
Serfermandariya Artêşa Tirk, der barê nûçeya “Agahiyên sîxûrî yên bûyera Qilabanê ji DYA’yê hat” ya rojnameya Amerîka Wall Street Journalê (WSJ) de daxuyaniyek da. Serfermandariya Tirk ragihand ku dîmenên bûyera Qilaban a ku 34 kes têde hatin kuştin ne ji DYA’yê hatine.
Serfermandariya Artêşa Tirk diyar kir ku ew dîmenên beriya bûyera Roboskiyê hatine, ji aliyê balefirên bê mirov ên artêşa Tirk ve hatine kişandin.
WSJ: Ne yek du rapor hene!
Rojnameya Wall Street Journalê bersiv da daxuyaniya “Nûçeya WSJ’ê ji rastiyan dûr e” a Serfermandariya Artêşa Tirk û rojnameyê diyar kir ku DYA’yê der barê vê Komkujiyê de ne yek, du rapor amade kiriye.
Rojnameya Wall Street Journal ragihand ku Tirkiye dixwaze nerazîbûnên piştî nûçeya duh ji aliyê wan ve der barê rola DYA’yê ya di Komkujiya Roboskiyê de hat weşandin, kêm bike û got; “Têkildarê raporên Prodetoran ne yek, du rapor hene.”
Rojnameya WSJ’yê diyar kir ku agahiya sîxûrî ya Komkujiya Roboskiyê ji aliyê balefirên keşfê yên DYA’yê Predatoran ve hatiye girtin û piştre ji rayedarên Tirk re hatiye ragihandin. Rojnameyê bal kişand ser daxuyaniya Serfermandariya Tirk a der barê nûçeya WSJ’yê de û ragihand ku Serfermandariya Tirk bi daxuyan dixwaze nerazîbûnên mezin ên raya giştî kêm bike.
Rojnameyê destnîşan kir ku li gorî çavkaniyên ji rayedarên leşkerî yên DYA’yê, der barê bûyera di 28’ê berfanbara 2011 de li Roboskiyê qewimî de du rapor hatine amadekirin û wiha nivîsand; “Di rapora pêşî ya Predatorê de (balefirên keşfê yên bê mirov ên DYA’yê) tê gotin ‘li nêzîkê sînorê Tirkiyeyê, li herêma Bakûrê Iraqê karwanek ji mirov û heywanan pêk tê, bi karwanek din a ji mirov heywanan pêk tên re bûne ye.’ Rapora piştre hate aşkerekirin berfirehtir e: Amerîkayiyên li ser kontrola Predatoran, gava piştrast kirin ku karwan ber bi sînorê Tirkiyeyê ve diçe, gotine ku wana bi qasî 8 demjimêran li ser sînorê Tirkiye-Iraqê keşif kiriye. Rapor nabêje Predatoran di kîjan demjimêran de keşif kirine.”
Rojname destnîşan dike ku sûbayên Amerîkan ên li baregeha sîxûrî ya hevpar a li Enqereyê , liv û tevgera li ser sînor dîtine û ji muxatabên xwe yên Tirk re ragihandine û dibêje; “Wê demê, sûbayên Tirk berê Amerîkayiyan û balefirên bê mirov ên keşfê dan aliyek din û qada hewayî ya herêmê vala kirin. Rayedarên DYA’yê diyar kirin ku piştî Tirkan li herêmê operasyon dan destpêkirin, balefirên DYA’yî ne li wir bûn.”
Rojname dinivîse ku ev nûçe di navbera Washington û Enqereyê de mijarek pir nazik e û dinivîse; “Tirkiye naxwaze bê zanîn ku ev yek ji DYA’yê hatiye.”
Pentagon lixwemikurhat
Berdevkê Wezareta Parastinê ya DYA’ê George Lîttle, der barê nûçeya Rojnameya Wall Street Journal ya der barê komkujiya Roboskiyê de ku dihat gotin ku îstîxbarat ji aliyê DYA’ê ve hatiye dayîn de, pêşî nexwest biaxive lê piştre li xwe mikur hat û got; “Mixabin agahî ji aliyê hin derdoran ve tên girtin û belavkirin.”
Berdevkê Wezareta Parastinê ya DYA’ê George Lîttle di brîfînga asayî ya çapemeniyê de der barê nûçeya Roboskiyê ya rojnameya Wall Street Jourmal de pirsên rojnamegeran bersivand. Li ser pirsa nûçeya rojnameyê Lîttle wiha got: “Ez di mijara parvekirina îstîxbarata mutefîkê me Tirkiyeyê de şîrove nakim. Têkiliyeke me ya mayînde a leşkerî bi Tikriyeyê re heye.”
