 û 252.û xala TMK'ê ya 10'an ji nûve bên sazkirin. Hikûmet li vir li dijî hiqûqê hîle û lîstikan amade dike. Divê li gorî pîvanên daraza navneteweyî û darizandina navneteweyî sucdariyan bike. Li gori vê yekê zagon wekî 'Kesên rêbazên rêxistinê yên cebîr, tundî, gefan rewa dibîne û pesnê wan dide propagandayê dike' hatiye guhertin. Zagonê bi vî rengî hin guhertin çêkiriye. Lê divê hemû sûcên propagandayê jiholê bên rakirin. Divê li gorî pivan û naveroka DMME'ê bê amadekirin. Li gorî îstasîstîkên ÎHD, û wezareta Dadê kesên di çarçoveya xalên 6 û 7'an ên TMK'ê de doz li wan hatine vekirin pir pir zêde ye."
ÎHD'ê da zanîn ku li gorî tane û îstasîstikên Wezareta Dadê ij sala 2007'an heta niha di nava 5 salan de bi tevahî li 46 hezar û 231 kesan doz hatiye vekirin û wiha nirxand: Xalên 220'an ên fikrayên 6 û 7'an ên TCK'ê, heta niha di sala 2009'an de li dijî hezar û 859, di sala 2010'an de li dijî hezar û 565 û di sala 2011'an de li dijî hezar û 860 kesan hatiye bikar anîn. Ev sererastkirin têr nake û naverok û cewherê wê vala û pûç e. Divê xalên 94, 215, 220 û 318'an ên TCK'ê bên guhertin. Guhertina sûcê îşkenceyê ya xala 94'an a TCK'ê erênî ye, lê pir kêm e. Divê mafê reda wîcdanî bê parastin. Li gorî vê yekê divê xalên 58, 63, 64, 79, 80, 81 û 87'an ên Zagona Cezayên Leşkerî bên guhertin. Divê xala reda wîcdanî ji nûve bê rastkirin.ÎHD, destnîşan kir ku li gorî dane û îstatîstikên Wezareta Dadê di sala 2008'an de 3 hezar û 659, di sala 2009'an de 4 hezar û 624 kes, di sala 2010'an de 7 hezar û 689 kes, û di sala 2011'an de 8 hezar û 301 kes bi tevahî di 4 salan de 24 hezar û 273 kes bûne endamên rêxistinê. ÎHD'ê da zanîn ku di van guhertinan de ji bo xala meş, civîn û xwepêşandanan tu guhertin nehatiye kirin û lazime ev xalên têkildar jî li gorî zagonên navneteweyî û mafên mirovan yên DMME û PMME'ê bên guhertin û rastkirin.
DÎHA/ENQERE