KONGRA GEL diyar kir ku pêwîst e bi sedhezaran kes tevlî meşa ji Amedê ber bi Gemlîkê ve bibin.
Hevserokatiya KONGRA GEL, têkildarî tecrîdkirina Ocalan, polîtîkaya şer a li hemberî gel û gerîla ya AKP’ê daxuyaniyeke nivîskî weşand. KONGRA GEL, li hember tecrîdkirina Ocalan xwest gel li her cihî rabe ser piyan û bi şîara “Ji Rêber Apo re azadî” têkoşînê xurt bike.
'Bi tecrîdê guhertin tê astengkirin'
KONGRA GEL diyar kir ku bi tecrîdkirina Ocalan, tê xwestin daxwazên azadî û demokrasiyê yên gel werin tecrîdkirin û wiha hat gotin: “Di şexsê wî de daxwazên azadiyê yên civakê di bin tecrîdê de ne. Daxwazên jin, kedkar û hemû bindestan di bin tecrîdê de ne. Projeya civaka azad û jiyan û neteweya demokratîk a ji bo çareserkirina pirsgirêkên civakî û neteweyî yên bûne girêk pêşniyaz dike, di nav gelên me de bûye sedema guhertin û veguhertineke mezin, ev tecrîd ji bo astengkirina vê guherîn û veguherînê ye."
'Serketin a neteweya demokratîk e'
KONGRA GEL îşaret bi rola daxwaza serokatiyê ya Erdogan di vê yekê de destnîşan kir û got "Armanca sereke ya şerê hikûmeta AKP’ê û Erdogan a li hember Rêbertî, gel, tevgera me, HDP û hemû hêzên demokrasiyê ev e. Armanca êrîşên hewayî yên li hember Herêmên Parastinê yên Medya jî ev e."
Di daxuyaniyê de girîngiya Ocalan û projeya neteweya demokratîk jî weha tê îfadekirin: "Li hember faşîzma Erdogan a ku wê serketina aştiyê pêk bîne, projeya neteweya demokratîk a Rêber Apo ye."
'Divê sedhezar bimeşin'
Hevserokatiya KONGRA GEL di dawiyê de ev bang kir: "Li ser vî esasî pêwîst e gelên Kurdistan û Tirkiyeyê rabin ser piyan. Gelên me yên li derveyî welêt li her qadê bi şîara ji Rêber Apo re azadî têkoşînê xurt bike. Meşa dirêj a 1’ê Tebaxê ji Amedê ber bi Gemlîkê ve çalakiyeke bi wate ye ya li gorî demê. Bi beşdariya sedhezaran kesan a ji vê meşê re em dikarin polîtîkayên şer ên AKP’ê pûç bikin."
NAVENDA NÛÇEYAN