Lîttle wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em di warê ewlehiya netewî de bi Tikriyeyê re dixebitin. Belê Tirkiye hevkarekî girîng yê NATO’yê ye. Sala borî Wezîrê Parastinê Leo Panetta di serdana Tikriyeyê de gotibû ku têkoşîna bi PKK’ê re girîng e. Em dê ji bo têkoşîna li hemberî PKK’ê û zehmetiyên din bi Tirkiyeyê re bixebitin.”
Lîttle li ser pirsa rojnamegerekî ya der barê nûçeyê de wiha got: “Ez nizanim ev nûçe ji ku hatiye. Di mijara îstîxbaratê de şîroveyê nakim. Mixabin agahî ji aliyê hin derdoran ve tên girtin û belavkirin.” Bi van gotinan nûçe jî piştrast kir.
'Bandorê li têkiliyan nake'
Lîttle li ser pirseke ku ev nûçe dê bandoreke çawa li ser têkiliyê we û Tirkiyeyê bikin wiha got: “Îtîfaqek me ya bi hêz û mayînde heye. Tikriye parçeyeke girîng yê NATO’yê ye. Têkiliyê me yên ewlehiyê hene. Di gelek mijaran de xebatên her du welatan bi hev re hene û dê ev xebat jî bidomin.
Her wiha Lîttle ji bo pirsa; “Di serdana Fermandarê Giştî yê Tirk Necdet Ozel de mijar hat rojevê an na dejî wiha got: “Ez naxwazim bikevin hevdîtina Ozel û Fermandarê Giştî yê DYA’yê Orgeneral Martîn Dempsey. Lê nayê hişê min ku ev mijar hatiye rojevê an na.”Lîttle li ser pirsa dawî ya ev nûçe dê bandorê li ger girtina çekan a Tirkiyeyê ya ji Amerîkayê dê çawa be jî wiha got: “Ev tenê nûçeyeke rojnameyê ye. Ez di wê baweriyê de me ku dê bandorê li ser têkiliyê me neke.”
WASHÎNGTON/ENQERE
'Divê em bi artêşê bawer bin'
Serokkomarê Tirk Abdullah Gul li ser nûçeya komkujiya Roboskiyê ya rojnameya Wall Street a li Amerîkayê weşanê dike got; “Agahiyên destpêkê bi derfetên me hatine berhevkirin. Dibe ku piştre jî agahiyên mînanî hatibin berhevkirin. Ev yek rewşeke asayî ye. Divê beriya her tiştî em ji çavkaniyên xwe yên netewî bibawer bin.”
Serokwezîrê Tirk Abdullah Gül beriya biçe Amerîkayê li balefirgeha Esenbogayê pirsên rojnamevanan bersivandin. Gul anî ziman ku di nava Iraqê de pirsgirêkên cidî tên jiyîn û got; “Ji destpêkê heta niha me der heqê Iraqê de hin tişt gotin. Heke welatek bi gelê xwe re di nava aştiyê de nebe, heke parçebûneke mezin bijî wê demê hêza wî welatî dê pûç derkeve. Mixabin îro li Iraqê rewşeke bi vî awayî tê jiyîn.” Gul li ser hevdîtina bi Serokê Herêma Federal a Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî wiha axivî: “Li herêma me bêîstîxrarî xetereyeke herî mezin e. Lewma em girîngî didin şert û mercên cîranên xwe. Barzanî der heqê aramiya Iraqê de agahî dan me me jî nêrînên xwe bi wan re parve kirin.”
Ji Erdogan 'teoriyên komployê'
Serokwezîrê Tirk Recep Tayyip Erdogan nûçeya rojnameya Wall Street Journal a derbarê tevkujiya Roboskiyê de bi tundî bersivand. Erdogan agahiyên rojnameyê mîna 'derew' binav kir wî wiha axifî: "Ez rast nabînim ku têkildarî qadên saziyan pirs werin bersivandin. Nûçeyeke derew a li Emeriyakê tê weşandin li Tirkiyeyê li dij Artêşê were bikar anîn an di çerçoveya hilbijartinên serokatiya DYA'yê de hin derdor bi vê yekê dixwazin rêveberiya heyî bêzar bikin ez vê yekê nizanim. Mîna ku Serfermandariya Artêşa me ragihand bi tevahî me li gor îstîxbarata balafirên xwe biryar daye. Ev nûçe ji bo bêzarkirina rêveberiya DYA'yê hatiye weşandin".
ENQERE