Xelîl anî ziman ku ji destpêka şerê naxweyî yê Sûriyeyê hêzên navneteweyî û herêmê xwestin li Rojava herêman bigirin û got, "Armanca hemûyan ev bû ku li gor xwe şekil bidin herêmê. PDK jî yek ji wan bû ku hewl dida li herêmê pergala xwe pêş bixe. PDK'ê xwest bi pêkhateyeke neteweperstiya berê li herêmê bibe serwer û pergala xwe ava bike. Xelîl da zanîn ku wan jî ji roja dest bi şoreşa gel kirine pêkhate û neteweyeke demokratîk esas wergirtine û wiha domand, "Me biryar da em vê bikin. Bi hev re û bi îradeya xwe jiyana gelan me esas girt. Di van 3 salên dawî de derket holê ku PDK û yên di xeta wê de li Rojava bi ser neketin. Ya bi ser ket yekîtiya demokratîk bû."
'PDK piştî têkçûnê da pey tolgirtinê'
Xelîl got ku PDK'ê xweseriya demokratîk û yekîtiya gelan hezm nekiriye û xwe di aliyê dîplomatîk, siyasî û rêbazên leşkerî de dide nîşandan. Xelîl wiha axivî: "Têkçûna PDK'ê ya di vir de, têkçûna wê ya li hember yekîtiya demokratîk bû. PDK piştî têkçûnê da pey tolgirtinê." Xelîl bi bîr xist ku ambargoyên li hember Rojava ji destpêka şoreşa gel de dewam dikin û nedixwestin vê bikin rojevê. Xelîl di vê mijarê de jî wiha domand, "Beriya xendekan jî ambargoya PDK'ê ya li hember Rojava timî hebû. Lê belê gelê me nexwestibû vê zêde bike rojev. Di navbera me û Başûrê Kurdistanê de Deriyê Sînor ê Sêmalka hebû. Lê ji roja destpêka şoreşa Rojava heta niha têkildarî bazirganiyê tenê ji bo mehekê vekirî hat hiştin. Ji bilî vê Ji aliyê PDK'ê ve ji destpêkê ve timî ambargo hebû. PDK'ê girtina deriyê Sêmalka têr nedît li tevahiya sînor xendek kolandin."
'Helwesta PDK'ê ya dijmintiyê ye'
Xelîl di dewama axaftina xwe de destnîşan kir ku xendekên tên kolandin tê du wateyan, 4 parçekirina erdnîgariya gelê Kurd ji aliyê dijminan ve bi destê PDK'ê tê meşrûkirin û wiha got, " Ev dide nîşandan ku PDK, piştgiriyê dide dijminên ku Kurdistanê dikin 4 parçe. Tê xwestin ji dijminên Kurdan re bê gotin, 'Binêrin ez jî ji we me.' PDK, bi vî awayî xizmetê ji dijminên gelê Kurd re dike û dixwaze nîşan bide ku ketiye xizmeta wan" Xelîl da xuyakirin ku wek TEV-DEM xendekan û ambargoyê qebûl nakin, ev li hember mirovatiyê ye û nayê qebûlkirin. Xelîl helwesta PDK'ê wek dijmintiyê pênase kir û diyar kir ku PDK tevî vê jî hewl dide li Rojava partiyeke nû ya siyasî bi navê PDK-Sûriye ava bike. Xelîl di vê xusûsê de jî wiha got, "PDK li vir diçe ji nû ve avabûnê. Hewl dide di bin navê PDK- Sûriyeyê de pêkhateya xwe ava bike. Divê ev bê zanîn ku dê gelê me vê qebûl neke."
'Çalakî bi înîsiyatîfa gel pêk hatin'
Xelîl, diyar kir ku nerazîbûna gel li hember xendekan zêde ye û gel bi xwe çalakî pêk anîn, gel li hember PDK'ê bi bertek e û got, "Li gor agahiyên me wergirtine wê gel bi înîsiyatîfa xwe careke din dest bi çalakiyan bike. Li Dêrik, Hesekê, Amûdê, Qamişlo, Dirbêsiyê û li gelek navçeyan wê gelê me bi çalakiyên cuda nerazîbûna xwe bîne ziman. Ev refleksên gel in. Em bi xwe jî nizanin wê gel çi bike. Ji ber PDK, hêrsa gel da pêşberî xwe." Xelîl, bang li PDK'ê kir da ku ji şaşiya xwe vegere.
ÎSMAÎL ESKÎN/DÎHA/QAMIŞLO